Krîza avhewayê derbek jî li Qehwa Yemenê xist

Îsal cotkarê Yemenî Saud Mohammed Farî berhema qehweya xwe bi tevahî winda kir. Qehwe tenê çavkaniya dahata wî û malbata wî ya salê bû.

RANIYA EBDULLAH

Yemen – Guherîna neyînî ya avhewayê, bandora xwe li cotkarên Yemenî yên qehwe dajon jî kir. Cotkarên qehweyê ev demeke dirêj e bi kêmbûna baranê û guhertinên demsalî re têdikoşin. Piştî bi mehan hişkesaliyê li Taizê, li başûrê rojavayê Yemenê baranên ku demeke dirêj li bendê bûn, dawiyê hatin. Lê dema ku darên qehweyê herî zêde hewceyê avê bûn baran nebariya. Dema ku dendikên qehweyê vedibin, cotkar hêvî dikin ku baran têr û domdar be.

Lê îsal, mîna ku cotkarê Kabul Mohammed Ibrahim ê gundê el-Munsaha got, dema ku darên qehweyê vedibûn baran nebarî. Kabul Mohammed got ku "Îsal, baran dereng maye. Dema ku darên qehweyê herî zêde hewceyî avê bûn, ax hişk bû, ji ber vê yekê dendikên qehweyê bi rengek normal negihîştin." Gundiyê Saud, Mohammed Farî jî got ku "Hişkesaliyê zeviyên me zuwa kirin û darên qehweyê hişk bûn. Baran tenê du an sê caran barî, ji bo vekirina dara qehweyê têr nekir.”

Çandiniya kevneşopî ya di bin siya krîza avhewayê de

Qehweya Yemenê yek ji berhemên çandiniyê yên herî kevin û navdar ên welêt e. Li gorî raporek Rêxistina Xurek û Çandiniyê ya Neteweyên Yekbûyî (FAO) ya sala 2025’an, qehwe li Yemenê li ser nêzîkî 34 hezar û 981 hektarê tê çandin. Qehwe ji sedî 6’ê tevahiya hinardekirina çandiniyê pêk tîne û bi rêbazên kevneşopî yên li ser bingeha ava baranê, bi giranî li herêmên çiyayî tê çandin.

Lê belê têkçûnên di şêwazên baranê de, demên hişk ên dirêjtir û germahiya bilind ji ber guherîna avhewayê bandorek giran li ser hilberînê kiriye. Li gorî rapora FAO’yê, hin cotkar neçar mane ku berê xwe bidin berhemên kêmtir xeternak. Wekî din, kêzik û nexweşî zêde bûne û lehî û sermayê li hin herêman berhem wêran kirine.

Zuwabûn û bêhêvîtî

Saud Mohammed Farî ji ber nebaşiya projeyên avê yên li herêmê gazinan dike û wiha dibêje: "Tenê avên têra me tunene ku em ava baranê hilînin. Bîr ziwa bûne; tenê bîrek maye û ew tenê têra ava vexwarinê dike."

Farî diçe zeviya xwe ya qehweyê û bi rondikan dibêje, "Min di jiyana xwe de qet ziwabûnek wiha nedîtiye." Darên me yên qehweyê hişk bûne, berhemên me têk çûne. Me debara xwe bi tevahî winda kiriye."

Cotkarek din jî, Safiye Nasır e ku heman rewşê dijî. Safiya dibêje: "Baran dereng mane, debara me hatiye girtin. Qehwe tenê çavkaniya me ya dahatê ye. Ger em nikaribin ji zeviyê debara xwe bikin, karekî me yê din tune ku em bikin."

FAO: Çandiniya berdewam û rêveberiya avê girîng in

Rapora FAO’yê, rêveberiya avê ya çêtir, pêşxistina cûrbecûr qehweyê yên li hember germê berxwedêr û avakirina pergalên hişyariya zû pêşniyar dike. Ew dibêje ku piştgiriya cotkaran, nemaze li herêmên çiyayî, ji bo parastina qehweya Yemenê wekî mîratek aborî û çandî girîng e.

 Fatma Abdulhabir ku Seroka Komeleya Jinên Talouk e, dibêje ku îsal ji bo cotkaran "bi awayekî awarte dijwar" bûye û bi van gotinan balê dikşîne ser rewşa wan; "Berê me ceh û genim diçandin, lê îsal, ji ber nebûna baranê, heta tov jî neçûne. Qehwe mîna bankeya cotkaran e. Ew tenê çavkaniya dahata wan e. Lê îsal, ne qehwe û ne jî dahatiyek din heye. Cotkar, nemaze li herêma Taîzê, hewce ne ku bi bendavên biçûk, rezervuar, an pergalên berhevkirina avê werin destekkirin.

Guherîna avhewayê ji bo qehweyê gef e

Li gorî raporek Platforma Zanistên Çandiniyê, hişkesalî û germahiyên zêde deverên çandiniya qehweyê kêm dikin, hilberîn û kalîteyê kêm dikin. Ew di heman demê de beşdarî belavbûna kêzik û nexweşiyan dibin.

Rapor tekez dike ku pêwîst e cotkar berê xwe bidin rêbazên çandiniyê yên domdar, pergalên avdana dilop û cûrbecûrên berxwedêr ên hişkesaliyê. Her wiha diyar dike ku xurtkirina lêkolîna çandiniyê û hevkariya di navbera hikûmet û cotkaran de, dê rolek sereke di zêdekirina kapasîteya adapteyî ya krîza avhewayê de bilîze.