‘Di penceşêra pêsîrê de teşxîsa zû pir girîng e’

Li ser girîngiya teşxîskirina zû ya penceşêra pêsîrê ku di van salên dawî de pir belav bûye, radyolog û pispora ultrasyonê Narîn Newzad daxwaz ji jinan kir ku bi rêkûpêk çavdêriyên xwe bikin.

Silêmanî - Penceşêra pêsîrê yek ji cureyên penceşêrê ye ku jin herî zêde pê re rûbirû dimînin. Radyolog û pispora ultrasyonê Narîn Newzad têkildarî penceşêra pêsîrê û sedemên wê ji ajansa me re axivî û diyar kir ku penceşêra pêsîrê, mîna gelek nexweşiyan divê zû were teşxîskirin. Narîn Newzad got: “Ger nexweşî zû were teşxîskirin, dikare were kontro kirin. Jin ji mêran zêdetir bi penceşêra pêsîrê dikevin. Ji ber vê sedemê pêwîst e jin zêdetir girîngiyê bidin tenduristiya xwe.”

Penceşêra pêsîrê belav bûye

Narîn Newzad diyar kir ku penceşêra pêsîrê di jinan de pir zêde ye lê di mêran de jî çêdibe û wiha got: “Teşxîskirina di mêran de zehmetir e û ji ber ku hucreyên bin çerm tenik in, nexweşî zû belav dibe. Ew dikare rasterast ber bi perdeya sîngê ve, ji wir jî ber bi pişik û masûlkeyên li dora sing ve belav bibe. Em nexweşiyên pêsîrê dikin du cure. Hinek cure ne xeternak in lê cureyên din divê teqez bên şopandin. Penceşêra pêsîrê di van salên dawî de li gorî bernameya kûrewî di navbera 45 û 50 salî de belav bûye.”

Jin xwe îhmal dikin

Narîn Newzad diyar kir ku ji ber belavbûna nexweşiya penceşêrê, mamografya li ser nexweşên ji 40 salî mezintir an jî di rewşên bi guman de tê kirin. Narîn Newzad da zanîn ku penceşêra pêsîrê girêdayî îrsî, şêweyê xwarin, şêwaza jiyanê û nexweşiyên hormonê çêdibe û daxwaz ji jinan kir ku girîngiyê bidin tenduristiya xwe û bi berdewamî çavdêriyê bikin. Narîn Newzad got: “Piraniya jinan ji ber ku bi mezinkirina zarok û karên xwe yên rojane ve mijûl in, xwe îhmal dikin. Hinek jin hişyar in û di navberên rêkûpêk de xwe kontrol dikin.”

Banga kontrolê

Narîn Newzad anî ziman ku divê dev ji xwarinên bi rûn û yên ku bi genetîka wan hatiye lîstin berdin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dûrketina ji xwarinên bi rûn riya paqijkirina bedenê û dûrketina ji nexweşiyan e. Van tedbîran sîstema berevaniya bedenê li hemberî hucreyên anormal ên çalak ên bedenê xurt dikin. Divê jin ji hîskirina rewşek ku tenduristiya bedenî, êş û guhertinên di bedena wan de xira bike netirsin û di zûtirîn demê de biçin kontrolê.”