Pirsên li ser zêdebûna jinan a di Parlamentoya Mexrîbê de

Zêdebûna parlamenterên jin li Mexrîbê gelo nîşana başbûna derfetên wan ên gihîştina parlamentoyê ye, an jî berdewamkirina astengiyên civakî, siyasî û temsîliyeta ku tê xwestin de eşkere dike?

HENAN HERÊT

Mexrîb – Li gorî encamên hilbijartinên parlamenter ên Mexrîbê yên ku di 23'ê Îlona 2026'an de hatin kirin, hejmara endamên jin ên Meclîsa Nûneran ji 96 kesan a di hilbijartinên sala 2021'an de, gihîştiye 107 kesên ji tevahiya 395 endaman. Bi vî awayî rêjeya temsîliyeta jinan ji nêzî  ji sedî 24,3’yan gihîştiye ji sedî 27,1’an.

Tevî vê pêşketina hejmarî, şertên gihîştina jinan a ji bo parlamentoyê û asta wekheviya derfetên wan ên di pêşbaziya hilbijartinê de, hê jî  di nirxandina beşdariya siyasî ya jinan de mijarên girîng in. Li gorî daneyan 90 jin bi rêya navçeyên hilbijartinê yên herêmî û 17 jin bi rêya navçeyên hilbijartinê yên xwecihî biser ketine. Di hilbijartinên sala 2021'an de, tenê 6 jin bi rêya navçeyên xwecihî serkefti bûn. Her wiha jinan  ji tevahiya 1.615 lîsteyan ango nêzî  ji sedî 7,5’an, serokatiya 121 lîsteyên hilbijartinê yên xwecihî kirin.

Ev hejmar cihêwaziyên di asta beşdariya jinan a di navçeyên hilbijartinê de nîşan didin û nîqaşan derbarê derfetên wan ên pêşbaziya rasterast de vedikin. Di vê çarçoveyê de piştgiriya partiyan a ji bo namzetan û çavkaniyên darayî yên ji bo kampanyayên hilbijartinê, roleke girîng dilîzin.

Têkoşîna li dijî gendeliyê û tundiya dîjîtal

Di nirxandina zêdebûna temsîliyeta jinan a di parlamentoyê de, çalakvana siyasî û mafên mirovan Kelthûm Musteqîm dibêje ku nirxandina serkeftinê, divê tenê li ser bingeha hejmara kursiyên ku jin bi dest dixin neyê kirin. Kelthûm got ku divê naveroka bernameyên wan, asta bersivdana wan a li hember hewcedariyên siyasî, aborî û civakî yên welatiyan û şiyana wan a têkoşîna li dijî xizanî, paşguhkirin û gendeliyê jî bê nirxandin. Kelthûm Musteqîm pirsa “Em çi cure jinê dixwazin?” Kir û got ku “Armanc divê gihîştina jinên jêhatî û xwedî şiyanên siyasî be ku dikarin berjewendiyên gel biparêzin û li dijî gendeliyê têbikoşin. Ne tenê zêdekirina hejmara jinan a di saziyên hilbijartî de.”

Li gorî Kelthûm Musteqîm girîngiya temsîliyeta jinan bi bandora wan a li ser xebata siyasî û şiyana wan a veguhertina hebûna xwe ya di pozîsyonên berpirsyariyê de ji bo siyasetên bersivdar li hember daxwazên welatiyan ve girêdayî ye. Derbarê pêvajoya hilbijartinê de, Kelthûm Musteqîm da zanîn ku piştgiriya partiyan ji bo namzetan, negihîştiye asta hêviyên çepgiriyan. Kelhûm tekez dike ku hilbijartina namzetan, jin û mêr divê li ser bingeha jêhatîbûn û şiyana wan a xebata siyasî be, ne li ser bingeha derfetên darayî.

Tundiya dîjîtal û bandorên wê yên li ser beşdariya jinan

Kelthûm Musteqîm balê dikişîne ser tundiya dîjîtal a ku jinên namzet dike hedef û wê wekî epîdemiyeke bêdeng ku civaka Mexrîbê ji hundir ve dixwîne, bi nav dike. Kelthûm got: “Ev kiryar ne tenê destdirêjiya li rûmet û nasnameya jinan in, her wiha dikarin beşdariya wan a siyasî jî lawaz bikin û hin jinan ji namzetbûnê an jî ji serokatiya lîsteyên hilbijartinê dûr bixin. Ev yek jî bandorê li derfetên wan ên pêşbaziyê dike.”

Banga hevkariya di navbera partî û komeleyan de

Ji bo têkoşîna li dijî vê diyardeyê Kelthûm Mûsteqîm bang li hevkariya di navbera komeleyan û partiyên siyasî de kir. Kelthûm girîngiya zêdekirina hişyariyê ya derbarê metirsiyên tundiya dîjîtal de destnîşan kir û wiha pê de çû: “Divê saziyên perwerdê jî di vê xebata hişyarkirinê de cih bigirin, da ku kiryarên ku beşdariya jinan di jiyana giştî de sînordar dikin, bên astengkirin.”

'Beşdariya jinan a di hilbijartinan de hê jî sînordar e'

Çalakvana civakî Zehra Şakir dibêje ku beşdariya jinan a di hilbijartinên parlamenter ên dawî de pêşketinek nîşan daye, tevî zextên civakî û astengiyên ku di civakeke kevneperest de bi wan re rûbirû dibin. Zehra wiha got: “Ev pêşketin bi hêsanî pêk nehat. Piştî derbasbûna gelek zehmetiyan bipêş ket. Ew zehmetî hê jî li pêşiya jinên ku dixwazin tevlî xebata siyasî bibin û beşdarî hilbijartinan bibin, astengiyan çêdikin.”

Zehra Şakir destnîşan kir ku tevî girîngiya vê pêşketinê, beşdariya jinan hê jî sînordar e û temsîliyeta wan a di parlamentoyê de negihîştiye asta ku tê xwestin. Zehra wiha nirxand: “Zêdebûna hejmara jinên ku dighîjin parlamentoyê nayê wê wateyê ku temsîliyeta wan gihîştiye asta pêwîst. Ji ber vê yekê, divê xebat ji bo xurtkirina beşdariya jinan û firehkirina derfetên wan ên gihîştina saziyên hilbijartî bidome.”

Hêviya ku di hilbijartinên pêş de hejmara jinan zêdetir bin

Di dawiya axaftina xwe de Zehra Şakir hêvî dike ku di hilbijartinên pêşerojê de temsîliyeta jinan bêtir bi pêş bikeve û jinên Mexrîbê bi awayekî ku ezmûna wan bibe mînakek serkeftî li ser asta neteweyî û navneteweyî, bikaribin hebûna xwe ya di qada siyasî de xurttir bikin.