Cejna Cimaya Pîra Fat û Pîra Libina hate pîrozkirin

Li gundê Cefrî ya Şengalê civaka Êzidî Cejna Cimaya Pîra Fat û Pîra Libina pîroz kir.

Şengal – Bi hatina sala nû re Cejna Cimaya Pîra Fat û Pîra Libina ya yek ji cejnên civaka Êzidî ye, li gundê Cefrî ya bajaroka Xanesorê ya Şengalê hat pîrozkirin.

Rojek beriya Hilêl û perî were siwarkirin, micewir û oldar Qûban Ciwankirin û ji bo roja duyemîn a pîrozbahiyê amadekirin. Di roja duyemîn de jî bi rê û resmeke olî Hilêl (hîlal) û perî hatin bi coşeke mezin û li ber tilîliyên jinan hate siwarkirin. Jin û mêr bi cil û bergên gelerî tevlî merasîma pîrozbahiyê bûn, li qûban ji bo miraza wan qebûl bibe, li nava qûbê girêk li periyan dan û maçî kirin.

Piştî girtina li ber herdu qûban welatiyan govend gerandin. Her sal bi rê û resmên Cimayî hemû qûb ango perestgehên Êzidiyan tên paqijkirin û nûkirin û vêya bi rê û resmên olî yên du roj dikşînin pêk tê.