Siwarek jin hêvî dide jinên Tunisê
Armanca Ayşe El-Talîlî ya Tûnisî ji hînkirina siwarbûna hespan wêdetir e, ew hewl dide ku berpirsyarî, sebir û wêrekiyê fêrî jin û ciwanan bike.

ÎXLAS HEMRONÎ
Tûnis – Jina ciwan a Tûnisî Ayşe El-Talîlî a ku hewesa hêz û nermiyê, wêrekiya siwarbûnê û jêhatîbûna xwe ya afirîner dihewîne, modelek rastîn a biryardarî û serkeftinê ye. Ji zarokatiya xwe ve, hesp hevalbendên wê yên yekem bûn û qada siwarbûnê xewna wê bû ku kesayetiya wê li dora evîna siwarbûnê şekil girt.
Li parêzgeheke gundewarî ya hundirîn, Ayşe El-Talîlî ne tenê siwarek e her wiha sembola biryardariyê ye ku cûdahiyek çêdike. Jineke ciwan e ku hewesa xwe veguherandiye rastiyekê, deriyên derfetan ji bo jin û zarokan li Kasserine ya Tûnisê vedike. Bi her gavekê li ser hespê, Ayşe El-Talîlî di çîroka serkeftina xwe de beşek nû dinvîse, hêz, baweriya bi xwe û baweriya bi şiyana jinê ya ji bo bidestxistina tiştên ne gengaz, bi hev re dike yek.
Siwarbûnê mîna beşek ji nasnameya xwe dibîne
Ayşe El-Talîlî bi gotina; “Meraqa wê ya siwariyê ji zaroktiyê ve dest pê kiriye" wiha qala rêwîtiya xwe kir: "Ez di nav hespan de mezin bûm û ji wan sebir û dîsîplînê fêr bûm. Bi derbasbûna demê re, karîbûm gav bi gav xewna xwe bi dest bixim û bibim siwareke jin. Siwarbûn ne tenê hobiyek demkî bû, heweseke kûr bû ku bi jiyan û karê min bi hevdû ve girêda. Ji bo min siwarbûn tiştek e ku bi hemû dilsoziyê jê hez dikim û min wê wek beşek yekgirtî ya nasnameya xwe dibînim."
'Divê werzîş winda nebe, belav jî bibe'
Ayşe El-Talîlî dema ku behsa rêwîtiya xwe ya ji keçeke gundî ber bi siwarbûneke jin û dû re jî ber bi xwediya klubeke mezin ve kir, tekez kir ku zehmetiyên ku ew pê re rû bi rû maye pir mezin bûne, bi taybetî di kişandina bala rayedarên herêmî ji bo piştgiriya vê werzîşê û hêzdarkirina ciwanan dijwar bû. Ayşe El-Talîl got: “Destpêk dijwar bû, lê min wan kesên ku vê çalakiyê bi min re parve kirin û ji ezmûna min hez kirin, zû dîtin. Daxwaza min, rewşa civakê di serî de ya jinan li vê herêma navxweyî, bipêş bikeve û tiştê ku zirarê dighîne tenduristiya wan ji jîngeha derdorê were rakirin. Divê werzîş winda nebe, belav bibe û bibe beşek ji çanda ciwanan û civakê.”
Klûbek siwarbûna li hespan vekir
Der barê fikra damezrandina klûba siwarbûnê de Ayşe El-Talîlî aşkera kir ku siwarbûn hêz, wêrekî û baweriya bi xwe dide jinan û dihêle ku ew li ser pêşxistina xwe bixebitin da ku xurttir bibin û ji şiyanên xwe bêtir haydar bin. Ayşe destnîşan kir ku hin malbatan di destpêkê de rexne li vê fikrê girtine, lê piştî dîtina encaman wan fikra xwe guhertiye. Ev yek hesta wê ya razîbûn û serbilindiyê bi tiştê ku ew dike zêde kir. Ayşe El-Talîlî axaftina xwe wiha domand: "Klûba ku min damezrandiye ne tenê bi jinan sînordar e, deriyên xwe ji her kesî re vedike. Jin xwedî krîzma û kesayetek xurt in, bi taybetî dema ku beşdarî werzîşên siwarbûna hespan dibin. Ew werzîşek ji bo her kesekî ku jê hez dike ye.
