Ji jiyana jinan îlhamê girt û bû wênesaz

Wênesaza Tûnisî Raja Ben Nasr a îlhama ku ji jiyana jinan digire li ser tabloyên xwe diteyisîne, wênesaziya ku di demên hemşîretiyê de xeyala wê bû, piştî teqawitbûnê jiyanî kir û bû wênesazek tê nasîn.

NEZIHA BOUSSAIDI

Tûnis – Huner qadeke girîng e ku civak ji berê heta niha xwe tê de îfade dikin û çanda xwe diparêzin û digihînin nifşên din. Her çendî desthilatdaran hewl da qada hunerê ya ku ji muzîkê bigire heta wênesaziyê, ji şanoyê bigire heya dîlanê di nav xwe de dihewîne bikeve xizmeta dewletê, civak karîbû hunera ku pêşxistiye bi nirxên xwe di bin her rewşê de biparêze.

Wênesaza Tûnisî Raja Ben Nasr dibêje ku xêzkirin rêyek e ku jin bikaribin xwe îfade bikin û destnîşan dike ku ger wekî hobî were pêşxistin jî dê nêzîkatiyek erênî û analîtîktir ji raman û bûyerên neyînî re bîne. Raja Ben Nasr berî ku bi profesyonelî dest bi boyaxkirinê bike bi salan wekî hemşîre-pîrik xebitî. Piştî teqawîtbûna xwe, wê dest pê kir ku xewna xwe ya ku wek hobî mabû pêk bîne.

'Min xwe azad hîs kir û ji vê hestê hez kir'

Raja Ben Nasr a ku dibêje ji zarokatiya xwe ve bi wênekêşiyê re eleqedar bûye, diyar dike ku ji ber alîkariya malbata xwe dikir wê demê nikarîbû jêhatiya xwe pêş bixe. Raja Ben Nasr, anî ziman ku ti perwerde nedîtiye û wiha dewam kir: "Min bi xêzkirina tiştên ku ji bo xemilandina malê têne bikar anîn dest pê kir. Min nizanîbû rengan çawa bikar bînim. Ez her tim eleqedar bûm. Pişt re ez zewicîm û zarokên min çêbûn. Min wêne rawestand. Piştî ku keç û kurê min mezin bûn, min ji bo pêkanîna xeyala xwe gav avêt. Di sala 2017’an de min li malê atolyeyek ava kir.

Min li wir dest bi xebata xwe ya yekem kir. Pêşî, min rojê saetek veqetand. Paşê, min hemû rojên xwe dan. Bêyî ku westiyayî û bêzar bibim xêz dikim. Dema ku malbat û hevalên min piştgirî dan min, min biryar da ku ez perwerde bibînim. Paşê min perwerde dît. Vê yekê bawerî da min ku ez bêtir wêneyên profesyonel xêz bikim. Min xwe azad hîs kir û min ji vê hestê hez kir. Huner bi taybetî ji bo jinan xebatek pir erênî ye. Heger wek hobiyê were kirin jî dê hestek xweş bide.”

Jiyana jinan bû îlham

Raja Ben Nasr diyar kir ku ew di tabloyên xwe de serpêhatî û hestên xwe diteyisîne û ji jiyana jinan îlham girtiye û wiha got, “Ez çi hîs dikim jinên Tûnisî yên ku her tim gelek bar li ser milê xwe dikişînin û ez wan xêz dikim. Jin xwedî gelek xislet û jêhatinên ku min teşwîq dikin. Divê em êşa wan ji bîr nekin. Jinên Tûnisî hê jî ji ber zîhniyeta baviksalarî mexdûr dibin. Dema ku ez wek pîrik dixebitim, qet ji bîr nakim ku jin çawa giriyan dema me ji wan re digot zarokên wan keç in. Zilamên ku keçek wan hebû, yekser dê û zarokê ji nexweşxaneyê derdixistin û dibirin malê."

Li Mexrîbê bi 40 tabloyan pêşangehek vekir

Raja Ben Nasr tekez kir ku ew hîn di destpêka rêwîtiyê de ye û got ku ew her ku dibîne xebatên wê ji aliyê malbat, heval û wênesazên din tên ecibandin cesaretê werdigire. Raja Ben Nasr diyar kir ku pêşangeha xwe ya dawî bi 40 tabloyên bi navê "Parfumên Hêza Xeyalê" li Rabata paytexta Mexrîbê vekiriye û diyar kir ku di nav resamên herêmê de eleqeyeke mezin ji pêşangehê re hatiye nîşandan.

‘Her wêne ji bo min vejînek e’

Raja Ben Nasr axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Ne hêsan e mirov mijarek wiha bibîne ku veguherîne tabloyê. Carna nîvê şevê ji bo fikrekî jiyanî bikim ji xewê radibim an jî ji ber tişta ku dixwazim xêz bikim nikarim xew bikim. Hemû mijarên wêneyên min xwe dispêrin hêstekî rasteqîn. Her wêne ji bo min vejînek e.”