Li gundekî Tûnisê jineke hilberîner: Şelbiye Kamil

Jinên li gundewarên Tunisê dijîn, bi keda destên xwe ji berbenga sibehê ve dest bi xebatê dikin. Şelbiye Kamil yek ji wan e, bi salan e bi xwedîkirina çêlekan û cureyên penêr ê ji şîrê wan çêdike çanda gundewariyê diparêze.

ZİHUR AL MEŞRİQİ
Tûnis- Xizanî yan hewcedarî ne sedemên bingehîn bûn ji bo xebata di beşa xwedîkirina çêlekan û hilberîn û firotina şîr de berevajî wê, armanc ew bû ku serxwebûna xwe ya darayî pêk bîne.
Di seranseriya dîrokê de, jin di karê xwe de, çi li malê çi di warê cur be cur yê aborî de, bûne çavkaniya hilberînê. Ew karê xwe li derveyî malê mil bi milê mêran re dikin lê karê wan ê hilberînê carna ji karê mêran serkeftîtir e. Jinên li gundan dijîn wisa bi axê re di nava têkiliyek de ne ku her dem tiştek hildiberînin û diafirînin.  
Şelbiye El-Kamil a 60 salî, mînakek ji jinên serhildêr ên li gundekî pir kevn ê girêdayî adet û kevneşopiyên xwe ye. Ew nimûmeneyeke zindî ya jinên Tûnisê yên kedkar e, tevî temenê xwe yê mezin jî ji bo xwe îsbat bike dixebite.
Şelbiye Elî Kamil bi zaravayê xwe yê bedewî dibêje; "Hêzdarkirina aboriya jinên li gundan dijîn ne tenê ji bo gihîştina xweşiya wan a şexsî û dabînkirina debara jiyana aborî û alîkariya malbatên wan e.” 
Di saet pêncê sibehê de dest bi kar dike
Şelbiye wiha didomîne: "Ez her roj di pêncê sibehê de radibim, bi lez taştêya xwe bi penêr û şîrê xwezayî yê gundê xwe amade dikim, dûre kincên xwe yên kar li xwe dikim û direvim ber bi stargehê ve. Roja min li wir bi çêlekan dest pê dike. Ez golikan ji bo şîr vexwin berdidim ber çêlekan, bi vî rengî roja min heya êvarê derbas dibe. Ez rêbaza şîrdotina çêlekan û amadekirina penêrên herêmî ji her cureyê ji dayika hevserê xwe fêr bûm, ji ber ku hemû endamên malbata hevserê min cotkar in. Tevî ku ev pîşe tenê berî sih û pênc salan tenê ji bo mêran bû jî îro bûye ya jinan. Piranî kesên li vî gundî pez û çêlekan xwedî dikin û di warê firotina mast û penêr de dixebitin.”
Bi hezkirin û daxwaz karê xwe dike
Derbarê bijartina xwedîkirina çêlek û firotina şîr de Şelbiye Kamil dibêje; "Ez bi hezkirin û daxwaz çêlekan xwedî dikim, penêr û şîr difroşim. Min xwe spart xwe û ji gelek jinan re derfet çêkir, di nav wan de keçên ku zanîngehê xwendine jî hene.” 
Şelbiye Kamil diyar dike ku wê keçên xwe fêrî çêkirina penêr jî kirine, her çend ew xwenda ne û di pîşeyên din de jî kar dikin lê edetên bedewiyan dayikên gund neçar dike ku keçên xwe fêrî vî pîşeya ku jê re dibêjin "pîşeya dapîr û bapîrê" bikin û piştrast dike ku ew her tiştê pêdivî bi hilberîna şîranî û çêkirina rûn û penêr heye bi serê xwe dike ji ber ku ew fêr bûye xwe bispêre xwe û karên xwe bi xwe bike.
Bihayê penêr zêde ye
Der barê buhayan de jî dibêje; "Ez dibînim ku buhayê hilberînên ez difroşim li gorî yên li sûka Tûnisê heye guncew e tevî ku ez madeya xwezayî ji sedî sed digrim jî hin caran di penêr de ez hin gihayên xwezayî bi kar tînim. Wekî zencefîl û qurnefîl, ez wan bi penêr re têkel dikim da ku tama wan xweş be. Ev giha li min tune ne, ji ber vê yekê ez neçar dibim wan ji sûkê bistînim û bi rastî jî gelek buha  ne. Kîloyek penêrê ku bi gihayan re têkel dibe digihîje 20 dînarên Tûnisê, yanî nêzî 7 dolaran e lê buhayê kîloyek penêrê sade ji 6 dînaran derbas nake yanî 2.5 dolar.” 
Der barê zehmetiyên ku di firotina şîr de pê re rû bi rû dimîne de dibêje ku beramberî hewldanên mezin ên ji bo peydakirina gihayê, ji bo çêlekan û ava ji bo çêlekan, buha ye zêdebarî paqijkirina cihê wan jî zehmet e.
Jinên li gundên Tûnisê dijîn, rêjeyek girîng di hêza karker a hilberîneriyê de di qada aboriyê de dilîzin, ku ev yek digihîje ji sedî 40 lê ew tevî vê yekê jî ne xwedî şans in lewre hin lêkolîn diyar dikin ku jinên li gundan dijîn di bin celebên zordestiya aborî û civakî de ne.
Li gorî rêxistinên kar ên navneteweyî, jinên li gundan di gihîştina guherînên aborî, jîngehî û civakî de wekî yek ji faktorên sereke tên hesibandin ku ev yek naskirina rola wan a aborî ya girêdayî bi dabînkirina hilberîna çandiniyê di qonaxên cur be cur de nîşan dide.