Jinên karetevan ên Helebceyî: Li pêy xeyalên xwe bin

Jinên ciwan ên Helebceyê ku perwerda karateyê distînin, rexneya ‘ji bo jinan piştgirî nayê dayîn’ kirin û diyar kirin ku jin jî dikarin beşdarî şampiyoniyan bibin û bibin şampiyon. Karetevanên ciwan bang li jinan dikin ku li pêy xeyalên xwe bin.

MÎHRÎBAN SELAM

Helebce – Helebce, bajarek ku di dîrokê de di aliyê werzîşî de bi bê eleqetiyek cidî re rû bi rû mayî ye. Lê heta îro jinan bi temamî di qadên curbecur ên werzîşên de cîh negirtine. Klûba Karateyê ya Sirwan a li Helepceyê, niha gelek jinên ciwan wek werzîşvan û antrenor perwerde dike û jinan arasteyî hunera parastînê ya karateyê dike.

Klûba Karateyê ya Sirwan, ji bo beşdariya Şampiyoniya Asyayê di nav amadekariyan de ye. Gelek jinên ciwan wê di vê şampiyoniyê de cîh bigrin û armanc dikin ku dereceyên herî baş bigirin.

7 sal in vê klubê perwerde dike

Antrenora Klûba Karateyê ya Sirwan Aynda Muhammed, diyar kir ku ev 7 salin li vê klûbê perwerde dike û wiha axivî: "Min di hunera parastinê de xebat meşand. Ez niha xwediya kembera reş im û min ji Japonyayê sertîfîka girt. Di klûba me de hejmarek zêde werzîşvan hene û em beşdarî gelek şampiyoniyan bûn. Me her tim pileyên bilind bidest xist. Tîma me ji 48 kesan pêk tê.”

Ji bo jinan gelek kêm şampiyonî tên lidarxistin

Aynda, derbarê zehmetiyên ku pê re rû bi rû dimînin de jî agahî da. Aynda xemgîniya xwe ya ji ber kêmbûna çalakiyên bi vî rengî anî ziman û wiha got: "Mixabin, li Kurdistanê ji bo jinan gelek kêm şampiyonî tên lidarxistin. Ger zêdetir şampiyonî bên lidarxistin, beşdariya werzişvanên jin wê zêde bibe. Armanca her xebatek heye. Armanca min a sereke ew e ku ez bibim antrenorek baş û werzişvanên baştir perwerde bikim. Ez hewl didim şaşîtiyên ku min kirine, bila werzîşvanên min nekin û dixwazim bibin hakemek baş.”

Rolên li ser jinan tê ferzkirin hildiweşînin

Aynda, da zanîn ku astengiyên herî mezin ên werzîşvanên jin lê rast tên, rolên ku ji aliyê civakê ve li ser jinan tên ferz kirin e û diyar kir ji ber têgihîştina werzîşê aydê mêran e, karate ji bo jinan guncaw nayê dîtin. Lê Aynda ya xwediya kembera reş û gelek pileyên navneteweyî ye û niha di nava hewildana bûyîna hakem û antrenorî de ye, wiha got: “Gelek malbat asteng dibe ku zarokên keç beşdarî werzîşa karateyê bibin. Ji ber vê werzîşê wek werzîşek hişk û êrîşkar dibînin. Lê ev werzîş, xwebaweriyê zêde dike, ji bo kontrolkirina hêrsê dibe alîkar û di aliyê fîzîkî de jî gelek bi sûd e. Ez ji malbatan hêvî dikim zarokên xwe teşwîqê werzîşê bikin.”

‘Ji bo jinan piştgiriya têrker nayê dayîn’

Perî Niyazî, werzişvaneke ku 5 sal in di klûbê de perwerde digre û xwediya kembera reş e. Perî Niyazî, diyar kir ku wê di bin çavdêriya perwerdekarên xwe de gelek xelatên navneteweyî girtiye û wiha berdewam kir: “Li seranserê Iraqê, ji bo vê werzîşê pir zêde girîngî nayê dayîn û ji bo jinan piştgiriya têrker nayê dayîn. Lewma gelek kes ji vê werzîşê bê agahî ne. Karate hunerek parastinê ye û yekane armanca min ew e ku di şampiyoniyan de pileya yekemîntiyê bigrim. Ez ji bo tîma neteweyî ya Iraqê hatim hilbijartin û hêvî dikim ku bikaribim beşdarî Şampiyoniya Asyayê bibim. Jin jî dikarin wekî mêran beşdarî pêşbirkan bibin û bibin şampiyon.”

17 salî ye û ev 7 sal in karate dike

Rejyar Muhammed a 17 salî, ev 7 sal in karate dike û beşdarî gelek şampiyoniyan bûye. Rejyar Muhammed jî got: "Ez spasiya malbata xwe dikim, min bi saya wan gelek madalyayan qezenc kir. Yekane armanca min ew bû ku nîşan bidim jin hene û dikarin biserkevin. Antrenora me gelek piştgirî dide me. Derketina derve ya jinan xweş nayê pêşwazîkirin. Lê malbatên me ji vê nêrînê, dûr ketin. Yekane daxwaza min, bila guh nedin gotinên gel û piştigirî bidin zarokên xwe.”