Komek ji ciwanên Sûdanê ji bo jinan Nexweşxaneya "Nefîr El Afiye" avakirin

Li bajarê Kerîma ya Sûdanê komek dilxwazên ku ji ciwanan pêk tên ji bo jinan bi taybet jinên ku ji şer reviyane û bûne koçber Nexweşxaneya Nefîr El Afiye avakirin.

MEYSAA EL QADÎ

Sûdan- Koçberiya hejmareke mezin ji xelkên Sûdanê ber bi eyaletên ewle ve bi taybet di warê tenduristî de zextek li ser xizmetên heyî kir. Ji ber vê sedemê pêwîstî bi avakirina nexweşxaneyan û piştgiriya wan hat dîtin. Komek ji ciwanên bajarê Kerîme bi vê berpirsiyariyê rabûn û nexweşxaneyek taybet ya jinan û jidayîkbûnê ava kirin.

Fikrê avakirina nexweşxaneyê di demekê de hat ku pêwîstiya xelkên herêmê gelekî bi xizmetên wê hebû. Ev nexweşxane dikeve xizmeta bajêr û bi dehan gundên derdorê vê.

Bi komek dilxwazan nexweşxane tê avakirin

Sekretera giştî ya Nexweşxaneya Nefîr El Afiye Selma Ewed Fedîl fikra avakirina nexweşxaneyê çawa derketiye holê wiha anî ser ziman: "Fikrê avakirina nexweşxaneya Nefîr El Afiye ya taybet di dema ku em weke komek ciwan behsa daxwaza xwe ya avakirina nexweşxaneyekê li bajêr de dikirin hat. Em fikirîn û me berê xwe da lêkolînkirina beşên nexweşxaneyên herî zirar ji şer dîtine yan jî beşên nexweşxaneyên sazkirin ji wan re pêwîst e. Wê demê me dît ku pêwîstiya beşa jinan û jidayîkbûnê bi sazkirinê heye. Her wiha me dît ku eger em saz bikin dê lêçûna wê ji avakirina beşeke nexweşxaneyekê zêdetir biçe ji ber wê me biryar da em yek nû ava bikin. Dema rêveberiya nexweşxaneyê rûberek taybet ji me re veqetand xeyalên me mezintir bû û me xwest em nexweşxaneyekê li şûna beşekî tenê ava bikin.

Nefîr El Afiye naveke kesên dilxwaz ji kom û projeyên dê ji bo xizmeta xelkên herêmê pêk bînin re hilbijartine. Gotina Nefîr li Sûdanê tê wateya hevgirtina welatiyan û hevkariya wan bi hev re."

‘Em dixwazin perwerde û hişyarkirinê jî pêş bixin’

Selma Ewed Fedîl di berdewama axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "em Nefîrê di mewsima çandiniyê û berhevkirinê di mewsimên lehiyan û karesetan heta bi şeran dibînin. Dilxwazên di koma Nefîr El Afiye de hêvî dikin nefîra wan û hevgirtina wan tendurust be û ji her kesê li bajarê Kerîme û gudewarên wê dijî re. Di heman demê de kom dixwaze xizmetên di warên din de mîna tenduristî perwerde û hişyarkirinê bi riya Nefîr El Afiye pêş bixin."

‘Gumanên xelkê zehmetiyan li pêşiya me ava dikir’

Selma Ewed Fedîl di berdevamiya axaftina xwe de di dema avakirina nexweşxaneyê de zehmetiyên ku rûbirû mane anî ser ziman û wiha got: "Yek ji zehmetiyên em pêre rûbirû man gotinên xelkê yên mîna tişta hûn dixwazin bikin xeyal e. Ev cihê me hilbijart ji bo avakirina nexweşxaneyê cihekî xirabe bû û zehmetiyên pêkanîna xeyalên me jî hebûn. Em weke dilxwaz pereyên me jî tune bûn. Dema me dest pê kir tenê 10 hezar Cinêh Sûdanî bi me re bû. Zehmetiya yekem ew bû ku gelo em dikarin biser bikevin yan na. Zehmetiyan duyem jî gumana xelkê bû ji ber wê erka me ya sereke bû bersiva li hember van gumanan. Me dest bi avakirina nexweşxaneyê kir."

Bi riya medyaya dîjîtal alîkarî belav dikin

Selma Ewed Fedîl ji bo avakirina nexweşxaneyê awayên komkirina piştgiriyê û bikaranîna wê wiha qal kir: "Me gelek sûd ji dîjîîtal medyayê didît. Dema me dixwest em kar li ser tiştekî bikin me post belav dikirin û bi vê yekê alîkarî ji me re dihatin. Xelkên herêmê hemûyan di avakirina vê nexweşxaneyê de bûn alîkar tevî zarokan jî."

Di nexweşxaneya hatiye avakirin de xizmetên ji bo jinên ducanî û piştî jidayîkbûnê peyda dibin. Her wiha emeliyat û jidayîkbûnên xwezayî lê hene. Xizmetên xwe ji xelkên bajarê Kerîme re pêşkêş dike. Hejmara xelkên bajêr beriya koçberiya lê çêbibe 15 hezar bû. Piştî şer hejmar hîn zêdetir bû. Di heman demê de jinên li gundewarên bajêr jî sûdê ji xizmetên vê nexweşxaneyê digrin.