Astengî û zehmetiyên ku dikşîne
Ayşe El-Talîlî di nav gotinên xwe de astengiyên ku pê re rûbirû maye, bi taybetî yên têkildarî binesaziyê, vegot û gotinên xwe wiha domand: “Pêwîst e rayedarên herêmî bi av û elektrîkê piştgiriyê bidin hespan. Proje ne tenê klubek siwarbûnê ye, her wiha qadeke pêşketina yekgirtî ye ku sûdê dide tevahiya welêt. Bi hêvî me ku klûba Kasserine veguherînim navendeke yekgirtî ji bo çalakiyên werzîşî û çandî ji bo zarok û ciwanan û şampiyonên klûbê bikaribin li derveyî welêt beşdar bibin, navê Kasserine û ala Tûnisê hilgirin. Her wiha klûb qadeke şahiyê, lîstik û çalakiyên cûrbecûr ên bi werzîşê ve girêdayî ku ji bo zarokan sûdmend in vedihewîne. Piştî ku bi sê hespan dest pê kir, niha şeş hespên min hene têkiliyên bi hespan re gelek dijwar e, lê dîsa jî karek xweş e. Hêvî dikim ku şertên darayî baştir bibin da ku projeya xwe berfirehtir bikim."
Zarokan ji parêzgehên din jî digre
Ayşe El-Talîlî anî ziman ku klûb pêşwaziya zarokên ji parêzgehên cûrbecûr dike û gok ku di nav de Kasserine, Gafsa, Bouzid û Kef jî hene. Ayşe da zanîn ku tevî hin kêmasiyên çavkaniyan, çalakî berdewam dikin û zêdetir dibin û wiha pê de çû: “Armanc ew e ku projeyê berfireh bikin û asta xizmetguzariyan bilind bikin da ku bêtir zarok, hesp û çalakiyên werzîşî û çandî tê de hebin. Ev proje ne tenê klûbeke werzîşî ye, civatek biçûk e ku nirxan, hevkariyê û xebata tîmê fêr dike û ji bo nifşên pêşerojê derfetek ji bo perwerdehiyek erênî peyda dike.”
‘Hewl didim ezmûnên min bibin çavkaniyên îlhamê'
Ayşe El-Talîlî tekez kir ku armanca wê ji hînkirina siwarbûna hespan wêdetir diçe. Her wiha dixwaze berpirsiyarî, sebir û wêrekî fêrî jin û ciwanan bike, ji ber ku siwarbûn amûrên ji bo bihêzkirina kesane û civakî dide wan. Ayşe el-Talîlî axaftina xwe bi van gotinan domand: “Em jinên Tunisî teşwîq dikin ku ji bo xwe an zarokên xwe werzîşên siwarbûnê bikin û her kesî vedixwînin ku vê werzîşa hêja biceribînin. Bi hêvî me ezmûna min ji bo her kesê ku dixwaze jêhatiyên xwe pêş bixe û xewnên xwe bi dest bixe, bibe çavkaniya îlhamê.”
Hewldanên berfirehkirina projeyê
Ayşe El-Talîlî destnîşan kir ku proje berdewam dike, berfireh bibe û ew plan dike ku hejmara hespan û çalakiyan zêde bike û cîhên ku ji bo perwerde û şahiyê hatine destnîşankirin berfireh bike, da ku hemû temen û çînên civakî di nav xwe de bigire. Ayşe got: “Serkeftin ne tenê bi hejmara hespan an mêvanan tê pîvandin, her wiha bi bandora klûbê ya li ser jiyana ciwanan, hêzdayîna jinan û xurtkirina ruhê civakê jî tê pîvandin. Qezencên min yên herî mezin ew in ku dibînim zarok dikenin, fêr dibin û baweriya xwe bi xwe tînin, ev yek min motîve dike ku tevî zehmetî û dijwariyan berdewam bikim.”
Platformek perwerdehî û çandî ye
Ayşe El-Talîlî di dawiya axaftina xwe de balkişand ser girîngiya piştgiriya însiyatîfên herêmî yên ku şiyanên ciwanan zêde dikin û jinan hêzdar dikin. Ayşe wiha got: “Em ji rayedarên herêmî û civakê hewceyî vîzyonekê ne ku piştgiriyê bidin vê werzîşê, ne tenê wek werzîşek laşî, lê wek platformek perwerdehî û çandî ku nifşên bi bawerî ava dike ku dikarin bi pirsgirêkên pêşerojê re rûbirû bimînin. Xewna min ji bo her zarok û jinek ciwan li Tunisê dirêj dibe, ku derfet hebe hespbaziyê biceribînin û bigihîjin armancên xwe."