Zikra Al-Saedani ji bo aboriya xweser dest bi projeya xwedîkirina mirîşkan kir

Zikra Al-Saedani der barê bidestxistina fînansê de wiha dibêje: "Ez ji destpêkê ditirsiyam. Me miqayaseyek baş ji dravê digirt ji ber vê yekê me ew ji bo destpêkirina projeyê ku di sala 2019’an de bi 500 mirîşkan dest pê kir, bi kar anî, heya ku di çend mehan de gihîşt 3000 mirîşkan. Ez pir kêfxweş bûm ku min dest bi dîtina encamên projeya xwe kir.”

ZIHÛR EL-MEŞRIQÎ
Tûnis- Xwedîkirina mirîşkan bûye çalakiyek berbelav li gundewarê Tûnisê, karek ku pir caran ji hêla jinên ne xwedî pîşe ne û di heman demê de berpirsyariyên malbatê digrin jî tê meşandin. Zikra Al-Saedani yek ji wan jinan e ku karibûye projeyên xwe bimeşîne da ku bigihîje serxwebûna xwe ya darayî û bi feqîrî û hejariyê re şer bike.
Tevî ku Zikra Al-Saedani li gund dijî jî wê şert û mercên dijwar pûç kirin û xwendina xwe heta sala sêyemîn a dibistana navîn domand lê zewaca wê ya zû hişt ku ew dev ji xwendinê berde. Ji bo ku asta xwe ya darayî baştir bike, mîna her keçek Tûnisê ya ji gundan dikaribû li hemberî hemû şert û mercên civakê ku dibêjin cihê keçikê mal e û li benda zewacê ye; li ber xwe da. 
“Min û hevjînê xwe bi hev re projeyek taybet çêkir”
Zikra Al-Saedani ya 36 salî dayika du zarokan e dibêje: "Ez zewicîm di demeke ku min dixwest xwendina xwe biqedînim û li paytext Tunisê bi cih bibim û li wir bixebitim. Plan hatin guheztin, min bi hevserê xwe yê ku wek cotkar dixebitî re li hev kir ku em projeyek taybet saz bikin û li hemberî şert û mercên jiyanê yên dijwar li ber xwe bidin. Her wiha pêdiviyên zarokên xwe bi cih bînin, ji ber vê wî piştgirî da min û pişniyar kir ku ez mirîşkan xwedî bikim.”
Der barê destpêka projeya mirîşkan de dibêje: "Ez di destpêkê de beşdarî kursek perwerdeyê bûm ka mirov çawa heywanek li saziyek pispor du mehan li pey hev li parêzgeha Bizerte li bakurê welat di sala 2016’an de mezin dike. Min bawernameyek bi çavdêriyek hêja girt û dûre min gavên yekem di zayîna karsaziya xwe ya ku biçûk dest pê kir û bi demê re mezin bû, avêt.” 
“Bi mezinbûna projeya xwe gelek kêfxweş bûm”
Vê yekê hişt ku Zikra Al-Saedani li çareseriyên ku domdar bûn û aramiya projeyê misoger dike bifikire lê encamên aborî yên pandemiya koronayê bandorek girîng li ser projeya wê kir. Li ser ve yekê wiha tîne ziman: "Encamên aborî yên pandemiya koronayê bandorê li jiyana malbatên Tûnisê kir, nemaze li gundan ku bû sedema kêmkirina daxwazan ji bo  mirîşkan, vê yekê jî bandor li hin gavên projeyê kir lê dîsa jî ez hêvîdar im ku pandemî biqede û ew jiyan û çerxa aborî bibe wek berê.”
“Karê me rojane tevgerek bênavber hewce dike”
Der barê zehmetiyên ku ew dikşîne de jî wiha diyar kir: "Ev mijar, tevgereke rojane û hebûna birêkûpêk li sûkan hewce dike, zêdebarî belavkirina li deverên cîran ên bajarokê min. Ev ji min re hewlek mezin hewce dike. Ez di saetên zû yên sibehê de şiyar dibim û berê xwe didim bazara navendî da ku mirîşkan nîşan bidim û bifroşim. Lê karê min li vir naqede. Dema ku ez karê xwe diqedînim, ez vedigerim malê û bi hemû karên malê re mijûl dibim. Hevserê min bi çandiniyê re mijûl dibe û zarokên min hê biçûk in. Gava ku ez vegerim, tevî westandina min, ez xwe mecbûr dibînim malê paqij bikim, xwarinê çêkim, girîngiyê bidim zarokên xwe û li ser xwedîkirina mirîşkan baldar bim.” 
