Êş afrîneriyê zêdetir dike

Hewesa helbestvan Melîka Weliyalî ya ji helbestan re di biçûkaniyê de wekî tovek zîl dide. Rêsandina hestan di dibistana seretayî de pê re dest pê dike, her ku sal diçin afrînerî jî pê re mezin dibe ango wekî bi xwe dibêje: "Dema em diêşin afrînerî mezintir dibe."

HENAN HARÎT
Mexrib - Di 2010’an de berhema yekem bi navê "Agirê Rihanan" ku kêliyên jiyana helbestvan dihune, bi navgîniya nivîsê êş û zehmetiyên ku hestên jinan tevlihev dikin rewşên ku rojane tê re derbas dibin vedibêje. Melîka Weliyalî pirtûkek bi navê "Qîrînên çolistanên agirî" weşand. Ev pirtûk jî li ser êşên jin û mêrên di kampên Tendof ên ku li ser sînorê herêma başûrê Mexribê û bakûrê Morîtanyayê ye. Kêliyên ji êşan bi şêwazeke nerm û balkêş rave dike.
Bi hevdîtinek bi helbestvan û nûçegihana Mexribî Melîka Wiliyalî ya ku nemaze nivîsandinê heya astek sermestbûnê dibîne û têkiliya nivîsandin û afirandinê û nêrînên xwe li ser mijarên jinên Mexribî ji ajansa me re nirxand.
Hûn dikarin destpêka rêwîtiya xwe ya ji bo cîhana helbestan rave bikin?
Destpêk bi qeşengî û guhdarkirinê, domdarî ji helbestên kevin û nûjen re û hemû malikên ku rastî min dihatin min ezber dikir û bi hesteke dildarî zarokanî ji derdorê re dixwend. Bi vî rengî hezkirina min di dibistana navîn de şax da. Heya di qonaxa amadehî de hewesa min ber bi afirandinê ve çû, ev bû sedem ku di zanîngeha wêjeyê ya li Mihemediyê, têkiliya min bi helbestvanan re berfirehtir bû.
Dîwana we ya "Agirê Rihanan"ev nav çawa hat hilbijartin?
Ew ji koma helbestên "Agirê Rihanan " hatiye ku bi şewitandina êş û zehmetiyan a  kesayetiya helbestvan û xîtaba wî/ê  ji yên din re di ahengiyek de ne ango em dikarin bibêjin yekjimarê bi pirjimaran bi nav dike. Navê dîwanê ji mecazî hatiye der barê kesayeteke nazik de ku hewl dide bi agir vemirîne lê ew têdikoşe her berxwedanê dike serbilindî û xwedî hêzeke wekî gula Rihanê ye da ku bijî.
We di dîwana xwe de qala şewat û êşên ku jin dikşînin bi saya tenêtiyê, çi we diêşîne wek helbestvan?
Xweşî û nexweşiya jiyanê hestên kêfxweşî û êşkişandinê, hestên mirovî ne, şert û mercên jiyanê gelek in, ger bi êşa derdorê re neêşin wê demê em ji mirovbûnê bê par dibin û jêderên êşan pir in li gorî qonax û demsalên jiyanê tên dabeşkirin.
Hûn gotina ‘êş helbesvanan diafirîne’ çawa dibînin?
Bêguman, ji ber ku dema em diêşin afirandin mezintir dibe. Di dîroka mirovahiyê de piraniya helbestvanan êş û zehmetiyên xwe bi riya honandina hestan vegotine. Bi rêbazeke bedew û xweş êşên ku kişandine vedibêjin, mirovahî pê re dest pê dike û  wekî çandên mirovahî tê pejirandin.
Hûn serkeftina helbestvanên jin di kîjan helbestan de dibînin a honandî yan pexşan de?
Afrînerî azadî ye ango tu caran afrînerî nayê kelepçekirin. Dema helbestvan hestên xwe birêse bi riya derbirînên honandî yan dibe pexşan an jî helbestên honandî. Bi  muzîka hundirîn tên nivîsandin û ya pexşan jî bi wêne tê dagirtin. Her du jî êş û tengasiyan derdibirînin wekî ku siwar li hespek siwar dibe û kêfxweşiya xwe belav dike. 
Di dema nivîsandinê de rê û resmên we yên taybet hene? 
Na demên taybet nîn in, hemû tiştên ku te ber bi cihek ve dibin, hêvî û wêneyên helbestî li te dike, qelebalixeke wekî zerpên baranê ber bi ronahiyê ve diçe. Dema ku  afrîner ji nakokiyên hestan û êşan rizgar dibe ronahiyê dibîne.
Afirandin bi helbestvan re dimîne gelo? Ango wekî mirov pîr dibe?
Mirov ne amûreke ku kengî bixwaze hestan bi rêbaza honandî ya pexşan binivîsîne. Afirandin bi hemû rengên xwe ji cureyan dûr e. Kesên afrîner li gorî şert û mercan dinivîsin. Têkiliya vê yekê bi temen re nîn e ango afirandin wekî afrîner e bi deman re li hev nakin.
 We tu carî ji nivîsandinê nefret kiriye, yan jî hûn difikirin dev jê berdin?
