Şanogerên ji Rojhilat: Divê ziman û hunera Kurdî li her derê belav bibe

Şanogerên ku ji bajerên Seqiz û Urmiyeyê tevlî Festîvala Şanoyê ya Amedê bûn, diyar kirin ku ji festîvalê sûdek mezin girtine û destnîşan kirin ku pêwîst e hêza hunerê xwe di her warî de nîşan bide.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed – 9’emîn Festîvala Şanoyê ya Amedê ku îsal bi dirûşma "Bi hebûna xwe, bi xwebûna xwe" tê lidarxistin, bi eleqeyek mezin a gel berdewam dike. Festîvala ku di 18’ê Nîsanê de dest pê kir, wê di 27’ê Nîsanê de bi dawî bibe. Li gel zaravayên Soranî û Kurmancî yên zimanê Kurdî, bi zimanên Ermenî û Tirkî lîstik tên pêşkêşkirin. Li gel lîstikên şanoyê, der barê şanoya Kurdî de jî hevpeyvîn û panel tên lidarxistin.

Şanogerên ku ji bo festîvalê ji bajarên Urmiye û Seqizê yên Rojhilatê Kurdistanê hatin, diyar kirin ku divê hêza yekitiyê ya hunerê di xebatên din de jî bidome. Lîstikvanên jin, bal kişandin ku şanoya Kurdî tevî her cure zehmetî û astengiyan jî mezin dibe.

Endama koma şanoya Koma Argeş a Urmiyeyê Sumbul Suceiy, di festîvalê de bi lîstika şanoyê "Efsaneya hespên azad" derket ser dikê. Sumbul Suceiy, da zanîn ku lîstika ku bi dehan ciwanan re lîstin ji aliyê sedan kesî ve hat temaşekirin û diyar kir ku eleqeya mezin a gel wan gel kêfxweş kiriye. Sumbul Suceiy, da zanîn ji bilî lîstikên xwe di festîvalê de derfeta şopandina gelek lîstikan jî dîtine.

'Pevgirtina çandî ji bo me hemûyan baş bû'

Sumbul Suceiy da zanîn ku festîval gihîşt armanca xwe û da zanîn ku dîmena ku piştî riya hatine rû bi rû bûne, ji bo şanoya Kurdî moralek mezin daye wan. Sumbul Suceiy, der barê festîvalê de wiha got: “Em ji bo festîvala Amedê hatin. Em li vir derketin dika şanoyê û lîstikên hevalên din jî temaşe kir. Ev yek ji bo me tecrubeyên pir baş bûn. Hatina li vir û şahidîkirina vê kêliyê ji bo me gelek bi qîmet e. Li Tirkiyeyê tenê Amedê festîvaleke bi vî rengî ya pirzimanî hat lidarxistin. Tenê ev hûrgulî jî nîşan dide ku festîval çiqas mezin û bi nirx e. Me bi zaraveyê Soranî lîstika xwe lîst. Li vir me hem lîstikvanên Amed hem Seqiz û hem jî yên Êlihê nas kirin. Em hem di aliyê çand û hem jî zaman de hev nas kir. Xala me ya hevpar me hemûyan anî gel hev. Amed bajarekî pir xweş e û gel pir mêvanhez e."

'Divê li her qadê xebatên yekgirtinê bê meşandin’

Sumbul Suceiy, diyar kir ku pêwîst e xebatên bi vî awayî yên hunermend û çanda Kurdî tîne li hev gel zêdetir bên lidarxistin û wiha got: “Ne tenê di qada şanoyê de divê di her qadê de festîvalên bi tevlibûnên mezin bên lidarxistin. Divê çand û zimanê Kurdî li her qadê belav bibe. Dîsa ji bo naskirina hev, xebatên bi vî awayî pir bi bandor in. Divê em her dem li kêleka hev bin û bi hev re bixebitin.”

Gel eleqeyek mezin nîşan da

Koma Ronya ku ji bajarê Seqizê hat jî bi lîstika xwe ya bi navê "Odîp" derket ser dikê. Lîstika ku bi şêwaza muzîkalê hat amadekirin, di festîvalê de du caran hat pêşkêşkirin. Şanoya ku bi dehan ciwan cih girtin, bi zaravayê Soranî hat lîstin. Gel ji bo lîstika ku di rojên cuda de hat pêşkêşkirin eleqeyek mezin nîşan da û stranên ku di şanoyê de hatin vegotin jî ji aliyê sedan kesî ve hat parvekirin.

'Ji bo me pir berhemdar û kêfxweş derbas bû’

Endama Koma Ronya Şeypanuy Hadim a di lîstikê de cih girt, der barê festîvalê de wiha got: “Em gelek kêfxweş in ku hatine li vir. Em li Rojhilatê Kurdistanê tevli bernameyên cuda dibûn lê ev bername ji bo me gelek berhemdar derbas bû. Dema me li vir lîstika xwe pêşkêş kir, em gelek kelecan bûn. Lîstika me bi zaravayê Soranî bû lê tevlibûna temaşevanan pir baş bû. Dîsa dema lîstik bi dawî bû, çepikên gel pir xweş bû. Aliyek girêdan û yekgirtinê ya hunerê heye. Me jî di vê festîvalê de ev yek hîs kir. Bi vê armancê pirzimanî hat lidarxistin û em bi hatina li vir re vê yekê pir kûr hîs kirin. Divê bernameyên bi vî awayî gelek bên zêdekirin û belavkirin. Me li vir kêliyên pir xweş jiya Me xwest fêrî zimanê Kurdî û yên li vir jî fêrbûna Soranî bibin. Me li ser dikê bi kelecanek mezin karê xwe kir û hem jî tercubeyên mezin qezenc kir.”

Şeypanuy Hadim, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ez bawer dikim ev yekgirtin ji niha û vir ve jî bidome. Divê gelê Kurd bi huner û zimanê xwe li gel hev bin. Me jî xwest werin li vir û ev hêza yekîtiyê mezintir bikin. Şanoya Kurdî li her qadê mezin dibe. Pêşxistina vê yekê me jî gelek kêfxweş dike. Em ê di vê wateyê de xebatên xwe berdewam bikin.”