Zêdetirî 19 hezar jin beşdarî hilbijartinên Cezayîr dibin
19 hezar jin bi şiyanên zanistî û pîşeyî yên cuda di hilbijartinên herêmî yên Cezayîrê de pêşbaziyê dikin. Ew bi bernameyên aborî û civakî dixwazin rola jinan û pêşketina herêmî xurt bikin.
RABÎA XERÎS
Cezayîr – Bi destpêkirina kampanyaya hilbijartinên herêmî yên Cezayîrê ku dê di 28’ê Mijdarê de dê çêbibe, namzedên jin bi komxebatên gelêrî yên berfireh û hebûneke balkêş a li ser platformên dîjîtal xwe di qada siyasî de derxistin pêş. Armanca wan ew e ku bi riya bernameyên pêşxistinê baweriya hilbijêran bi dest bixin. Di nav vê tevgera jinan a çalak de, pirsa bingehîn ev e: Gelo ev dînamîzm dê bikaribe astengiyên kevneşopî bişkîne û rêjeya temsîlkirina jinan di meclîsên herêmî de bilind bike?
Bi destpêkirina kampanyaya hilbijartinên herêmî ku zêdetirî 162 hezar namzed beşdarî pêşbaziya endamtiya meclîsên gelêrî yên şaredariyan û parêzgehan dibin, komeke jinên xwedî şiyanên xurt û paşxaneyên zanistî û akademîk ên cuda derketin pêş. Wan bernameyên hilbijartinê yên ku armanca wan xurtkirina hêza aborî û civakî ya jinan e, pêşkêş kirine.
Di nav van bernameyan de, pêşniyarên pratîkî yên ji bo piştgiriya "jinên li malê dimînin" û tevlîkirina wan di qada veberhênanê de cih digirin. Her wiha alîkariya navendên piştgiriyê ji bo pêşketina projeyan û saziyên nû yên ku jin rêvebirina wan dikin, û avakirina cihên taybet ji bo pêşxistina pîşesaziyên kevneşopî û hunerên destan, ji bo zêdekirina dahata malbat û şaredariyan.
‘19 hezar û 327 jinan namzediya xwe diyar kirine’
Li gorî hejmarên hûrgulî yên ku Desthilatdariya Serbixwe ya Hilbijartinê li Cezayîrê eşkere kiriye, di van hilbijartinan de 141 hezar û 388 namzet ji bo endamtiya meclîsên gelêrî yên şaredariyan û 21 hezar û 476 namzet ji bo endamtiya meclîsên gelêrî yên parêzgehan pêşbaziyê dikin. Ev daneyên hejmarî hebûneke berbiçav a jinan di nava namzedan de nîşan didin. Hejmara namzedên jin gihîştiye 19 hezar û 327 kesan ji tevahiya namzedan.
Di nirxandina pêkhateya lîsteyên hilbijartinê de, di asta temsîlkirina jinan de nêzîkbûneke eşkere di navbera 25 aliyên siyasî yên beşdarî van hilbijartinan dibin de xuya dike. Di pêşiya wan de Partiya Encamên Neteweyî, Civata Neteweyî ya Demokratîk, Tevgera Civaka Aştî, Partiya Karkeran û Eniya Hêzên Sosyalîst hene.
Hejmara jinên namzed di van lîsteyan de ji yekê heta heşt jinan di her lîsteyek de diguhere. Di vê pêşbaziya hilbijartinê de namzedên xwedî şiyanên zanîngehan serdest in. Ev yek nîşaneya îsrara jinên Cezayîrî ye ku dixwazin bi awayekî çalak û bi bandor di rêvebirina karûbarên herêmî de cih bigrin.
Armanc û hêviyên jinan
Namzeda hilbijartinê Hacer Rebîhî mînaka eşkere ya vê cihêrengiya pîşeyî û akademîk a di lîsteyên hilbijartinê de ye. Di jiyana xwe ya pîşeyî de, perwerdeya teknîkî, tecrubeya darayî wekî çavdêrekê di bazara bacê de û eleqeya xwe ya bi qada ragihandinê ku bi girtina bawernameya teknîkên nivîsandina rojnamegerî û hunerî ji pêmangehê re encam girtiye, dicivîne
Hacer Rebîhî dibêje ku ev gav ji bo wê destpêkeke nû ye û got: "Berê min tu carî beşdarî hilbijartinan nebûye, ev cara yekem e ku ez dikevim qada siyasî."
Di navbera armanca pêşxistina herêmê û nêzîkbûna ji daxwazên niştecihan de, sedemên namzetiya wê derdikevin pêş. Ew hêvî dike ku bajaroka wê pêş bikeve û wiha dibêje: "Ji ber ku ez di warê bacê de dixebitim û rojane bi welatiyan re di têkiliyê de me, ev yek bû sedema ku ez biryar bidim di bin ala Partiya Tevgera Civaka Aştî de beşdarî vê pêşbaziyê bibim."
Der barê xalên herî girîng ên bernameya wê ya hilbijartinê de, Hacer Rebîhî daxwaz û pirsgirêkên niştecihan dixe pêşiya peywirên xwe û tekez dike: "Heke kampanyaya me bi serkeftinê biqede, pêşîniya me welatiyên asayî ne. Em dixwazin şert û mercên jiyanê yên niştecihên bajarokê xwe baştir bikin, herwiha projeyên rawestayî lêkolîn bikin û di demeke herî zû de wan pêk bînin."
‘Hebûna jinan a xurt di hilbijartinan de bersiva astengî û hişmendiya perala mêr e’
Hacer Rebîhî her wiha rewşa beşdariya siyasî ya jinên Cezayîrî di van hilbijartinan de nirxand û der barê zêdebûna çalakiya jinan a li qada hilbijartinê de xweşbînî nîşan da û got: "Ya ku di vê qonaxa hilbijartinê de herî zêde bala mirovan dikişîne, hebûna xurt a jinan di hilbijartinên şaredariyan de ye, ku li gorî salên borî gelekî zêde bûye. Tevî hemû astengî û zehmetiyên ku hîn jî ji ber hişmendiya mêrserdest li pêşiya wan hene, îro jin di qada siyasî ya pratîkî de xebateke taybet dikin. Ew bi şiyan û israra xwe karîbûn xwe wekî aliyekî çalak û hêzeke girîng di pêşbaziya hilbijartinê de îsbat bikin."
Mekanîzmaya jêbirina navan
Hacer bal kişandin ku para jinan di meclîsên hilbijartî de zêde bûye, bi taybetî di bin ronahiya mekanîzmaya nû ya dengdanê de ku li gorî wê navên namzedan ji lîsteyên girtî tên jêbirin û girêdana mecbûrî ya pergala kotayê kêm bûye.
Piştî ku di hilbijartinên berê de bi saya zagona kotayê hinek kursî ji bo jinan çêbûn îro namzedên jin rûbirûyî ceribandineke rasterast a gel dibin. Divê ew hilbijêr bi şiyanên xwe qanih bikin da ku navên wan ji lîsteyan neyên jêbirin.
Ji ber vê yekê, roja dengdanê dê bibe pîvaneke rastîn ji bo asta qebûlkirina civakê ya serkirdayetiya jinan di rêvebirina herêmî de.