Kargeha Amargî: Jin bi keda xwe azadiya xwe dihûnin
Kargeha Amargî ya ku bi keda kolektîf a jinan hatiye damezrandin, di warê aborî de yek ji mînakên herî zindî yên Şoreşa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Li vir, jin bi rêya berhemên xwe fêrî dirûtinê dibin û jiyaneke azad û serbixwe ava dikin.

ZEYNEB ÎSA
Amûdê – Şoreşa Jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne tenê jiyana siyasî û civakî, lê di heman demê de hebûna aborî ya jinan jî guherand. Nimûneyek berbiçav a vê veguherînê Kargeha Dirûtinê ya Amargî ye ku li Amûdê ya Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye damezrandin. Ev kargeha ku bi keda jinan tê jiyîn, dihêle ku ew pîşeyek fêr bibin, beşdarî hilberînê bibin û serxwebûna aborî bi dest bixin. Bi nîşandana ruhê şoreşa jinan, Kargeha Amargî bûye cihekî ji bo veguherandina kedê bo azadiyê.
Jinên ku di kargehê de kar dikin, armanca xwe ya karkirina di kargehê de ji ajansa me re vegotin.
‘Me jinan bi yek destî kargeh amade kir’
Suad Mele da zanîn ku ev nezî 6 meh in ku amadekariya Kargeha Amargî dikin da ku jin tê de fêrî dirûtinê bibin û wiha got: “Hemû jinên ku em niha pê re kar û xebat dikin, me bi yek destî bi rihekî komînal kargeh amade kir. Di nav de hin zehmetî jî hatin kişandin lê dema ku me dît em bi yek destî kargeha xwe amade dikin ew zehmetî li pêşiya me nedihat xuyakirin. Piştî amadekirina 6 mehan, ev 2 hefte ne ku kargeh bi awayekî fermî hatiye vekirin. Hemû kesên ku di kargehê de kar dixebitin, jin in. Her tiştê ku em didrûn em dibin bajar difroşin. Gelek berhemên me li bajaran hatin firotin û em di kargehê de jî difroşin.”
‘Em aboriya xwe ya xweser bi xwe bidest bixin’
Suad Mele diyar kir ku hemû jinên ku niha di kargehê de niha kar dikin, biryar dane ku ev kargeh were vekirin û wiha berdewam kir: “Me tevan bi xwe biryar da ku em vê kargehê bi alîkariya Aboriya Xweser ya Kongra Star vekin. Ji ber ku gelek jinan di mal de kar dikir, di qalibekî de mabûn. Ji bo wê jî me biryara vekirina kargehê da û me vekir. Ji bo ku em jin alîkariya hev bikin, zanebûna ku li cem me em bikin berhem û derxin, ji bo ku her kes ji me sûdê bigre û em aboriya xwe ya xweser bi xwe dest bixin e.”
‘Em perwerdeyên dirûtinê jî didin’
Suad Mele karê ku di kargehê de tê kirin vegot û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di kargehê de 11 makîneyên dirûtinê hene, her makîneyek û beşê wê heye. Wek makîneya hebkê, dirûtinê, birîn û ya ûtîkirinê heye. Cilên ku em didrûn jî em dişînin bajarên wek Hesekê, Qamişlo, Dêrik û Dirbêsiyê. Gelek jin daxwaza cilan dikin em ji wan re amade dikin ew dibin li mal difroşin û sûdê jê dibînin. Di kargehê de em perwerdeyên dirûtinê jî didin. Ji ber ku gelek jinên ciwan hene dixwazin fêrî dirûtinê bibin em van perwerdeyan ji bo wan amade dikin. Em dixwazin ku di pêşerojê de kargeha me berferhtir bibe, gelek jin werin tê de kar bikin û dixwazin ku li gelek bajaran beşên kargehê vekin.”
‘Bila jin werin kargehê, fêr bibin’
Jina bi navê Xalya Kêfo jî diyar kir ku armanca wê ya di karkirina li kargehê de, alîkariya malbatê ye. Xalya anî ziman ku dixwaze aboriya xwe ya xweser bi dest bixe û wiha bi dawî kir: “Ji destpêka ku kargeh hat vekirin heta niha ez tê de kar dikim. Armanca min ew e ku ez fêrî dirûtinê bibim da ku alîkariya malbata xwe bikim. Her sibeh em tên kargehê, her jinek ji me diçe ser makîneya xwe karê xwe dike. Yek ji me perçe dibire, ya din didrû, yek ji me ûtî dike em hemû bi hev re kar dikin û kargeha xwe bi rê ve dibin. Her cilên ku em didrûn em dişînin bajar ji bo ku em li bazaran bifroşin. Me hemû jinan, piştgiriya hev kir û ev kargeh hat avakirin. Ez yek ji wan jinan im ku niha di kargehê de kar dikim. Kargeha Amargî derfetên kar ji jinan re diafirîne. Ez bang li jinan dikim ku werin kargehê fêr bibin û kar bikin, di mal de nemînin.”