Li Îranê jin di navbera karê malê û xebatê de asê ne
Li Îranê ji ber pirsgirêkên aborî gelek jin neçar in ku di karên bê sîgorte û kêm pere de bixebitin, li malê jî zarokan xwedî bikin, lê dîsa jî dibêjin ku divê ev rewş wiha berdewam neke.

MARÎA KADIMÎ
Sine – Li Îranê hem karê malê hem jî xwedîkirina zarokan li ser milê jinan e, hem jî beşdarî xebatên aborî dibin. Li gorî daneyên bihara 2025’an, tenê ji sedî 14’ê jinên di temenê xebatê de, di qada xebatê de aktiv în. Zêdeyî ji sedî 90’ê jinan ji mal û malbatê berpirsyar in. Ev rewş derdixe holê ku jin piraniya enerjî û dema xwe bi du berpirsyariyan xerc dikin.
‘Mêr hemû karê malê wek yê jinan dibînin’
Sara Modares hem dixebite, hem jî bermalî ye. Me jê pirsî ku ew çawa demê birêve dibe û du berpirsyariyan bi hev re dimeşîne, wê jî wiha got: “Ez weke jinek ku hem di mal de hem jî ji derve dixebitim, bêjim ku êdî ti enerjiya min nemaye. Hinek caran dixwazim tenê kêliyek ji bo xwe veqetînim, tenê bimînim, bi hevalek xwe re dem derbas bikim, bimeşim, fîlmek temaşe bikim an jî pirtûkek bixwînin... lê weke ku min berpirsyariyek ji hêz û demê xwe zêdetir li xwe bar kiriye. Ger dem paşde biçûya, ez ne dizewicîm, herî kêm wê nîvê dema min ji min re mabûya. Koka van zextan, di reva mêran a ji berpirsyariya di hindûrê malê de ye. Bi hinceta ku li derve dixebitin, dema tên malê ne bi zarokan re eleqeder dibin, ne jî di karê malê de dibin alîkar. Ji ber ku van karan, wek yê jinan dibînin.”
‘Jin bi ezezîtî tên sûcdarkirin’
Sara Modares da zanîn ku li ser vê mijarê bi caran bi hevjînê xwe re axiviye, lê belê tu guherîn çênebûye û wiha got: “Hevjînê min her tim erkê min ê dayîktî û hevjîniyê bi bîr dixe. Min bi ezezîtiyê sûcdar dike, ji ber ku li gor fikra wî, hemû jin divê ji malbata xwe re vana bikin. Jinan ji bo serxwebûnê gelek bedêl dane, lê belê heta ev çêbû, dayîktî û karê malê weke parçeyek ji rola wan qut nebe zanîn. Ji xwe ji bo vê rolê ne mafek tê nasîn, ne jî heqê wê. Ger em bi temamî bicih neynin, em bi ezezîtiyê tên sûcdarkirin.”
‘Ji bo min tiştek nema’
Sara wiha domand: “Piştî min zaroka xwe ya duyem anî demeke kurt ez ketim nava kar. Wê demê zaroka min hê biçûk bû, pêwîstiya wê bi eleqeyê hebû. Dema ez ji kar vedigeriyam malê, hevjînê min di şûna ku westana min fêm bike, ji min re digot bêrehm. Her digot divê tu hê zêdetir li gel zarokan bî, bi tena serê xwe mesrefa jiyanê pêknedianî, ji ber wê jî ez neçar bûm bixebitim. Lê belê ji ber mêr bû, difikirî ku hemû tiştên ku bike, mafên wî ne. Sal derbas bû, hemû ked û qazanca min ji bo malbata min bû, ji bo min tiştek nema.”
Gotinên Sara, barê du qat yê li ser milê jinên ku dixebitin, bi awayek eşkere nîşan dide. Parvekirina bê edalet ya erkê di nava malê de, rê li ber wê yekê vekir ku jin bi awayek fîzîkî û giyanî hilweşe. Lê belê ev ne tenê çîroka Sara ye, gelek jinên din jî di heman rewşê de ne.
‘Jin ancax dema wekhevî çêbe dê bi hêz bibin’
Mamoste Asude Selavatî jî di heman rewşê de ye. Wê jî diyar kir ku ji bo jinan xebat hêzek e û awayê xweîfadekirinê ye. Asude têkildarî mijarê wiha got: “Ger karê xwe bi heskirin bike wê rih û beden têr bibe. Lê belê ji bo jinên ku dixebitin, xebate zagonên diyar tuneye. Her tim keda wan tê xwarin. Divê jin hem bibin jina malê hem jî qezencê pêk bîne, di encamê de hemû tişt ji bo qenciya mêr bi dawî dibe. Ji bo jin di jiyana kar de bipêş bikevin, girêdayî parvekirina erkên di malê de bi awayek adilane ye. Lê belê gelek kêm mêr vêya qebûl dikin. Ew hemû tiştî ji bo rihetiya xwe dixwazin û jinê jî weke amûra xwegihandina vê rihetiyê dibînin.”
‘Hemû barê jiyana malbatê li ser milê jinê ye’
Asuda Selavatî wiha behsa jiyana xwe kir: “Di destpêka zewaca xwe de min hemû tişt bi eşkere gotin. Min jê jiyanek kevneşop nexwest, min şertan ji bo me herdûyan anî halê guncaw. Min hinek li hember newekheviya zewacan xwe neqayîl kir, lê belê guhertina pergala ku jinên dixebitin sînordar dike, ne gengaz e. Li aliyekê urf û edetên kevneşop, li aliyê din jî zagonên dijminê jinan hê li ser me wek siyekê disekine. Cardin jî em jin gelek bi hêz in. Bikêrbûna me ya di rêvebirina jiyanê de, bi ti hêza mêran nayê qiyaskirin. Hemû barê jiyana malbatê li ser milê jinê ye. Mêr jî vê dizanin, bes naynin ziman. Divê jin hişyar bin û ji bo destkeftiyên mêr destûr nedin keda wan were xwarin, bi azadî bijîn.”
‘Divê em ji hemû newekheviyan re bêjin na’
Asude Selavatî di dawiya axaftina xwe de jî destnîşan kir ku êdî dem û dewran guheriye û wiha got: “Nifşê me, serîdanînê wek mezinayî didît, lê belê îro nifşek ku dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ berz dike heye. Divê em ji wan fêr bibin û serbilind bijîn. Em bûn qurbanên zagonên mêr, kevneperestî û çandê. Divê em ji van jinên ciwan têkoşînê fêr bibin û ji van hemû newekheviyan re bêjin na.”