‘Çareserî dê bi Sûriyeya demokratîk û ne navendî pêk were’

Cîgera hevserokên meclisa navçeya Til Temirê Madlên El-Ibêd got ku armanca projeya Rêveberiya Xweser Sûriyeya demokratîk û ne navendî ye û bang kir ku hikûmeta Şamê ji bo çareseriyê li ser maseyê rûnê.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê – Krîza Sûriyeyê di Adara 2011’an de dest pê kir, ji bo çareseriya wê li gelek welatan civînên Astanayê hatin lidarxistin lê encam ji wan derneket. Dewleta Tirk, di demên ku li Bakur û Rojhiatê Sûriyeyê li dijî DAIŞ’ê têkoşîn dihat meşandin, di Tebaxa 2016’an de bi dagirkirina Cerablûsê, destwerdana Sûriyeyê kir û pêla dagirkirin û parçekirina axa wê heta Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî domiya.

Têkildarî girîngiya çareseriya siyasî di navbera Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Şamê de Cîgera Hevserokên navçeya Til Temirê ya Kantona Cizîrê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Madlên El-Ibêd axivî.

'Krîza Sûriyeyê kûr û dirêj dibe'

Madlên El-Ibêd got ku destwerdana hêzên herêmî û navdewletî ji Sûriyeyê re ji lawazbûna helwesta siyasî hatiye û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Bi dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî re ji hêla dewleta Tirk ve krîza Sûriyeyê ya ji 2011’an ve li welat dest pê kir, kûrtir bû. Hedefa êrîşên dagirkeriyê ew e ku tevger û jiyanê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rawestîne û felc bike, her wiha herêmê di nav bêewlehiyê de bihêle û bandorê li qada aborî bike. Dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cih û mekanên gel hedef digre êrîş dike, êrîşên li ser cotkaran jî ji vê yekê tên. Hewl dide her dem wan di nav sawê de bihêle û rê li koçberiyê veke. Hedefgirtina cotkarên di nava zeviyan de, dikeve rêzesûcên şer li dijî mirovahiyê, ji ber dagirker şerê pariyê nanê wan ê rojane dike. Koçberî jî planeke ji êrîşên li ser herêmê ye."

Neçareseriya dosyeya DAIŞ’ê

Madlên El-Ibêd bal kişand ser çalakbûna çeteyên DAIŞ’ê yên di demên dawî de û sedema wê û bandora wê ya li ser herêmê û wiha anî ziman: "Cîhan tev dizane dewleta Tirk DAIŞ’ê terorîst wekî zaroka xwe ya delalî xwedî û mezin dike. Dewleta Tirk rê û derfetên ji nû ve bihêzkirina çeteyan li herêmên dagirkirî û herêmên me, bi êrîşên xwe dibîne da ku li herêmên me bêîstîqarî çêbibe. Armanc ew e ku bi awayekî hêsan bikaribe herêman dagir bike, dewleta Tirk ji derve û hewayî ve, çeteyên DAIŞ’ê jî hundir ve êrîş dikin. Li bejahiya Sûriyeyê DAIŞ careke din xwe komî ser hev dike, li Kampa Holê jî Eşbal El-Xîlafê xwe mezin û perwerde dike. Ev hemû jî li ser herêma me û giştî Sûriyeyê xeteriyê ava dikin, sedema ku hişt careke din teror xwe ji nû ve bihêz bike, neçareseriya dosyaya DAIŞ’ê di asta navdewletî de û neçareseriya krîza Sûriyeyê ye."

'Feydekarê mezin dewleta Tirk e'

Madlên El-Ibêd da zanîn ku dirêjkirina krîza Sûriyeyê xizmeta gel û neteweyên wê nake û wiha pêl da gotinên xwe: "Krîza Sûriyeyê bi destê rû û hêzên hegemon ên veşartî dirêj û kûr dibe. Hêzên ku sûdê ji krîzê digrin hene, ji lewre her car berê wê didin aliyekî û krîzeke nû di nava krîzên heyî de derdixin holê, weke ku agir bi ser benzînê de birijînin. Dewleta Tirk feydekarê herî mezin ê vê krîzê ye, bi êrîşên leşkerî û dagirkirina parçeyên ji Sûriyeyê dihêle ku çareseriyên siyasî li asoyan xuya nekin û dûr bimîne. Gelê Sûriyeyê di nav cîhanê de berbelav bû, heta niha çareseriyeke siyasî ji bo vê krîzê nehatiye peydakirin. Gelê Sûriyeyê di warê civakî, aborî, tenduristî, erdnîgarî û hwd. êşan dikşîne."

'Çareseriya siyasî divê bi Sûriyeya demokratîk û ne navendî pêk were'

Madlên El-Ibêd got ku çareserkirina krîza Sûriyeyê bi leşkerî nabe û wiha banga çareseriya siyasî li aliyên pêwendîdar kir: "Çareseriya siyasî tenê dikare krîza Sûriyeyê biqedîne û birînên gelê wê yê mayî derman bike. Hikûmeta Şamê îdia dike ku projeya Rêveberiya Xweser projeyeke parçekirina Sûriyeyê armanc dike lê bila vê baş bizanibe niha Sûriye parçekirî ye û yê ku ew parçe jî kir dewleta Tirk a dagirker e. Projeya Rêveberiya Xweser Sûriyeya demokratîk û ne navendî armanc dike û ev e ya ku niha Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser wê dixebite. Dûrî hemû partî û hêzên berjewendîperest em banga çareseriya siyasî dikin û bang li hikûmeta Şamê dikin ku werin ser maseyê, ji bo gel çareseriyeke hevpar were dîtin û krîz were çareserkirin, da ku careke din hemû netew ol û mezhebên li ser vê axê werin cem hev û bi awayekî aram û bi ewle bijîn."