‘Êrişên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê destdirêjî ye’

Çalakvana mafên jinan Zulfan Xerîb bal kişand ser êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê, destnîşan kir ku ev êriş destdirêjiya li ser xaka Kurdistanê ne.

BENA ROZ

Silêmanî – Êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê ku bi armanca dagirkeriyê pêk tîne didomin. Di van êrişan de welatî tên hedefgirtin, çekên kîmyewî tên bikaranîn. Çalakvana mafên jinan Zulfan Xerîb a li ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk axivî, destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê destdirêjiya li ser xakê ye.

Zulfan Xerîb bal kişand ser êrişên dewleta Tirk û got: “Mafê Tirkiyeyê nîn e destdirêjiyê li ser xaka Rojavayê Kurdistan bike û bi taybetî li başûrê Kurdistanê kesan ber bi şerekî nerawa ve dibe, da ku Kurd nebin xwedî statu. Her dem bi hincetek binpêkirin zêde dibe û beşek zêde ya xakê ji aliyê dewleta tirk ve hat dagirkirin. Dewleta tirk di qeyraneke mezin a aborî û ewlehiyê re derbas dibe. Piştî hilbijartinê ev pitrast bû civaka Tirk ji sûcên desthilatdariyê nerazî ne. Ji ber wê yekê jî dewleta Tirk sînorên xaka Kurdistanê derbas dike, bi armanca valakirina herêmê ji mirovan û dagirkirinê êrişî xaka Kurdistanê dike.”

‘Rojava DAIŞ’ê têk bir’

Zulfan Xerîb anî ziman ku li Rojavayê Kurdistanê piştî têkçûna DAIŞ’ê dewleta Tirk dest bi êrişan kiriye û got: “Rojavayê Kurdistanê bû cihê şerê DAIŞ’ê û êrişên dewleta tirk lê belê jinan bi cesaretek mezin denge xwe derxist û li dijî hemû êrişên şerekî bêhempa dan meşandin, wêneyek gelek xweş nîşanî cîhanê da ku ne li bendê bûn. Ev gotin jî heye li welatê Rojava ku dibêjin ‘Rojava li cihê hemû cîhanê rûberûyî DAIŞ’ê bû lê belê mixabin piştî lewazbûna DAIŞ’ê li herêmê, dewleta Tirk dest bi êrişkirinê kir xakek zêde dagir kir û geleke mirov bûn qurbanî û darên zeytûnan tune kirin, li Rojava ciwanan jî di oxira Kurdistana azad de şehîd bûn.”

 Zulfan Xerîb di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Her çendî em li herêma Kurdistanê xwedî xaka azadkirî be û meclisa me heye jî lê belê divê hikumeta Iraqê jî li dijî van êrişan xwedî helwest be û parastina parçeyên Kurdistanê bike. Dewleta tirk bi balafirên bê mirov êrişî hemwelatiyan dikin da ku cihên xwe vala bikin lê belê xelk li ber xwe didin û cihê xwe vala nekin, ev girîng û hêja ye. Divê hêzeke ewlehî hebe ji bo parastina xak û hemwlatiyan.”