‘Şerên li Rojhilata Navîn dê encamên giran ji bo bo hemû cîhanê bînin’

Endama Konseya Jinan a Neteweyî Sanaa Al-Saeed, bal kişand ku dê hemû şerên li Rojhilata Navîn ji bo hemû cîhanê encamên giran bi xwe re bînin, mînaka DAIŞ’a ku li ser hemû cîhanê gef e da û bal kişand ser têkilî û hevgertina navneteweyî.

ASMAA FATIHÎ

Qahîre – Endama Meclisa Nûneran û Konseya Jinan a Neteweyî Sanaa Al-Saeed, li ser polîtîkayên şer ên ku ji aliyê pergalên serdest ve ji Rojhilata Navîn tên meşandin û bandorên wan ên li ser mirovan çêdibin nirxandin kir. Sanaa Al-Saeed, bal kişand ku pevçûnên heyî fikaran zêde dikin û got: "Li  Filistîn, Sûdan Sûriye, Lubnan û Urdunê şer heye. Ji ber wan şeran krîzên mezin çêbûne. Hemû jî felatekên mezin in û bedelên wan jî mirovên ku li wan welatan dijîn didin.”

‘Dê şer û pevçûn ji bo hemû cîhanê encamên giran bi xwe re bînin’

Sanaa Al-Saeed, bal kişand ku pêşketinên rojevî yên li Qenala Suveyş a Yemenê, mirov didin fikirandin û got ku encamên şer û pevçûnan dê ji bo hemû cîhanê giran bin. Sanaa Al-Saeed bal kişand ku divê pêşî li polîtîkayên şer ên li ser Rojhilata Navên tên meşandin were girtin û got: "Rewra heyî bi taybetî jin û zarokan bi bandor dike. Li welatên ku şer û pevçûn li wan hene, mafên mirovan tên binpêkirin, qetliam zêde dibin. Ji bo pêşî li vê were girtin divê mudaxele were kirin.”

‘Bêîstîqrarî dê zirarê bide hemû welatan’

Sanaa Al-Saeed, bal kişand ku ji ber polîtîkayên şer mirov ji cih û warê xwe koçber bûne û got ku dê ev koçberî her biçe zêdetir bibe. Sanaa Al-Saeed, got: “Ger welatên Rojava bibêjin qey ji vê yekê îzolekirî ne dixelitin. Rastî ew e ku berê, dema ku DAIŞ derket holê û di encama vê de bûyerên li Libyayê qewimîn bandorê li ser hemû cîhanê kirin. Ji ber vê welatên rojava divê wisa dualî nelîzin lewre bêîstîqrariya li Rojhilata Navîn dê tenê kesên li wê derê bi bandor neke dê zirarê bide hemû welatên cîhanê.”

‘Divê saziyên mafên mirovan ên navneteweyî berpirsyariyên xwe bi cih bînin’

Sanaa Al-Saeed, bal kişand ser peymanên mafên mirovan ên navneteweyî û wiha domand: "Behsa mafên mirovan dikin lê tenê di gotinê de dimîne, tiştên ku pêwîst e nakin. Welat tên dagirkirin, axa welatiyan tê xespkirin lê sazî û rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî, berpirsyariya xwe bi cih naynin. Divê li Rojhilata Navîn blokek bi hêz were avakirin û hewldan bibin yek.”

‘Divê hevgirtina jinan zêdetir bibe’

Sanaa Al-Saeed, diyar kir ku di şerê li Xezayê de zêdetir jin û zarok tên qetilkirin û li dijî vê yekê bal kişand ser piştgiriya jinan a ji bo hev. Sanaa Al-Saeed, gotinên xwe wiha domand:

“Bandora hewldanên bi hev re girîng e û mînaka vê yekê ya herî xweş piştgiriya li Xezayê ya ku di dema şer de derketiye holê ye. Li welatên ku şer û pevçûna li wan didome, li dijî pêkanînên ku mafên jinan binpê dikin divê piştgirî zêdetir bibe. Divê ji cihî ve çareserî werin pêşxistin û îstîqrar pêk were. Di demên şer û pevçûnan de mirov pêdivî bi piştgiriya navneteweyî dibînin. Em li Misirê piştgiriyê didin jinên Filistînî, Sûdanî û Sûriyeyî, hewl didin bandorên şer ên li ser wan çêbûne kêm bikin.”