Jinên Îranî ji branşa Muay Thaî sê madalyayên zîv girtin
Sporvanên jin ên Îranî, di roja heftan a Lîstikên Welatên Îslam de, di branşên duatlon û Muay Thaî de 3 madalyayên zîv girtin.
Navenda Nûçeyan – 23’yê Mijdarê roja Înê, jinên sporvan ên Îranî di roja heftan a Lîstikên Welatên Îslam Riyad 2025 de di branşên duatlon û Muay Thaî de bi ser ketin û 3 madalyayên zîv girtin.
Di lîstikê de Fatemeh Hosseyînî, Fereşteh Hassanzadeh û Zahra Akbarî, ji branşa Muay Thaiyê madalyaya zîv bi dest xistin.
Feresteh Hassanzadeh, weke nûnera tîma Muay Thaî ya jinên Îranê bi 45–50 kg. bi reqîba xwe ya Mexribî re hat pêşberî hev û bi skora 30 û 27 re madalyaya zîv bi dest xist.
Nûnera kategoriya 60–55 kg. Zahra Akbarî jî di fînalê de bi sporvaneke ji Tirkiyeye re hat pêşberî hev û bi têkbirina skora 29 û 28 re madaylaya zîv bi dest xist.
Fatemeh Hosseyînî jî di fînaka 65–60 kg. de bi têkbirina nûnera Tirkiyeyê bi 30 û 27 madalyaya zîv bi dest xist.
Di beşa yekem a pêşbaziyên Duatlon de di beza 5 kîlometreyî de Hadîs Nasr Azadanî bû şeşemîn, Faîze Abedînî bû heftemîn û Reyhane Khatounî bû nehemîn. Dûre sporvanan, derbasî beşa biskilêtê ya 20 kîlometreyî bûn û di pêşbirkê de bi dorê bûn pencemîn, heftemîn û heştemîn.
Di merheleya dawî ya pêşbirkê, di beza 2,5 kîlometreyî de jî sê sporvanên Îranî, bûn şeşemîn, heftemîn û heştemîn.