Ronak Zamanî bû jina yekem a Kurd ku gihaye lutkeya Manaslu
Federasyona çiyageriyê ya Îranê, ji ber serkeftina gihana çiyayê Manasul a li Nepalê, madalyaya zêr a dinyayê da çiyager Ronak Zamanî ya ji Sine. Ronak Zamanî bû jina yekem a Kurd ku gihaye lutkeya Manaslu.
Navenda Nûçeyan – Federasyona Çiyageriyê ya Îranê ji ber serkeftina gihana çiyayê Manasul a li Nepalê a 8 hezar û 163 metre, madalyaya zêr a dinyayê da çiyager Ronak Zamanî ya ji Sineyê. Ronak Zamanî ji ber serkeftina xwe, di salona 22’yemîn a Leşkerî ya li bajarê Sine merasîma pêşwazîkirinê hate li darxistin. Di merasîmê de heyeta Çiyageriyê ya Sine, çiyagerên herêmê, aktivîstên civaka siyasî û hejmarek zêde jin beşdar bûn.
Ronak Zamanî, bûye jina yekem a çiyager ku gihaye lutkeya Manaslu ya 8 hezar û 163 metre ku heta îro 52 çiyageran jiyana xwe ji dest daye. Ronak Zamanî sala bûrî berjenga jina yekem a Kurd ku giha lutkeya Han Tengrî ya li Kazakistanê ku li ser 7 hezar metran deye.
Manaslu 8 hezar û 163 metre ji asta deryayê bilind tê dîtin, ji derveyî bûna lutkeya herî zor û bi nav û deng a 8’an a dinyayê, çiyayê 8’yemîn ên herî bilind ê dinyayê ye. Gihana Manaslu ya di Himalayên Nepal de cih digre, şertên hewayê yê zor, deme dem ji bo ketina keviran û aşûtan gelek bi hêze. Gihana lutkeyê gelemperî, di mehên biharê û peyîzê de tê kirin, ji ber di van deman de şertên hewayê hê aram û xeteriya firtinaya tund kêmtire.