Koronayê werzîşvên jin dûrî werzîşê xistin

Ji dema belavbûna Koronayê Jinên ku di warê perwerdehiya werzîşê de dixebitin da ku ji zextên jiyanê dûr bikevin û tenduristiya xwe piparêzin, gelek bandor bûne.

KAROLÎN BERΠ
Beyrût - Ji ber belavbûna vîrusa koronayê, gelek cihên werzîşê hatin girtin û hin ji wan neçar man ku hejmara endamên xwe kêm bikin. Vê yekê ji aliyê psîkolojîk, darayî û bedenî ve bi rengekî neyînî banor li ser rahêneran kir.  
'Werzîş dermane lê Koronayê em jê mehrûm kirin' 
Rahînera werzîşê û rahînera pergala N.S Nisrîn Hemûd, ji ajansa mer got:" Dema ku ji nişka ve di jiyana me de guherînek çêbibe, em wekî rahêner ji hêla tenduristî û psîkolojîk ve pê bandor dibin. Em her heftiyekê hejmareke demjmêr dixebitin û bi wê guherînê re helbet wê ji me re zehmet be û bandor li me were kirin."
Nisrîn dibîna ku tevlîbûna wêyî nadî, ji bilî ku pîşeyek e, revîna ji mal û zextên malbat û jiyanî ye. Lê digel belavbûna Koronayê, êdî nikare vê yekê berdewam bike.
Nisrîn diyar dike ku piraniya rahêneran, nemaze yên dayik, nikarin di mal de wezişa xwe berdewam bikin, ji ber ku ew di hawîrdora tengasiyê ya ku wan hewl didan bi riya saeta werzîşê ya li nadî dûrî wê kevin, dijîn.
Derbarê bandora karantîna malê li ser tenduristiya wê, Nisrîn dibêje: "Bê guman, karantîna malê û kêmbûna şopandina rûtîna werzîşa min ya berê bandorek neyînî li bedena min kir, her wiha giraniya min jî zêde bû. Saeta ku rojane min perwerde dida, ji bo min mîna dermankirinê bû."
'Di derheqê pîşeya xwe de nêrînek min a zelal tune ye'
Nsrîn berdewam dike:" Em di qonxeke bê armanc û pêşeroj de dijîn. Ez înkar nakim ku Koronayê min guherand. her wiha ji bo pêşerojê, nemaze di derheqê pîşeya xwe de, nêrînek min a zelal tune ye. Gelo em dikarin vê pîşeyê di rewşa Koronayê de li cîhek girtî berdewm bikin?." 
Nisrîn dibêje:" Derbarê darayî de jî rewş pir xirab e, ji ber ku em wekî rahêner di klûbên werzîşê de sabît nabin û meaşek demijmêrî ji me re tê dayîn. Her wiha Neqabeta Rahêneran tune ye, lê sendîka hene û her federasyon hejmarek lîstikvan pê ve girêdayî ne, ji ber vê yekê meaşek sabît tune ye û xebata me hemû hatiye sekinandin."    
' Wezareta Ciwanan û Werzîşê mîna wêneyekê ye'
Nisrîn hewil daye ku komeleyek werzîşê damezrîne ku dê wekî neqebeyekê kar bike da ku di bûyerên rahêner zirarek dîtiye de, tezmînat hebe. Her wiha destnîşan kir ku ev rola federasyonê di damezrandina Neqabetekê ku mafên hemû lîstikvanên jin û mêr biparêze û tekez dike ku Wezareta Ciwanan û Werzîşê mîna wêneyekê ye, alîkariya lîstikvanên jin û mêr nake. 
Ji ber tirsa belavbûna Koronayê, Nisrin dev ji perwerdehiya di nadiyên girtî de berdaye. Lê Nisrîn diyar dike ku ew ê bi destpêkirina biharê re li cihên vekirî û fireh ku hejmarek mezin ji jinan tê de bicivin û di heman demê de xwe biparêzin jî, werzîşa xwe berdewam bikin . 
Em xerç dikin bêyî çavkaniyek madî hebe
Pirsgirêka darayî ya rahênerê werzîşê Dana Xedar ji pirsgirêka Nisrîn Hemûd ne cuda ye. Dana Xedar ji ajansa me re dibêje:" Bê guman zirara herî mezin di vê heyamê de, ziyana madî bû, ji ber ku hemî nadî hatin girtin û bi vî rengî karê me sekinî. Her wiha divê em kirêya cîh û guhertoyên nû yên rahênerê ku her sê mehan carekê em dikirin bidin û hemî jî bi dolaran e."
Li ser bandora karantîna malê li ser pratîka wê ya werzîşê, Dana dibêje:" Karantîna malê bandorek neyînî li bedena min nekir ji ber ku ez hîn jî rojane werzişê dikim, her wiha ez ji dûr ve jî dersan didim."
Dana Xedar temrînên herî girîng ên ku laş rojane hewce dike destnîşan dike:" Temrîna germkirinê ku meşk dil radike û rûn dişewitîne, temrîna Push UP, temrîna Lunges û gelek temarînên din jî. Her wiha pêdivî ye ku ev hemû temarîn bi parêzek bi tenduristî be, ji ber ku di dema niha de mirov gelek, bi taybetî şîraniyan dixwin.