Jinên Yemenî di lîstina dartê de ber bi nûnertiya navneteweyî ve diçin

Ji bo destekdayîna sporên jinan li bajarê Adenê ji bo lîstika “dart” (avêtina tîrên biçûk) federasyoneke taybet hat avakirin. Federasyona ku ji aliyê Wezareta Ciwanan û Sporê ve hat avakirin ji bo beşdariya jinan a sporê deriyen nû vekir.

FATMA REŞAD

Aden – Sporvanên jin ên beşdarî turnûvaya dart a li bajarê Adenê hat lidarxistin bûn, bal kişandin ser girîngiya bihêzkirina jinan bi riya spore û diyar kirin ku ev lîstik derfet dide jin di spore de xwe îsbat bikin û xeyalên xwe pêk bînin.

Avabûna Federasyona Dart, li Yemenê weke gaveke ji bo desteka ji bo spora jinan û ji nû ve zindîbûnê tê nirxandin. Di nava şer de beşdariya jinan a sporê kêm bûye lê bi avabûna federasyonê, ji bo jin ji nû ve dest bi sporê bikin hêviyek nû çêbû.

Lidarxistina tûrnûvaya yekemîn, nîşan da ku baweriya jinan bi hêza bi sporê heye û dixwazin li Yemenê di warê navneteweyî de bibin xwedî hêz. Beşdariya jinan a zêde nîşan dide ku hayjêbûn û biryardariya jinan di vê mijarê de zêde bûye.

‘Armanca ma şampiyonî ye’

Sporvan Merwa Abdullah a tevlî tûrnuvayê bûye, diyar kir ku bi riya medyaya dîjîtal serî li hilbijartinê daye û bi performansa xwe beşdariya tûrnûvayê bi dest xistiye û got: “Ev lîstik, ji hêza fizîkî zêdetir, baldarî jê re pêwist e. Ez hêvî dikim jin zêdetir eleqe nîşanî vê lîstikê bidin. Hêvîdarim em beşdarî tûrnûvayên li derveyî welat jî bibin. Em dixwazin weke berê destek ji sporên jinan re were dayîn.”

Beşdareke din a bi navê Erzak Bazra jî diyar kir ku ji ber eleqeya xwe ya ji lîstika dart re tevlî bûye û wiha got: “Lêgerîna federasyonê ya ji lîstikvaneke jin bû derfet ji min re. Beşdariya tûrnûvaya yekem li Adenê ji bo min pir bi heyecan bû. Hêvîdar im zêdetir destek ji lîstikê re were dayîn û jin di warê navneteweyî de Yemenê temsîl bikin.”

‘Dema dart tê gotin zarokatiya min tê bîra min’

Yek ji jinên ku li tûrnuvayê temaşe dikir jî wiha got: “Dema ku dart tê gotin zarokatiya min tê bîra min, dema em zarok bûn vê lîstikê dilîstin. Niha li gelek cihên cîhanê, tûrnûvayên fermî tên lidarxistin. Beşdariya jinan a van çalakiyan min şanaz dike. Dema li beşdaran dinêrim, bi heyecan dibim û îlham digrim, ev yek jî me teşwîqê beşdariya tûrnuvayan dike.”

Rojnameger Menal Emîn jî bal kişand ser girîngiya berdewamiya sporên jinan û wiha got: “Ez hêvî dikim ku jin vê sporê bidomînin û zêdetir tevlî bibin. Ez dixwazim rojên ku em bi jinên sporvan şanaz bibin werin. Mixabin gelek jinên sporvan piştî di hinek branşên sporê de hatin dîtin winda bûn. Hêvîdar im vê lîstikê bibe derfet ku jin sporê berdewam bikin û xwe bi pêş bixin.”

Her çendî ji ber şer û zoriyên civakî, hejmara jinên sporvan ên Yemenî kêm bûbe jî;

Avabûna Federasyona Dart û eleqeya jinan a ji bo vê sporê, mizgîniya pêvajoya nû ya bi hêvî û îsrarê ye.