Analîsta siyasî: Xeza bedela biryareke siyasî ya li ser gel hat ferzkirin dide

Rojnamevan û lêkolînera siyasî Cîvara Taha diyar kir ku êrîşa 7'ê Cotmehê di dîroka Xezayê de xaleke werçerxê ya bi karesat lîstiye da zanîn ku pêşî li wêranî koçberî û xetera desteserkirina erdên Filistîniyan vekiriye.

Filistîn – Hamasê êrîşa 7'ê Cotmehê li gorî hevkêşeyeke ku tenê ew fêm dike da destpêkirin. Zirarên madî û mirovî paşguh kir û fermanek li ser niştecihên Zîvala Xezayê da rakirin. Ev yek îro bûye sedema rewşeke xirab ji bo bajar û niştecihên wê û gefa berdewam a koçberiyê, bi  dagirkirina bajar ji bo dizîna hemû erd û dîroka wê re.

'Êrîş biryarek siyasî bû'

Rojnamevan û lêkolînera siyasî Cîvara Taha da zanîn ku biryara 7'ê Cotmehê, ji aliyê rêxistinên jortir ve hatiye girtin û bi destên Hamasê hatiye pêkanîn. Her wiha got ku ji ber her kesê li mijarê dinêre fêm dike ev yek hatiye plankirin, organîzekirin û her gaveke ku wê rojê hatiye avêtin di bin kontrola wan hêzan de bûye. Ji ber ku her tişt bi baldarî hatiye hesabkirin. Cîvara destnîşan dike ku êrîş bi biryareke siyasî çêbûye, bandorên wê li ser bajarê Xezayê pir giran bûne, bi taybetî ji bo nifûsa sivîl ku bi tena serê xwe bi tirsa şer re rûbirû maye.

Cîvara Taha da zanîn ku biryara 7'ê Cotmehê biryareke siyasî ya navneteweyî ye û gotinên xwe wiha domand: “Bi riya endamên tevgera Hamasê hatiye bicihanîn. Weke pêşgotinek ji bo bicîhanîna planeke mezintir ku ji aliyê Îsraîlê û Emerîkayê ve li dijî Filistînê û bi taybetî jî li ser Xezayê hatiye amadekirin. Ji ber dewlemendiya bajar, cihê wê yê erdnîgarî hatiye plankirin û sedema wê digihîje zeviyên gazên xwezayî.”

Cîvara Taha tekez kir ku Hemas jixwe li bendê bû Îsraîl bertek nîşan bide û dizanibû dê ev yek bibe sedema wêraniyeke bêsînor û wiha pêl da gotinên xwe: “Bi taybetî piştî ku hat ragihandin 4 hezar endamên Hamasê hatine tasfiyekirin û du hezar endamên din mane. Dizanibû ku dê di dema pêş de bi kuştinê werin tasfiyekirin.”

7'ê Cotmehê ne tesedufî bû

Li gorî Cîvara Taha pejirandina 7'ê Cotmehê wekî dîrok ne kêfî bûye beriya wê rojek ji salvegera damezrandina tevgera Cîhada Îslamî pêk hatiye û wiha domand: “Baskê leşkerî yê vê tabûrê li navenda bajêr meşek li dar xist û bi dehan kes hatin kişandin ku biryar hat girtin sibeha din êrîşî axên Filistînî bikin. Ji ber vê yekê naskirina wan hêsan bû, wekî ku di bûyera avêtina hejmareke mezin ji roketan ber bi wargehên Îsraîlê ve hat dîtin. Bi vê yekê diyar bû ku ne tenê Zîvala Xezayê ji aliyê sazî û rêxistinên navnetewî yên mezin ve tê birêvebirin, di heman demê de welatên Ereb û Rojhilata Navîn jî li gorî planên diyarkirî tevdigerin.”

Ji kesê ferman negirt

Cîvara diyar kir ku Hamas, beriya wê êrîşê pêk bîne, ji kesê bi taybetî ji Filistîniyên ku bi karesatek mezin şiyar bûn, ferman negirt û wiha got: “Tevî ku dizanibû dê karesatek mezin çêbibe jî ji bo Filistîniyan tu tişt nekir, ji wan re stargeh peyda nekir ji bo wan ji bombebarana li hundir biparêze. Hemû tunelên ku tevgerê di qadê de çêkirine ji bo armancên şer hatine bikaranîn û sivîl hatin hiştin, malên wan li ser serê wan hatin bombebarankirin.

'Hamas negihîşt tu armanca siyasî'

Cîvara Taha tekez dike ku cudahiyek heye di navbera berxwedanê de û wiha domand: “Hemas bi êrîşê negihîşt tu armanca siyasî. Ji ber ku ew ê santîmetreyek ji axa Filistînê ya dagirkirî bi dest nexe. Berevajî vê, erd bêhtir hatiye desteserkirin û dizîn. Li şûna ku em îro ji bo parastina axa Zîvala Rojava lavayan bikin, em ji bo parastina axa Zîvala Xezayê ji niştecihbûnê bang dikin."

'Armancên li pişt van êrîşan bi cih hatin'

Cîvara Taha destnîşan dike ku armancên li pişt êrîşa 7'ê Cotmehê bi cih hatine û wiha bi dawî kir: “Îro qurbanî û wêranî zêdetir e. Hejmara mirina mirovên Filistînî her diçe zêdetir dibe û qadeke erdnîgarî ya berfireh bi tevahî ji niştecihên xwe yên resen hatiye valakirin. Hejmara sêwî û kesên astengdar zêde dibe û xeter heye ku hemû aliyên jiyanê di vê qadê de werin tunekirin, ji bo amadekariya koçkirina ber bi Rojhilata Navîn ve."