Amadekirina megdosê

Rifha Ehmed a ji bajarê Qamişloyê, amadekariya zivistanê dike dibêje ku xwarina Bi destan tê amadekirin xweş û paqij e.

EBÎR MIHEMED
Qamişlo - Sifreya Rojavayê Kurdistanê her dem tijî ye û her cureyên xwarinên xweş li ser peyda dibin. Bereketa axa Rojavayê Kurdistanê li ser sifreya wan jî xuya dibe. Di her payîzê de dayik ango jin ji bo ku zivistanê zehmetiyan di aliyê xwarin û vexwarinê de nejîn, amadekariyên mezin dikin. Li hemû herêman bê îstîsna çandek heye ku demek salê ye û jê re mûnet tê gotin. Di van deman de xwarin bi şêwaz û awayên cihêreng tên çêkirin. Di heman demê de ji bo wan tê hesabê ku rojên zivistanê, nebûna xwarinên demsalî û bihayên zêde bi kar tînin. Jina bi navê Rifha Ehmed ji bajarê Qamişlo – Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye û bi amadekariyek mezin dest bi çêkirina mûneta zivistanê kiriye û niha jî çêkirina megdûzê kiriye. Rifha Ehmed der barê çêkirina megdûzê de nêrîna xwe parve kir. 
Mûnet, her cureyên xwarinên ku di demsalên xwezayî yên demsalî de tên parastin da ku hebûna xwe di zivistanê de piştrast bikin. Di peyva erzaqan de şînahî, baqil, tirşî, genim, nebat, şekir, gul û giha hene. Hewcedariya mirovên malê salek an zêdetir pêk tîne û her tiştê ku dikare di zivistanê de were xwarin radike. Jin di dema çêkirina erzaqan de hemû cureyên ku jê re tê gotin mûnet amade dikin û di nav wan de jî penîr, megdûs, zeytûn, tirşî, jam, tir û rûn, dimsa firingan, dimsa îsotan, miloxî, pelên tirî, ji bilî gelek tiştên din.
Rifha got ku her sal hemû cureyên mûnetan çêdikin û wiha got: "Ez amadekariya mûnetên zivistanê dikim. Di dema zivistanê de gelek cureyên nebat û şînahiyan peyda nabin ji ber ku dema wan derbas dibe û ji bo vê yekê ji bo em rojên zivistanê pê derbas bikin wan radikin. Her wiha di demsala zivistanê de şînahî û pêdiviyên taştê li bazaran buha ne. Em gelek mûnetan wekî megdûs, bamî, bacanên reş, mireba û gelek cureyên cuda çêdikin û her malek li gorî pêdivî û hezkirina xwe, cureyên cuda yên mûnetan çêdike. Ji meha Tebaxê ve amadekariyên mûnetên zivistanê tên kirin û di Cotmehê de bi dawî dibe, ji ber ku piştî wê demê hemû tehl dibin.”
Awayê çêkirina megdûz û hilanîna wê
Rifha li ser şêwaz û awayê çêkirina megdûsan wiha dibêje: “Yek ji wan mûnetan jî megdûs e, Megdûs jî şêwazeke wê yê taybet ji bo hilandinê heye ku destpêkê bacanên reş tên kelandin û di safokan de tên xwêkirin û di bin barekî giran de tên zuhakirin du rojan, paşê jî bi gûz, sîr, bîberên sor tên dagirtin û di mertebanan de tên rastkirin û zeyta zeytûnan li ser tê kirin. Her malek li gorî hejmar û hewcehiya xwe ya salê kîloyên megdûsan zêde yan kêm dike. Her wiha her malek li gorî hezkirina xwe ji tiştan re, mewadên xwe tevli megdûsan dike. Malbata min ne gelek in lê ji ber ku em gelek jê hez dikin, me gelek çêkirin. Megdûs û mûnet bi giştî jî, salekê zêdetir jî li ber xwe didin û xira nabin ji ber ku piraniya wan bi zeyt û xwê tên hilandin."
Rifha da zanîn ku mûnet xwarina wan a zivistanê ye û wiha bi dawî kir: "Mûnetên malê, ji yên bazaran xweştir û bi tamtir in. Di heman demê de xwezayî ne û hinek bar ji aliyê darayî ve li ser malbatan sivik dike. Tiştên bi destan paqijtir in û ji keda destên me ne û em bi kêfa xwe çêdikin û yên hazir hemû dermanên kîmyewî di nav de hene, ne bi tendurist in û buha ne. Her wiha ev wekî çandekê hatiye naskirin û tu sal, tu malbat bêyî çêkirina mûnetan derbas nake. Bexçeyekî me yê biçûk jî heye û min îsotên kesk ji bexçe kirin mûnet. Li herêma me, hejmareke kêm ji pêkhateya Ereb vê mûnetê çêdikin, gelek malbat li derdora me hene lê çênakin, Kurd zêdetir çêdikin. Em ji mûnetê re dibêjin (xwarinên sivik) ku ew li ser sifreya taştê û şîvê tên danîn. Di dema berê de jî hemû jin û malbat li hev kom dibûn û bi hev re amadekariya zivistanê dikirin û mûnetan çêdikirin lê di dema niha de êdî ev yek kêm bûye."