Tevî zilma Talîbanê, li welatê xwe ma: Ez dixwazim werzîşê bidomînim

Piştî ku Talîban welatê Afganistanê xist bin kontrola xwe, werzîş kirina jinan jî hat qedexe kirin, gelek jinên werzîşvan neçar man koçî welatên cûda bikin. Jîngehparêz, parêzvana mafên jinan û lîstikvanê futbolê Om El Benin Baturi, ku tercîh kir li welatê xwe bimîne, diyar kir ku ew dixwaze li welatê xwe werzîşê bidomîne û banga piştgiriyê li raya giştî ya navneteweyî kir.

BİHARAN LEHİB
Kabûl- Talîban piştî ku rêveberiya Afganistanê girt destê xwe, yekem tişta kir destwerdana destkeftiyên jinan bû. Li welatê ku têkoşîna mafên jinan, mafên mirovan û mafên bingehîn ku bi salan e tê dîtin, ji aliyê jinan ve hemû hêviyên wan ji holê rabûne. Dema ku gelek Afganî welatê xwe terk dikirin, kesên ku diherikîn balafirgehan, taybet hunermend, nivîskar, rojnamevan, werzîşvan û yên wekî wan, ku bi nasnameya xwe ya aktîvîst di rêza pêşîn de bûn û difikirîn ku ew bibin hedefa Talîban, hewl dan ku mafên xwe yên jiyanê biparêzin. Bê guman, ji vî wêneyî wêdetir, jinên ku dibêjin "Ez ê li welatê xwe bimînim" jî hene.
Banga piştgiriyê ji civaka navneteweyî re 
Aktîvîsta jîngehê, parêzvana mafên jinan û lîstikvanê futbolê a Afganistanê Om El Benin Baturi banga piştgiriyê li civaka navneteweyî kir û got: "Mixabin, bi hatina Talîbanê ya rêveberiya welêt em nikarin werzîşê bidomînin. Em xemgîn û bifikar in. Lêbelê, ez ê dev ji werzîşê bernedim û ji bo hînkariyên xwe bidomînim çi ji destê min were bikim. Divê Talîban fam bike ku werzîş zirarê nade jinan. Gelek jinên Afganî jiyana xwe dan vê yekê û bi salan xebitîn ku di werzîşê de bigihîjin pozîsyonek profesyonel. Divê ev neyên paşguhkirin.”
"Ez naxwazim welatê xwe biterikînim" 
Om El Benîn Baturî bal kişand ser xelat û madalyayên ku wê bi awayekî takekesî di fûtbolê de bi dest xistiye û got, "Ev hemû tişt berhema kedêk mezin e, ez çawa dikarim dev jê berdim" û wiha dom kir: "Niha Talîban hatine û dixwaze me rawestîne. Ez çawa dikarim rawestim? Di dawiyê de, ez dixwazim dîsa bibêjim, bi me re bibin, piştgirî bikin. Ez dixwazim werzîşê bidomînim, naxwazim welatê xwe biterikînim, dixwazim li welatê xwe wek ku ez dixwazim bijîm.”
Em 73 werzîşvanên ku xwe penihandin Pakîstanê bibîr bînin
Seroka berê ya Tîma Neteweyî ya Jinan a Afganîstanê Halide Popal û 73 werzîşvanên ji qadên cûda tevî malbatên xwe penihandin Pakistanê. Werzîşvanan wêneyên ku di dema revê de kişandine jî li ser hesabên xwe yên medyaya civakî parve kirin. Halide Popal di Tebaxê de ji werzişvanên jin xwest ku di dema pêşkeftina Talîbanê de wêneyên xwe jêbibin û xwe li cîhek ewledar bihêlin.
Nîlûfar Boyat a ku hewl dida ji welêt derkeve, rastî lêdanê hat 
Kaptanê Tîma Basketbola Werzîşê ya Neteweyî ya Jinan Nîlûfar Boyat û malbata wê piştî ku Talîbanê dest danî ser Kabîlê û guherandina rêvebiriya Afganî welat terikandin. Dema ku hewl dida bi kursiyê biteker ji welêt derkeve rastî lêdan û heqaretê hat. Aktîvîsta mafên jinan û astengdaran Werzîşvan Nîlûfar Boyat xwe penihand Îspanyayê. Di her hevpeyvîna ku dida de destnîşan kir ku ji ber ku ew bi nasnameya xwe ya çalakvan dihat naskirin neçarbû ku ji welat bireve.
Yên li Afganîstanê mane…
Di dawiyê de, gengaz e ku mirov nimûneyên takekesî pir bike, lê wêne bi zelalî li ber çavên me ye. Her çend em hewl bidin ku înkar bikin jî, ev rastiyek e nayê înkarkirin ku jinên ji ber welatê xwe hez dikin têdikoşin li ku dera cîhanê bibin jî, bi wan re hevkariyê dikin. Yên ku li Afganistanê dimînin jî hay jê hene ku ew ê soza bikaribin rast bisekin, dibe ku ew sibê bi canê xwe bidin.