Nesrîn Akîroz bi lingê xwe ya protez hewl dide xiyalên xwe pêk bîne

Nesrîn Akîroz a ku dusalî bû ji ber qezayek lingekî wê hat jêkirin, tevî hemû astengiyan dev jî pêkanîna xeyalên xwe berneda û bû rahênara tîma basketbolê.

CAROLÎN BAZZI
Beyrûd- Nesrîn Akîroz tevî di zarokatiya xwe de qeza derbas kir û ev yek bû sedema jêkirina lingê wê lê wê ev yek ji xwe re astengî nedît û ji bo pêkanîna armanca xwe her dem xebitî. Nesrîn Akîroz yekem rahênera jin a werzîşê ye, li Rojhilata Navîn û bi lingê protez karê xwe dike, bi îradeyek xurt li hemberî astengiyan li xwe dide û hewl dide di cîhana ku her dem jê hez dikir de bibe rahênera tîma basketbole.
“Bi vî awayî min dît ku ez ji yên din cuda me"
Nesrîn Akîroz hûrgiliyên sedema qutkirina lingê xwe yê di sala 1992'an de ji ajansa me re wiha vedibêje: "Dema ku ez dusalî bûm, li balkona mala xwe radiwestiyam, guleyek ku di dema pîrozbahiya hilbijartinên parlamentoyê de dihat avêtin, li min ket. Guleyek bêserûber li lingê min ket, piştre teqiya û bû sedema kangrenê. Bijîşkan gotin ku ku divê lingê min ji binê çokê ve were jêkirin.”  
Nesrîn Akîroz têkildarî qebûlkirina xwe ya jêkirina lingê xwe wiha got: "Ji ber ku ez di temenekî biçûk de bûm, gelek aliyên di dema qezayê de nayên bîra min lê min tedawiya fizîkî didît û hînî meşê bûm. Min nizanibû ku ez ji kesên din cuda me". Nesrîn bûyera ku bûye sedem xwe ji yên din cuda hîs bike wiha vedibêje: "Dema ku ez heşt salî bûm, min basketbolê dilîst, lingê min ê birîndar şikest. Di wir de min ferq kir ku ez ji yên din cuda me. Dema yazdeh salî bûm, dîsa di dema basketbolê de heman lingê min şikest, wê demê min nema dikaribû werzîşê bikim lê hezkirina min jê re qet xilas nebû.”
Nesrîn Akîroz dibêje ku birîndarbûna wê ya çend caran nebûye astengî ku bikeve qada her dem xeyala wê dikir û wiha behs dike: "Dema ku min xwendina xwe ya zanîngehê di biranşa kombûna Xwarin û Werzîşê de qedand, min di dilê xwe de azwerî û hestek hîs kir. Ji ber vê yekê min armanca xwe fam kir û biryar da bişopînim û bikevim qada werzîşê û li şûna ku ez bibim lîstikvana basketbolê, ez ê kar bikim da ku bibim rahênera tîmeke basketbolê.
“Mirovên derdorê bi çavên dînan li min nihêrîn û bi xeyalek ne mimkun sûcdar kirin”
Nesrîn Akîroz dibêje ku ne hêsan bû têgihîştina civaka Lubnanê ya li ser rahênera werzîşê ya protezê were guheztin û wiha domand: "Ruxme ku hin kes min teşwîq dikin û piştgirî didin jî hin kes hene hebûna min di qada werzîşê de qebûl nakin. Lê ev kes bi xwe jî ji behremendiya min bawer nakin ku firsendê bidin min ez ji bo guhertina wê zîhniyetê bixebitim. Kêm kes hene ku ji min bawer dikin ez difikirim ku ji bo guhertina vê zîhniyetê demek dirêj hewce dike. Mirov dibînin ku tevî her tiştî ez bi serkeftî me ji ber ku di vî warî de nezan in bi her awayî hewl didin astengiyan bibînin".
