Nexşîn bi çêkirina mastê pez debara xwe dike
Nexşîn Cemal ku li gundê Estrîlan ê herêma Raperînê ajalkariyê dike, daxwaz ji jinan dike ku ajalkariyê bikin da ku berhemên xwe yên xwemalî bi xwe çêbikin û berhemên derve neynin.

DÎVAN SÎHAD
Raperîn – Jin bi xebata xwe xwedî kevneşopiyan in dixwazin bibin xwedî debar û karê xwe. Li gundê Estrîlan ku girêdaryî bajarokê Çarqûrne yê herêma Raperînê ya başûrê Kurdistanê ye, jin karê ajalkariyê dikin û li beramberî wê dibin xwedî dahat, jiyana xwe pê didomînin.
Ajalkarî ji bo jinan kareke dîrokî ye, jin bi karê çandiniyê re ajalkariyê jî dikin. Jinan bi ajalkariyê ji demên berê ve heta niha bi destên xwe ji şîrê ajalan penîr, mast û hinek berhemên din çêkirine. Jin her dem bi riya çandinî û ajalkariyê debara mala xwe dikin û her wiha weke kar bûye çavkaniya debara jiyana wan û berhemên xwe difroşin. Lê belê keda jinan gelek caran nayê dîtin û pêwistiyên wan nayên bicihanîn. Ev jî wisa dike ku li gorî salên borî ajalkariya jinan kêm bibe û jin berê xwe bidin xebatên din.
‘Rojane ajalan dibin çêrê û mast amade dikin û difroşin’
Nexşîn Cemal ajalkar e û li gundê Estrîlan xwediyê ajalan e, têkildarî karê ku dike ji ajansa me re axivî û got: “Li vê derê em ajalkariyê dikin, ji şîrê ajalan penir, mast û berhemên din çêdikin. Rojane em şîrê wan dikin mast û piştî mast dimeyê, em dibin li Hacîawa difiroşin. Her wiha em penîr jî çêdikin. Mih û bizinên me hene, em tiştek din xwedî nakin, rojane wan dibin çiya diçêrînin, şivanê wan heye, sibehan dibe êvarê tîne.”
‘Ajalkarî kêm bûye’
Nexşîn Cemal da zanîn ku ajalkarî kêm bûye û wiha got: “Sedema wê jî ew e ku niha hikumet qet alîkariya kesên ajalkar nake. Ji ber wê jî kes ajalan xwedî nake. Ji ber mesrefa wan gelek giran e, gelek kes nikarin xwedî bikin. Ji ber wê jî ajalkarî kêm bûye û kes xwe pê nawestîne.”
Nexşîn Cemal di dawiya axaftina xwe de ev peyam da jinan: “Divê jin girîngî bidin ajalkariyê. Niha divê hemû jin di asteke zêde de ajalkariyê bikin. Divê hikumet jî alîkariya çandiniyê ji bo hemû jinên ajalkariyê dikin bide. Bila êdî jin malên xwe bi berhemên xwemalî bi rêve bibin û çavên wan li berhemên derve nemîne.”