Di heman demê de peydakirina xwarina mirîşkan jî dijwar e. Ya yekem ji ber ku Zikra Al-Saedani li deverek gund a dûr dimîne ku ji bo gihîştina sûkê bi demjimêran û rêwîtiyek dirêj hewce dike. Ji bilî bihayê zêde yê xwarinê ji ber krîza aborî û rewşa koronayê ku gelek bazirgan neçar kirine danûstandinê bi kesên ku mirîşkan xwedî dikin re nekin.
Tevî vê westandin û bextreşiyê, Zikra Al-Saedani dibêje: "Ez pir kêfxweş im ji ber ku ez piştgiriyê didim endamên malbatê û ez hîs dikim ku ez dikarim pêşbaziyê bikim û beşdarî aboriya welat bibim tevî şert û mercên ku piraniya welat di vê pandemiyê de derbas dibin jî.” 
“Civak karê ku em dikin red dike”
Bêguman, mîna gelek jinan, Zikra Al-Saedani jî ji redkirina civakê xilas nebûye li ser ve yekê dibêje: "Ez bi tundî rastî redkirinê hatim ji hêla bavê hevserê xwe yê heftê salî ve. Wî  nexwest ez dest bi projeyê bikim. Her wiha ji aliyê gelek zilamên din ve jî hat redkirin. Ew bertekên ku bi rengê redkirinê bûn, tu bandor li min nekirin, min li hemberî zîhniyeta baviksalarî li ber xwe da, ez hewl didim serkeftinê di demek nêz de bi dest bixim.” 
Der barê êşa jinên gundî de dibêje: "Kêmbûna piştgiriyê heye, çi ji hêla rayedarên herêmî ve  çi jî ji hêla dewletê ve. Hinek jin daxwazên wan hene bi ser bikevin lê tunebûna siyaseta pêşketinê û rastiya marjînalbûnê rê li ber gihîştina armancan digre. Jina gundî li Tûnisê tu piştgiriyê nabîne, ne ji hevserê xwe, ne ji birayê xwe ne jî ji bavê xwe, ji ber ku ew carna xwe li hember qabîleyek tev dibîne. Ji bo ku xewna xwe pêk bînin bi cesaret hereket nakin loma jî kêm caran jin li gundan derdikevin pêş.”
Daxwazên jinan ên ji bo projeyan tên redkirin
Zikra Al-Saedani bal dikşîne ku ew li vir li deverek çiyayî ya gund in û gelek jinan ji bo fînansekirina projeyên xwe deyn xwestine lê hewldanên wan hatine redkirin an paşguhkirin, lê li hemberî wê yekê destûr û deyn zû ji zilaman re tên dayîn. Ev cudakariyek ecêb e û awayek rûreşî ye ji bo jinên gundî yên ku tim tên paşguhkirin. 
Zikra Al-Saedanî teqez kir ku hin karbidest red dikin bi jinên ku ji deverên dûr ên gundewarî ne re hevdîtinê bikin ji bo ku projeyên xwe pêşkêş bikin û doza xebatek ku rûmeta wan misoger dike bikin. Wê bang kir ku bal were kişandin ser şert û mercên jinên li gundan, ji ber ku ew beşek girîng in di misogerkirina zivirîna çerxa aborî û pêşketina herêmî de û bi rastî ew ji sedî 32 jinên Tunisê temsîl dikin.
“Ji sedî 70 karkerên di beşa çandiniyê de jin in”
Zikra Al-Saedani bang li jinên gundî dike ku îtîmad bidin ser xwe û rewşa xwe baş bikin her wiha projeyên xwe berfireh bikin û ji bo peydakirina kar tenê xwe bi dewletê ve girê nedin.
Li gorî daneyên Wezareta Çandiniyê ya Tûnisê, jin ji sedî 70 hêza karker a di beşa çandiniyê de temsîl dikin û pir hindik ji wan ji parastina civakî sûd werdigirin, ev jî tê wê wateyê ku  tenê ji sedî 33 ji jinên karker ên di qada çandiniyê de dixebitin, ewlehiya wan a civakî heye.
Hêjayî gotinê ye ku jinên Tûnisê yên li herêmên gundewar tevî rola wan a girîng di parastina ewlehiya xwarinê de heye jî tên paşguhkirin û îstîsmarkirin. Her wiha Jinên li deverên gundewar hê jî di şert û mercên dijwar de dixebitin, ji ber krîza tenduristiyê ya ku Tûnisê di encama pandemiya koronayê de dîtiye. 
https://www.youtube.com/watch?v=efOo9zH029M