Jinan li berpesarên çiyayên Farqînê dest bi komkirina catirê kirin

Jinên hilkişiyane berpesarên çiyayên Farqînê, bi stran gotinê catirê kom dikin. Jinên ku catir komdikin diyar dikin ku hem di xwarinan çêdikin de bikartinîn hem jî ji bo derbaskirina gelek nexweşîyan dikelinîn û vedixwin

.
MEDİNE MAMEDOGLU
Amed - Jinên ku li gundê Eskiocak a navçeya Farqînê ya Amedê dijîn, dest bi kom kirina Catira ku ji gelek nexweşiyan re wekî derman tê hesibandin, kirin. Jinên ku di vê demsalê de her sal catira ku li quntarên çiyayên gundên wan mezin dibe kom dikin, piştî catira ku bi destên xwe kom dikin, wê di bin tavê de hişk dikin. Jinên ku piştî catir zuwa dibe bi parzunkirinê pelçîmê wê berhev dikin, hem dinava xwarinan de hemjî li dijî nexweşiyan bikar tînin.
Yek ji nişteciha gund Eyşan Altuna ku di meha Tîrmehê de bi dehan jinan re diçin komkirina catirê wiha got: "Gava ku germ destpêdike, em jî diçin cihê ku catir çedibin. Di çiya û rezên gundê me de  şîn dibe. Piştî ku kesk bû, em satil û poşetên xwe digirin û diçin quntara çiyê, kom dikin  bikin, paşê dibin malê û heta zuwa dibe di bin tavê de dihêlin.”
"Em catirê di hemû xwarinan de bikar tînin" 
Eyşan diyar kir ku piştî catir ziwa dibe, di parzûnê re derbas dikin û dide zanîn ku ya herî baş divî karê wan de ew e ku bêhna catirê bi rojan jî destên wan tê. Eyşan, anî ziman piştî ku catir amade bû di hemû xwarinan de bikar tînin û got: “Li vir, em li ber dengê stranan, bi destên tazî catira xwe kom dikin. Dûvre em wê ziwa dikin û di her cûreyê xarinan de bikar tînin. Tam û bêhna xweş dide xwarinê. Dema ku em hêkan çêdikin wê jî wekî biharat bikar tînin.”
"Ji bo hemû nexweşiyan dermane" 
Niştecihek din ê ya gund Seyran Beyazit jî da zanîn ku catir dermanê hezar û yek nexweşiyê ye û di hemû tiştan de tê bikar anîn. Seyran da zanîn ku dema catir hildibijêrin pir diwestin, lê encam hêjayî her tiştiye, vî karê di hewaya hênik a ber êvarî de dikin û wiha domand: “Catir çi serma be, êşa adetê be, nexweşîyên mîdê bin,  ji hemîyan re baş e. Dema ku were kelandin û vexwarin dermanê hemû tişti ye. Mirov li sûkan dikire, lê em li çiyayên xwe kom dikin. 20 sal in em hewcedariyên xwe bi vî rengî berhev dikin û bicîh tînin. Hem xwezayî ye hem jî erzan e.”