Kejal Salih 20 salin cilên Kurdî dinexşîne

Kejal Salih 20 sale cilên kurdî di diru û di nexşîne, ji ber ku nexşên cilên wê ciwanin, gelek bikirên cilên wê hene û yên ji ji bajar û bajarokên cûda yên Kurdistanê tên gel wê cilên Kurdî dikirin jî hene.

HEWAR MEHEMED
Şarezûr- Kejal Salih a runiştvana bajarokê Şarezûr e 20 salin kerê cil dirunê dike, li malê cilan bi dizaynên cûda çêdike û bi destê xwe wan cilan di nexşîne. Gelek kes ji deverên cûda tên gel wê cil û bergên Kurdî dikire û niha jî bi rêya medyaya civakî xwe digihîne bikiran. Kejalê di derbarê karê amadekirina cil û bergên Kurdî axivî.
Kejal wiha behsa ezmûna karê xwe kir: “Berê karê dirunê sade bû, lê belê niha gelek guhertin di cilan de çêbûye. Medyaya civakî  bi mere gelek bû alîkar ji derveyî dirutinê ez fêrî dizaynên karê dest û nexşandinê bûm. Li gor hemû kesan cil û bergên Kurdî hene jinên ciwan yên bi temen ji deverên cûda yên Kurdistanê tên gel min cil û berg û aksesuarên ciwan dikirin. Jinan piştgiriya min kirin û destxweşî li min kirin, ev bû sedem ku ez xwe hîn zêdetir di aliyê nexşandin û dirunê de pêş bixim.”
“Herî zêde jin ji cil û bergên Kurdî hez dikin”
Kejal da diyarkirin ku ji ber ku bi xwe xwestiye bibe xwedî pîşe dest bi karê dirunê kiriye û dibêje: “Ev 20 sale ez kar dikim, heta niha tu astengî derneketiye pêşiya min, ji ber ez gelek ji karê xwe hez dikim û min bi xwesteka xwe destpê kir, min dibistan nexwendiye ji ber wê min xwest ku pîşeyek ya min hebe min ji dest bi karê dirun û nexşandinê kir. Ji bo hemû temenan cilan di dirum û di nexşînim. Cil û bergên Kurdî heryekê xwedî çandekê ye. Hertim xwestek li ser hene, herî zêde jin ji cil û bergên Kurdî hez dikin. Ez hertim piştgirî û alîkariya jinan dikim ku bi xwe bikarin karekê ji bo xwe bikin, ji ber karkirin di aliyê derûnî de madî de sudekê dide jinan.”