‘Sekna Kurdê azad li ber polîtîkayên dagirkeriyê weke metirsî tê dîtin’

Hevseroka Giştî ya Tevgera Azadiya Komeleya Kurdistan Tara Hisên a li ser şer û qeyrana ku li heremê û tevahî Rojhilata Navîn didome axivî bal kişand êrişên dewleta Tirk û got: “Sekna Kurdê azad li ber polîtîkayên dagirkeriyê weke metirsî tê dîtin.”

HÊLÎN EHMED

Silêmanî – Şerê cîhanê yê sêyemîn ku weke navend li Kurdistanê û Rojhilata Navîn dimeşe didome. Li gel pêkanîna berjewendiyên xwe yê hêzên navnetewî li ser erdnigariya Rojhilata Navîn, dewleta Tirk jî li dijî Kurdistanê êrişên xwe yê li dijî hebûn û nasnameya gelan didomîne. Hevseroka Giştî ya Tevgera Azadiya Komeleya Kurdistanê Tara Hisên bal kişand şer û qeyrana ku li heremê û tevahî Rojhilata Navîn didome û qeyranên ku bi vê şerê re xwe nîşan dide nirxand.

Tara Hisên da zanîn ku xelkê herêma Kurdistan xwedî destkeftî û cihê xwe ye lê belê dewleta Tirk vê rastiyê qebûl nake, êrişî herêma Kurdistan û Iraqê dike û wiha got: “Bi plana dewleta Tirk û kesayetiya Erdogan, di referandûmê de desthilatdariyê herêmê ji sedî 51’ê xaka Kurdistanê ji dest da. Her wiha niha jî planên din ji bo ji destdana beşên din ên Kurdistanê xistiye meriyetê. Dewleta dagirker a Tirk Kurdek azad li ku derê cîhanê hebe, ji bo xwe weke metirsî dibîne û êriş dike. Hewl dide bi riya dost û beşek ji Sunî, Tirkmen û Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK) bingeha xwe li herêma Kurdistanê dayne. Lê belê di aliyê aborî, siyasî, dîplomasî û piştî hilbijaratina encûmana parêzgeha Kerkûkê têk çû.”

‘Dewleta Tirk dixwaz Iraqê bixe nava şer’

Tara Hisên destnîşan kir ku niha hevdîtinên Tirkiyeyê bi Iraqê re cuda ne, armanca wan ew e ku beşek ji Sunî û Tirkmenên Iraqê jê re bixebitin lê belê parçe bûne. Hewl didin li herêma Kurdistanê PDK jê re kar bike û wiha domand: “Herêma Kurdistanê bi xwe di nava qeyrana siyasî û aborî de ye, ji ber wê niha Tirkiye rasterast pêwendî û guftûgoyan dike. Iraq dizane hewldana Tirkiyeyê ji bo ji holêrakirina aramiya Iraqê û Herêma Kurdistanê ye. Ji ber naxwaze bi tenê beşdarî vî şerî bibe û hewl dide Yekitiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) bixe nava şer. Dewleta Tirk bi piştevaniya NATO’yê bi çavneqandina  serdestan bi piştgiriya PDK’ê di operasyonan de nikare serkeftî be.”

‘Iraq li hemberî dagirkeriyê bêdeng e’

Tara Hisên bal kişand bê dengiya Iraqê yê li hemberî êrişên dagirkeriyê û ev tişt got: “Çavneqandina Iraqê li operasyonan ne rewşeke nû ye. Gelek caran operasyonên dagirkeriyê rûdan, me helwestek radîkal a Iraqê nedît. Ji aliyê dewleta Tirk ve çekên kimyewî û çend çekên din li xaka Iraqê hatin bikaranîn, ziyanek mezin dan mirov û xwezayê, ev jî ji ber berjewendiyên hevpar e, wisa kir ku Iraq çavên xwe li hemberî dagirkeriyê bigre.”

‘Gelê Kurd îradeyak bi hêz nîşan da’

Tara Hisên di berdewamiya axaftina xwe de îşret bi wê yekê kir ku gelê Kurd li hemberî dagirkeriyê îradeyek bi hêz nîşan daye û ev tişt anî ziman: “Bi destxistina çekên li dijî balafirên bê mirov di destên gerîlayên Kurdistanê de hêzeke cuda daye gelê Kurd. Her wiha dewleta Tirk a dagirker tirsek mezin dijî. Ew îradeya ku îro dikare vê çekê bi dest bixe, wê sibê gelek çekên din ên pêşketî bi dest bixe.”

‘Wê pêşeroj bibe pêşeroja me’

Tara Hisên amaje bi wê yekê kir ku gel û aliyên siyasî li çar aliyên Kurdistanê bi taybetî li başûrê Kurdistanê di qonaxeke girîng de ne û wiha got: “Ev destkeftî yan wê ji dest werin dayîn, yan jî wê destkeftiyên zêdetir bi dest bixin. Divê hemû aliyên siyasî ji bo parastina destkeftiyan bibin yek û em piştgiriya hev bikin, xwedî li mafên xwe derbikevin. Wê pêşeroj bibe pêşeroja me û serkeftin gelek nêz e. Bila her yek bibîne ew hêzên ku pişgiriya neteweyî û gelan dikin divê yekgirtî bin û îro roj roja wan hêzan e ku ji bo gel û niştîmanê têdikoşin.”