`Jin pêşengên avakirina aştiyeke demokratîk in`
Hevseroka Ofîsa Rêxistinî ya PYD’ê Valentîna Ebdo diyar kir ku Banga Aştî û Civaka Demokratîk derfeteke nû ji bo xurtkirina nûnertiya siyasî ya jinan e û tekez kir ku beşdariya jinan di avakirina aştiyê de mijarek bingehîn e.
NEXEM ÇAÇAN
Qamişlo – Di 27’ê Sibata 2025’an de, bi ragihandina Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, di dîroka siyasî ya herêmê de qonaxeke nû dest pê kir. Ev bang ne tenê ji bo dawîkirina pevçûn û avakirina aştiyê bû, di heman demê de ji bo avakirina civakeke demokratîk û wekhev, bingehek nû pêşkêş kir. Rol û beşdariya jinan a di qada siyasî û cihên biryardayînê de jî xwedî girîngiyeke bingehîn e.
Lê gelo ev bang li Sûriyeyê û Tirkiyeyê çiqasî bûye sedema pêşketina nûnertiya siyasî ya jinan? Her wiha jin di vê pêvajoyê de bi kîjan astengiyan re rû bi rû dimînin?
Di vê çarçoveyê de, Hevseroka Ofîsa Rêxistinî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Valentîna Ebdo bersiva pirsên nûçegîhana me da.
*Banga Aştî û Civaka Demokratîk çawa dikare ji bo xurtkirina nûnertiya siyasî ya jinan a li Sûriyeyê û Tirkiyê, bi taybetî di cihên biryardayînê de bibe derfeteke nû?
Piştî ragihandina Banga Aştî û Civaka Demokratîk a ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve, di qonaxeke hesas a herêmî û navneteweyî de, hêviyek nû ji bo çareserkirina pirsgirêkên heyî û bidawîkirina şeran derket holê. Ji ber ku şer û çek heta niha nikarîbûn aştiyeke mayînde mîsoger bikin. Di heman demê de Rojhilata Navîn bi salan e di nava pevçûn, koçberî û krîzên siyasî û civakî de dijî. Ji ber vê yekê, ev bang ji bo avakirina aştiyeke mayînde û mîsogerkirina aramî û ewlehiya herêmê gaveke girîng bû. Em jî wekî jinên xwedî tecrûbe û destkeftiyên mezin li Rojava, piştgirî didin vê pêvajoyê û bawer dikin ku aştiya rastîn tenê bi diyalog, çareseriya demokratîk û beşdariya çalak a jinan dikare bê avakirin.
*Jin di vê pêvajoyê de heta niha çiqas dikarîn beşdarî qada siyasî bibin û bi kîjan astengiyan re rû bi rû dimînin?
Jinan di hemû qadên jiyanê de roleke bingehîn lîstine û di vê pêvajoyê de jî beşdariya wan di qada siyasî û cihên biryardayînê de girîng e. Li Rojava, jinan bi beşdariya xwe ya siyasî û leşkerî nîşan dan ku dikarin di pêşengiya civakê de cih bigirin û dengê gel bigihînin qadên biryardayînê. Ji bo ku ev bang di pratîkê de pêk bê, pêwîst e jin di hemû astên pêvajoya siyasî de xwedî roleke çalak bin û di avakirina pêwendiyên siyasî de bi awayekî demokratîk tevlî bibin. Lê tevî van destkeftiyan, astengiyên li pêşiya jinan hîn jî gelek in, hişmendiya mêrperest ku hê jî dixwaze rola jinan di qada siyasî de sînordar bike heye. Ji ber vê yekê, em siyaseta demokratîk wekî stratejiya xwe dibînin û bi berdewamkirina têkoşînê dixwazin yekîtiya gelên Sûriyeyê ava bikin, vê bangê di pratîkê de pêk bînin û bingeha entegrasyoneke demokratîk ava bikin.
*Bi nêrîna we, beşdariya jinan di avakirina aşitî û civakeke demokratîk de çiqas girîng e û jin dikarin di vê pêvajoyê de çi rolê bilîzin?
Jinan di dirêjahiya dîrokê de û heta roja îro, di avakirin û birêvebirina civakê de roleke sereke û bingehîn lîstine. Ew jin bû ku bi rihê komînal, hevkariyê û hevbeşiyê bingeha civakê ava kiriye û bipêş xistiye. Ji ber vê yekê, avakirina civakeke demokratîk a li ser bingeha rihê komînal û hevbeşiyê, bêyî beşdariya jinan ne pêkan e. Ev pêvajo erk û berpirsyariya jin û ciwanan e, ji ber vê yekê, pêwîst e em xwe zêdetir birêxistin bikin, asta hişmendî û zanebûna xwe bilind bikin û têkoşîna xwe xurtir bikin. Her wiha gelê herêmê bi perwerdehiya ku ji Rêber Apo girtiye, dikare di vê qonaxa hesas de bi hişmendî û yekîtiyê gavên girîng bavêje.