‘Guhertina hewayê û karesetên xwezayî bandorê li derûniya jinan dike’

Pispora derûnî û aktîvîsta civakê Şeymaa Ebleq diyarkir nexweşiyên derûnî herî zêde di jinan de tê dîtin û jin bi girtina alîkariyê dikarin nexweşiyên derûnî derbas bikin û bi aram bijîn.

HENAN HART

Mexrib – Li Mexrîbê gelek nexweşiyên derûnî di nav jinan de zêde bûye. Mînak jinên ku zarokên wan çêdibin û çênabin ne weke hev in, her wiha jinên rûbirûyî tundiyê tên ne mîna yên normal dijîn in, ji ber ew zêdetir dikevin deprasyonê bi stres in û her dem şînî ne. Pispora derûnî û aktîvîsta civakê  Şeymaa Ebleq der barê mijarê de ji ajansa me re axivî.

Nerîna civakê der barê nexweşiyên derûnî de hatiye guhertin

Şeymaa Ebleq wiha dest bi axaftina xwe kir: "Nêrîna civakê li dijî nexweşiyên derûnî hatiye guhertin. Her sal em dibînin xelk hîn hişyar dibin û hîn zêdetir berê xwe didin pisporên derûnî. Mirov nikare paşketina tenduristiya derûnî li cem hin kesan bi sedemekê tenê ve girê bide ji ber bi hemû zextên jiyanî û malbatî ve girîngiya tiba derûnî derdikeve holê. Ew yek ji rêbazên çareseriya kirîzên derûnî ne, her wiha ji bo têkoşîna li dijî bandorên destdirêjî cudakarî û tecawiza li dijî jinan di civaka me de girîng e."

Jin ji mêran zêdetir rastî nexweşiyên derûnî tên

Şeymaa Ebleq der barê teşeyên nexweşiyên derûnî yên jin pêre rûbirû ne wiha got: “Lêkolîn û anketan  belge kirin ku jin ji mêran zêdetir rastî nexweşiyên derûnî tên. Ev jî gelek sedemên wê hene. Tenduristiya derûnî ya jinan bi nêzbûna regilê re tê guhertin ji ber bilindbûn û daketina hormonan bandorê li ser derûniya jinan dike. Li aliyek din derûniya dayîkên nû jî bandor dike ji ber bi deprasyona piştî ducaniyê re rûbirû dimînin. Nexweşiyên derûnî yên herî belav dibin deprasyon, stresa derûnî û tirsa ji nexweşiyê ne. Dibe ku deprasyon bi teşeyê deprasyona dijwar deprasyona piştî jidayîkbûnê û tevliheviyên tirsê li cem jinan ne.”

Şeymaa Ebleq di berdewamiya axaftian xwe de wiha got: “Rewşên zextên derûnî di nava jinan de dema rastî tundiya zayendî û dîjîtal tên zêdetir dibin. Ev bûye diyardeyek di civaka Mexribê de û jin ji mêran zêdetir rastî van mijaran tên. Derûniya jinan di encama karê jinan ên dem dirêj bêyî bighêje mafekî hêja jî bandor dibe. Heta niha jin ji mêran zêdetir berpirsyartiyên rojane radikin.”

Guhertina hewayê û karesetên xwezayî bandore li jinan dike

Der barê bandora nakokî û karesetên xwezayî her wiha guhertina hewayê li ser derûniya jinan de Şeymaa Ebleq wiha got: “Di çend salên dawî de derûniya jinan li herêmê gelekî paş ketiye. Her wiha di dema belavbûna korona di sala 2020’an de jî jin bandor bûn. Karesetên xwezayî mîna erdheja li Mexribê, bablîsoka li Lîbyayê û gihertinên xwezayî yên bilindbûna pileyên germahiyê jî bandor kir. Kes gelek caran di rewşên zehmet de rûbirûyî tevliheviya piştî şoqê dimînin lê belê jin duqat ji vê yekê bandor dibin. Tevliheviya piştî şoqê bandoreke mezin li têgihiştina jinan ji cîhanê û wan re çêdike."

Şeymaa Ebleq di dawiyê de bang li hemû jinan kir ku nerînên xwe parve bikin û li alîkariyê bigerin û destnîşan kir ku dema tenduristiya jinan baş be ew dikarin hîn aramtir û baştir bijîn.