Bijîşkiya diranan ji bo xwe pîşe, sporê jî wekî pêkhatina xeyalên xwe dibîne

Menar Serhan ji ber hezkirina xwe ya sporê di gelek astengiyan re derbas dibe li ser vê yekê dibêje ku di destpêkê de zehmetiyê ji ber tunebûna piştgiriya malbatê kişandiye lewre malbata wê jî wekî her malbatê hêvî dikirin ku keça wan bibe bijîşk an endezyar.

NÊRMÎN TARIQ
Qahîre- Menar Serhan yek ji bijîşkên diranan e, gelek nexweşên wê hene lê ew tenê vî karî nake, bi futbolê re jî têkildar e her wiha hezkiriyên futbolê yên Ewropayê jî lê digerin da ku pêşketinên her dawî ji yaneya Îspanya û Îngîltereyê hîn bibin.
Rojnameya Îspanyayê ku li ser Menar Serhan a 30 salî nivîsand, ragihand ku ew derbasî werzîşgeha mêran bûye û hemû astengî derbas kirine. Menar Serhan wiha behsa vê yekê dike: “Sedema sereke ya ku min berê xwe da vî warî, hezkirina min a ji futbolê re bû. Di dema zaroktiyê de, xewna min ew bû ku ez bibûma lîstikvana futbolê, ez li kolanan bi zarokan re dilîstim. Bavê min bi navê Munîr bangî min dikir ji bo ez biçim hunidr. Ji ber ku ew difikirî ev lîstik tenê ji bo mêran e. Min nikaribû heya demeke dirêj futbolê bilîsta ji ber ku derfetên di vî warî de ji keçikan re li Mirsir tune ne, ji ber vê min berê we da şirovekirin û nirxandina futbolê.”
Der barê pirsa me ya destpêkirina şîroveya werzîşî û nirxandina futbolê de wiha dibêje; “Destpêkê dema ku ez di dibistana navîn de bûm. Piştre di sala 2006’an de min dest bi nirxandina pêşbaziyên yaneyên Ispanî kir. Di wê demê de xelkê Misirê pir girîngî nedidan yaneya Ewropayê wekî niha. Piştî nivîsandina min li ser forman, pêşnîyarên kar li ser malperên werzîşê ji bo min hatin, wê hingê min dest bi derketina ser kanalên taybet kir da ku pêşbaziyan binirxînim û hemû tiştên ku di hundurê werzîşgehên Ewropayê de diqewimin şîrove bikim.”
Malbat bi derketina min a ser ekranan serbilind e
Menar Serhan di gelek astengiyan re derbas dibe li ser vê yekê wiha dibêje: "Di destpêkê de min zehmetiyê ji ber tunebûna piştgiriya malbatê dikişand, malbata min jî wekî her malbatê hêvî dikirin ku keça wan bibe bijîşk an endezyar. Ew niha bi derketina min li ser kenalan serbilind in her wiha min zehmetî di aliyê komentên neyînî yên li ser malperên tora civakî   dikişand. Digotin; “Cihê te metbex e.” Min ev hemû paşguh kir û derbas bûm. 
Der barê pirsa sedema şîrovenekirina pêşbaziyên yaneya Misrê de, diyar kir ku sedema wê bûyerên Îstada Port Said e ku di sala 2012’an de piştî pêşbaziyek di navbera yaneyên El-Ehliye û El-Misrîye de pêk hat, di wê bûyerê de 72 kes hatin kuştin û ew wekî karesata herî mezin di dîroka werzîşên Misrê de tê hesibandin. Li ser vê yekê wiha didomîne: “Her kes hezkirina min a ji yaneya Zemalik re dizane, hin caran dema ku ez pesnê yaneya EL-Ehliye bidim an jî pesnê lîstikvanekî yaneya Zemalik bidim, rastî gelek rexneyên hişk têm. Ji ber vê ez xwe dûrî şîrove û nirxandina yaneya Misirê didim.” 
Divê tiştên ku jinan teng dikin û di qalibekî de dihêlin ji holê rabin
Menal Serhan kêfxweşiya xwe ya ji bo nivîsa ku rojnameya Ispanî li ser nivîandiye tîne ziman û wiha dibêje; “Tiştê ku min ecibandiye manşeta rojnemeyeke Ispanî ye ku bi sernavê “Keçek derbasî werzîşgeha mêran dibe” ye.
Menar Serhan tevî xebata xwe yên di warê werzîşê de, warê tibê jî terk nekir. Ew dibêje; "Di lihevkirina her du karan de zehmetiyek heye lê ez dev ji tibê bernadim, dema ku min tiba diranan xwend, ew biryara hişk û hesabên mantiqî bû lê futbol azweriya min û behremendiya min a bijare ye û ger dem paşve vegeriya min ê beşa werzîşê di warê medyayê de bixwenda. Civakeke ku ji jinan re hin warên tenê diyar dike ew bandorê li jiyana jinan a taybet dike. Divê ev tiştên ku jinan teng dikin û tenê di qalibekî de dihêlin ji holê rabin da ku jin, bi rehetî karibin behremendî û afrîneriya xwe derxin pêş.