Li Kerkûkê berendamên serbixwe li nav gel digerin

Du berendamên serbixwe yên bajarê Kerkûkê Şîrîn Ebdula û Sara Sitar dan diyarkirin ku reşwa jinan li Kerkûkê di rewşek xirab de ye, rêjeya kuştina jinan zêde bûye û zagon girîngî nadin jinan û dan zanîn ku wê derfeten xebatê ji bo ciwanan peyda bikin û zagonek taybet ji bo jinan derbixin da ku ji bo pirsgirêkên jinan bibe çareserî.

TEWAR PENCEWÎNÎ
Kerkûk- Parêzer û berendama serbixwe ya hejmara 33 di bazneya 1 a bajarê Kerkûkê Şîrîn Ebdula,  çalakvan û berendama serbixwe ya bi hejmara 24 di bazneya 1 ya bajarê Kerkûkê Sara Star berendamên hilbijartina encumena nûnerên Iraqê ne. Di hevpeyvînek bi ajansa me re behsa pirsgirêkên li Kerkûkê kirin û dan zanîn ku dema werin hilbijartin wê xebatê ji bo jin û ciwanan bidin meşandin.
Kerkûk yek ji wan herêman e ku dikeve çarçoveya medeya 140’an. Di vî bajarî de her yek ji partiyên siyasî yên herêma Kurdistan û Iraqê hewl didin dengên xwe zêde bikin. Lê belê ev reqabet nikarin xizmetê ji bo Kerkûkê bikin. Heta aliyên siyasî, civakî û aborî rûbirûyî qeyranan tên û jin û ciwan herî zêde ji vê qeyranê para xwe digrin. 
Herdu berendamên serbixwe yên bajarê Kerkûkê Şîrîn Ebdula û Sara Sitar der barê bangeşiya hilbijartinên pêşwext ên encûmena nûnerên Iraqê de ji ajansa me re axvîn.
“Hilbijartinên vê carê dikarin guhertinan di rêveberiyê de çêbikin”
Parêzer û berendama serbixwe Şîrîn Ebdula der barê rewşa Kerkûkê de wiha got: “Bajarê Kerkûkê û jinên Kerkûkê di rewşeke xirab de dijîn. Piştî sala 2003’yan parlamento û berendam nikaribûn bi gelê xwe re bikevin nava têkiliyan û xizmetê ji wan re bikin. Li Kerkûkê pirsgirikên aborî, rêvebirin û siyasî hene, vê yekê jî bandor li ser jiyana hemwelatiyan kiriye. Min çareserkirina van pirsgirêkan weke erkeke ji bo xwe dît ku bibim berendam da ku bikarim di parlamentoya Iraqê de xizmetê ji bo gelê Kerkûkê bikim.”
Şîrînê bal kişand ser bangeşeya hilbijartinê û wiha got: “Dema ku em ji bo bangeşaya hilbijartinê diçin nava gel, dibînin ku bêbaweriyek heye. Sedema vê yekê jî di dema bangeşeyên gilbijartinan de, sozên ku hatine dayîn û nehatine pêkanîn e. Hemwelatî dibêjin wê hilbijarinên vê carê jî weke yên berê be, ez ji ji wan re dibêjim hilbijartinên vê care wê ne wek yên berê bin, cudatir bin, hûn dikarin bi hilbijartina berendamên serbixwe guhertinê di rêvebirinê de bikin û pêngavên baştir ji bo xizmetkirina Kerkûkê bavêjin.”
“Hinek zagon destûr didin lêdana jinan” 
Berendama serbixwe Sara Sitar ev nêzî 9 salan e di rêxistinan de weke çalakvanek xebat dide meşandin, nêzî pirsgirêkên di nava civakê de ye û dide diyarkirin ku ximetkirina ji gelê Kerkûkê re weke erkê ji bo xwe dîtiye û bûye berendama serbixwe, der barê destûr û zagonan de wiha dibêje: “Di destûra mafdayîna her kesê de di zagona sezadanê valahî heye. Mînak zagon heye lêdana jinan erênî dibîne, ev zagon li dijî destûran e û divê guhertin di wan de were kirin. Karê me jî temamkirina zagona tundîtujiya li dijî jinan e. Di parlamentoya Iraqê de heta niha ev zagon nehatiye erêkirin. Her wiha em ê kar bikin ji bo bidestxistina mafên jinan. Heta niha tu projeyên xebatê ji bo jin û ciwanan nehatine çêkirin û her wiha çend pirsgirêkên din ên weke zêdebûna tundîtujiyê û kuştina jinan heye bêkariya ciwanan pêwîst e werin çareserkirin. Ez weke kesek zagonan dizane, pêwist dibînim ku xebatên cidî li ser zagonan bikim û pirsgirêkên jin û ciwanan çareser bikim.”