"Gundê me bihuşt bû, lê ji ber nebûna ava Firatê bûye çolistan"

Jinên ji gundê Boraz ê li Rojavayê Kobanê ku li peravên çemê Firatê ye, helwestên xwe li hember qutkirina ava Firatê anîn ziman. Jinan diyar kirin ku gundê wan di hembêza çemê Firatê de bû lê niha gund zuha bûye û veguheriye çolistanê.

 
BERÇEM CÛDÎ
Kobanê- Dewleta tirk ji 27`ê Çileyê ve para Sûriyeyê ya ava çemê Firatê qut kiriye. Li gorî hevpeymana parvekirina ava çemê Firatê ya di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de divê di saniyeyê de 500 metre kûp derbasî Sûriyeyê bike lê dewleta tirk ev zêdetirî 5 mehan e ku di saniyeyê de 200 ango 100 metre kûp berdide.
Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi krîzeke mirovî re rû bi rû ye
Li gorî Rêveberiya Bendavên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, rêjeya ava Firatê ji 5 metreyan, 4 metre û nîv daketiye. Di encama kêmbûna asta ava Firatê de, saetên dayîna eleketrîkê kêm bûne. Ji ber vê bendav rojane tenê 8 saetan dixebite. Di vê çarçoveyê de qutbûna ava Firatê bandoreke neyînî ya mezin li ser qada çandinî, sewalî, eleketrîk û berhemên ji xwezayê dike. Li aliyê din kêmbûna rêjeya avê gelek nexweşî di avê de ava kiriye û qirêj bûye. Ev yek jî xeterê li ser tendirustiya şêniyên herêmê ava kiriye ku rojane gel bi jehrê dikevin. Dema mirov di ber çem re derbas dibe, di encama kombûn û neherikîna avê de, bêhna genî û sasî tê mirov. Her wiha gihayên ku genî bûne û bêhn bi wan ketiye, bi ser avê ketine. Heger ev rewş  çend mehên din jî bidome, dê krîzeke mirovî rû bide. 
Gundê Boraz li Rojavayê Kobanê, Bakurê gundê Şêxler, Başûrê Til El-Eber, Rojhilatê navçeya Qinê û di hembêza çemê Firatê de ye. Gund nêzî 200 sal in hatiye avakirin û nifûsa wû 200 malbat e. Niştecihên gund debara xwe bi çandinî û kedîkirina sewalan dikin. Di gund de pembû, genim, garis, ceh, kuncî, zebeş, gulberoj, darên mişmiş, diraq, xox, sêv, menge, sêv, hêjîr, goz, henar, zeytûn, peyam û canhîrik tên çandin. Ji dema ku dewleta tirk ava çemê Firatê qut kiriye ve, gund zuha bûye. Niştecihên gund dibêjin ku gelek dar hişk bûne, demsala çandiniyê çênebû û gelek sewal mirin. 
Di vê çarçoveyê de jinên gundê Boraz helwest û rewşa xwe ya ji ber qutbûna ava Firatê ji ajansa me re anîn ziman.
 "Jiyan dijwar bûye" 
Jina bi navê Necme Selûh zehmetiyên ku pê re rû bi rû dimînin wiha anî ziman: "Ev nêzî salekê ye ku ava Firatê ya dihat gundê me, miçiqiye. Qutkirina avê ji aliyê dewleta tirk ve jiyanê li me gelek dijwar kiriye. Zarokên min biçûk in û em di demsala havînê de ne, ji ber kêmbûna asta ava Firatê, saetên eleketrîkê jî kêm in. Ji lewre em bi gelek zehmetiyan re rû bi rû dimînin. Em neçar in ku ava bîrên gund a şor vexwin, heta ev av ji ber nebûna ava Firatê kêm bûye. Ji ber vê dar û baxçeyên me tev hişk bûne û em nikarin av bidin. Gundê me di hembêza çemê Firatê de ye, gel ji gelek cihan dihatin ji xwe re li gund digeriyan. Lê ji dema ku av ziha bûye ve, kes nayê serdana gund nake. Axa ku berê av bû, bûye çolistan."
"Em axa xwe bernadin"
Necmeyê armanca dewleta tirk a qutkirina avê nirxand û wiha got: "Mirov çiqas behs bike, kêm dimîne. Bi rastî jî em di rewşeke gelek xirab û tengav de dijîn. Dewleta tirk hemû cureyên êrîşan li hemberî me bi kar anîn lê bi me nikaribû. Niha jî dixwaze bi riya vê zordarî û bêexlaqiyê me têk bibe. Rast e jiyan li me zor bûye lê em ê tu carî serî netewînin. Daxwaza me ya herî dawî ew e ku zexteke navneteweyî li ser dewleta tirk bikin, da ku ava çemê Firatê berdin."
"Gundê me zuha bûye"
Her wiha jina bi navê Kelîme Ehmed diyar kir ku ew ji ber germa havînê, nebûna av û eleketrîkê mîna miriyan e û ev tişt anî ziman: "Di salên berê de asta ava Firatê gelek bilind bû, ji ber wê malên me man di bin avê de û em neçar man ku mala xwe bibin gundê Meskenê. Pişt re em vegeriyan Boraz û me malên xwe ji nû ve şên kirin. Ava çem gelek bû, niştecihên gund erd, zevî, lawir, dar û baxçeyên xwe av didan. Lê niha av tune ye ku ez avê bidim çêlekên xwe her wiha em ji ber germa havînê mirin. Em dixwazin ku dewleta tirk bendên hevpeymanê binpê neke û bi rengekî lezgîn ava çemê Firatê were berdan."