Nesrîn Akîroz bal dikşîne ku pir kes hene dibêjin em li pey xeyalek pir zehmet diçin û wiha dibêje: "Ji ber ku ez li pey xeyalên xwe dimeşim, hin kes hene ku rewşa min wekî heyî qebûl dikin lê bêguman ên ku min red dikin û min bi dînbûnê sûcdar dikin jî hene. Dema ku ez tevli xwendina xwe bûm, fikirîn ku ez ketime qadek xelet û ji min xwestin ku ez beşdarî qadeke din bibim lê ji ber ku min dixwest bigihîjim armanca xwe ez bi israr sekinîm. Ew werzişê wekî werzîşek normal dihesibînin, nizanin ku basketbol ji bo min awzerî, meraq û xeyalek ku dê bibe rastî ye". Nesrîn Akîroz înkar nake ku yên qebûl nakin tevli refên wê bibin hene lê bêguman ên ku baweriya xwe bi performansa wê ya werzîşê tînin jî hene û wiha dibêje: "Yên ku beşdarî dersên min dibin, hîs dikin ku ez bêtir zextê li wan dikim, ji ber ku bi nêrîna wan ez nikarim tevgerên werzîşê yên zehmet pêk bînim. Ji ber vê yekê ew dudil dibin ku westiyana xwe diyar bikin, ev yek jî ji wan re bêtir motîvasyon dide ku bihêztir û bêtir perwerde bibin.”
“Min di werzîşê de ji sifirê dest pê kir û gihîştim asta jor”
Nesrîn Akîroz qala tecrubeya xwe ya werzîşe dike û wiha dibêje: "Min di werzîşê de ji sifirê dest pê kir û dûre gihîştim asta îro lê sedema wê yekê ji ber ku armanc, xeyalek min a diyar û bidestxistina hêza bedenî bû. Ji ber ku di nav perwerdekaran de pêbaweriya min hîs kirin baweriyêk çebû û encamên berbiçav ên ku bi riya perwerdeyan bi dest dixin dîtin.”
Nesrîn Akîroz der barê girîngiya werzîşê de wiha got: "Hin kes dibêjin ku bedena wan baş e û hewcedariya werzîşê nîn e lê werzîş bedena mirov saxlem dihêle temenê mirov dirêj dike û pirsgirêkên tenduristiyê kêm dike. Hin jin jî hene ku ditirsin bedena wan jî mîna mêran masûlkeyan bi dest bixe û bi vî awayî jinbûna xwe winda bikin lê ev ne şert e, ji ber ku gelek jin hene hêza fizîkî bi dest xistine lê jinbûna xwe parastine".
"Ji xwe bawer bin û xeyalên xwe pêk bînin"
Nesrîn Akîroz behsa sûdên werzîşê ji bo bedenê û derûniyê dike û destnîşan kir ku werzîş dibe sedema avêtina enerjiya neyînî û behsa pêvajoya ku ji ber belavbûna nexweşiya koronayê nikaribû wezîşê bike kir û da zanîn ku ji ber hemû enerjiya xwe vala derbas kiriye pir tengezar bûye.
Nesrîn Akîroz ji kesên xwedî pêdiviyên taybet re peyamek dişîne û dibêje: "Ji xwe bawer bin û kêmendamiyê ji bo xwe wekî astengî û kêmasiyek nebînin. Kêmasiyên her mirovî hene, hûn bi tevahî û bi tenduristî û hêza bedenî ya baş xuya bikin lê ev nayê wê wateyê ku her tişt baş e, ji ber vê yekê kêmasiyên her mirovê hene. Di her mirovê de astengiyên bedenî yan jî derûnî hene û ew jî nahêlin ku jiyana xwe bi rêkûpêk bi rê ve bibin. Ji ber vê yekê ji xwe bawer bikin û jiyana xwe wekî ku hûn mirovên normal bin bidomînin, bifikirin û xeyalên xwe pêk bînin.