Nivîsandin meyleke kesayeta xwe û xeynî xwe rave dike. Dibe ku demên taybet ji xwe re veqetîne lê belê ev jî destpêka gavavêtinek, afirandinek nû ye, hestên nû li xwe dipêçe da ku hebûna xwe teqez bike lewre berdan, dûrketin ji afrandinê nîn e.
Tevî dîwana "Agirê rihanan" we pirtûka xwe ya "Qîrînên çolistanên agirî" çap kir, ev pirtûk qala çi dike?
Belê pirtûka" Qêrînên çolistana agirî " der barê êş û zehmetiyên îşkenceyên li kampên Tendofê li ser mirovahiyê de ye. Her wisa bi zimanê Îspanî jî bi navê "ardientes el sahara gritos" hat weşandin. Helbet hin berhemên din hene wê di demek nêz de ronahiyê bibîne.
Di vê pirtûkê de êş û zehmetiyên ku jin dikşînin û jiyana wan a d şert û mercên giran de her wiha wêneyên ku îşkenceyên li mirovahiyê tên kirin nîşan dide ango li wijdanê mirovahiyê digere.
We di pirtûkê de qala sê bûyerên ku di wê dojehê de tên jiyîn kirine. Yên ku êş û pêşeroja wan radestî rayadarên mirinê hatine kirin.
We xwe di qade hebestê de îsbat kir? 
Ez ji analîzeke objektîf bawer dikim, min nivîsand û her wê berdewam bikim û baweriya min bi xebatên çandî heye. Ji ber ku pê re xewn, şikestin û hêviyên min her li dar in her wiha bi wijdan parvekirina wêneyên bi êş e, ev jî erk e û berpirsyariya min e, ez ne rexnegir im û bi vê rolê jî nalîzim.
Zehmetiyên di weşandina berheman de hûn dikşînin çi ne? 
Tu astangî nîn e ji bilî rewşa aborî, ev jî her kes dijî, pirî caran aboriya te têrî pêdiviyên sereke nake. 
Nirxandinên we li ser helbestên jinên Mexribî çi ne?
Afirandin yek e nayê dabeşkirin, wekî kesayet navlêkirina navbera jin û mêran nîn e. Helbestvan û nivîskarên jin jî hene. Her kes li gorî rêbazên xwe hestan derdibirîne. Ger em qala helbestê bikin em ê xwe li beramberî tevgera nivîsandinê ku di salên nodî de derketine bibînin. Gelek jinên helbestvan li Mexribê û hîn jî bi gelek berhemên xwe di qadên helbestan de hebûna xwe bi nivîsandina gotar û helbestan didomînin. Di qehwexane û forumên edebî de hestên bi rûmet ku bal dikşînin ser xwe vegotine.
Hûn hevrûkirinek çawa di nava helbestên Mexribê, cîhana Ereb û ya gîştî de çêdikin?
Dibe ku hemû dîmenên çandî ji ber ku hin xal li hev dikin, berjewendiyên hevpar û nêzîkbûneke çalakiya çandî dişibin hev hebin lê em nikarin prensîba civakek ji ya civakên din înkar bikin. Ji ber ku her civak xwedî çand û dîrokek cihêreng e, heya di hundirê civakê de jî ev yek heye, wekî ziman, meylên ramanî, şêwazên derbirînan hemû çanda civakê rave dikin lê li dawiyê de digihîjin xaleke ku xwendevan bi bedewiya vegotinê re were girêdan. 
Ger hûn wezîra çandê bûna, projeyên ji bo helbestan wê çi bûna?
Tu carî rewşeke wiha nefikirîme, bala min nekişandiye û hêviyên min qet nîn in ku bibim wezîra çandê. Nameze afirandina ku min ber bi ronahiyê ve dibe ku êş û zehmetiyên mirovan vebêjim. Ji bo piştgirîdayîna helbest û xebatên çandî, ev pêdiviyeke bingehîn e. Ji ber ku di projeya çandî de weşan tune ne çendî kêm bin jî lê formulekirina çandeke çandî ya entegere heye. Ji ber ku bingeha pêşveçûnê di hemî aliyan de ye. 
Komele û saziyên çandî li Mexribê çawa li derdora dengên helbestvanan kom dibin?
Di piştgiriyek çandî de ji bo xabatên çandî li Mexribê heke hebe, bi şahiyek weşandina û îmzekirina pirtûkek an semînek de be, ev hemî jî têrê nakin û kela me narijînin. Ji ber pêwîstiya me bi berfirehkirina qada çandî ya ji bo xwendin û nivîsandinê heye. Ji bo ku xebatên çandî di geşedanên civakî de bi pêş bixe .
Hûn wekî helbestvan û rojnameger, hebûna jinan a li Mexribê di qada siyasî û navendên biryargirtinê de çawa dinirxînin? 
Tevî tomarkirina gelek destkeftiyên di parlamento û meclisên hilbijartî de, rewşa heyî hewldanên mezintirîn dixwaze. Em li gorî mafên wekhevî, di vî warî de bi bîr tînin daxwazname radestî parlamentoyê û nîqaşa civak û mafên mirovan a serdest tê kirin da ku di pratîkê de pêk were.