Li Şehbayê Çalakiyên hunerî û çandî ya Hîlala Zêrîn bi dawî bû

Bi pêşengtiya Tevgera Hîlala Zêrîn a Herêma Efrîn di 10'ê Tîrmehê de çalakiyên hunerî û çandî li kantona şehbayê despêkir, piştî hefteyekê ev çalakî li kampa Berxwedan bi dawî bû.

Şehba- Bi dirûşmeya "Bi çanda Hîlala Zêrîn û hunera şerê gelê şoreşgerî em ê dagirkeriyê têk bibin" Tevgera Hîlala Zêrîn a Herêma Efrîn di 10'ê Tîrmehê de çalakiyên xwe yên hunerî û çandî dabûn despêkirin.   Ev çalakî piştî hefteyekê li kampa Berxwedan a navçeya Fafîn li Kantona Şehba- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dawî bû. Çalakî li tevahî navçe û wargehên koçberiyê yên Kantona Şehba hatin çêkirin. Di roja dawî de jî çalakî li Kampa Berxwedan bi beşdarbûna şêniyên wargehê bi dawî bû.  
Çalakî bi deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê despêkir, paşê Endama Tevgera Hîlala Zêrîn a Herêma Efrîn Nebîha Ehmed axaftin kir
Nebîha Ehmed wiha got: "Em di mehek pîroz re derbas dibin, meha Tîrmehê ji bo gelê me tijî berxwedanî û têkoşîn e. Em jî wek Hîlala Zêrîn me xwest çanda dayikên xwe ji qirkirina dagirkeiryê biparêzin û di heman demê de bi gelê xwe re hebûna wan a çandî bidin naskirin, da ku em bi hevdu re çanda xwe zindî bihêlin. Em bi hêvî her sal çalakiyên xwe yên çandî û hunerî li dar bixin, ji bo ku em bibin bersiv ji dijmin re."
Paşê Koma govendê ya Şehîd Viyan Soran û koma Şehîd Avêsta ya stranan hunerên xwe pêşkêşkirin. Ji aliyê Tevgera Hîlala Zêrîn cilên filklorî li ser asta Bakur û Rojhiatê Sûriyeyê hatin pêşandan.
Hunermendên ciwan Xedîce Xelîl û Ûfê Mihemed çend stranên gelêrî vegotin. Koma şano şanoyek bi navê Garê pêşkêşkirin. Herî dawî koma stranan a Şehîd  Hêva stranên gelêrî gotin.
"Em ê her rola jin di warê çandî de îsbat bikin"
Endama Tevgera Çand û Huner ku wek hunermendeke jin tevlî çalakiya hefteya hunerî û çandî ya Hîlala Zêrîn bûye Xedîce Xelî nêrîna xwe anî ziman û ev tişt got: "Ez weke hunermendeke jin tevlî vê çalakiyê bûme, di çalakiyê de me stranên xwe yên filklorî û gelêrî ji gelê xwe re pêşkêş kirin. Me dixwest di vê çalakiyê de çanda xwe zindî bikin û her biparêzin. Em ê her rola jin di aliyê çandî de bidin pêş."
"Me çanda herêmên dîtir jî pêşkêşkir"
 Endama Tevgera Hîlala Zêrîn a Efrînê Leyla Waqas ev tişt got: "Em çanda xwe li pêşiya gelê Efrînê û tevahê gelê cîhanê pêşkêş dikin. Armanca me ji vê yekê ku civaka me çanda xwe tu carî ji bîr nekin. Min çanda civaka Şehba di vê çalakiyê de temsîl kir, ji ber projeya Netewa Demokratîk hemû çandan di nav xwe de dihewîne, loma me jî xwest hemû cil û bergên pêkhate û herêmên dîtir di vê çalakiya xwe de pêşkêş bikin. Nameya me di vê çalakiyê de ew e ku çand hebûn û nasnameya me ye û divê em jî her nasnameya xwe biparêzin û zindî bihêlin." 
Çalakî bi gerandina govendê bi dawî.