‘Tiştên li Sûriyeyê tên jiyîn gefa qirkirina hemû pêkhateyan e’
Endama rêveberiya Meclîsa Jinan a Mala Êzidiyan Suad Heso, da zanîn ku rêveberiya demkî ji êrîş û binpêkirinên li dijî Elewî, Durzî û Xirîstiyanan berpirsyar e û da zanîn ku Sûriye bi gefa komkujiyan re rûbirû ye.
ESMA MUHAMMED
Qamişlo – Li Sûriyeyê li ber çavên cîhanê sûc tên kirin; sivîl, cihên îbadetê û sembolên olî tên hedefgirtin. Ev rewş, rûpelên bi xwîn ên qirkirin û tundiya bipergalî ya ku di tevahiya qeyrana 15 salan de hatiye jiyîn, ji nû ve bi bîr dixe.
Endama Rêveberiya Meclîsa Jinan a Mala Êzîdî Suad Heso, rêveberiya demkî ya Sûriyeyê ji zêdebûna binpêkirinên li dijî Elewî, Durzî û Xirîstiyanan berpirsiyar girt. Sûad diyar kir ku paşguhkirina van sûcan rê li ber komkujiyên nû yên bingeha jiyana hevbeş û aştiya civakî hedef digrin vedike. Suad Heso, binpêkirinên ku li dijî civakên Elewî, Durzî û Xiristiyan ên li Sûriyeyê zêde dibin şermezar kir û got “Tiştên ku îro diqewimin mirov nikare ji çarçoveya tundiya bipergalî ya li ser bingeha cudakariya olî û mezhebî ku di hawîrdorek bêberpirsiyarî û belavbûna çanda bêcezatiyê de berdewam dike, cuda bigre dest.”
‘Qirkirin li ber derî ye’
Suad Heso, da zanîn ku berdewama vê nêzîkatiyê, gelê li ser pirrengiya çandî û olî li Sûriyeyê dijî, dike xeterê û hêviya avakirina Sûriyeyek li ser bingeha edalet û hemwelatîbûna wekhev, têk dibe. Suad Heso, wiha axivî: “Paşguhkirina van sûcan, şert û mercên qirkirinê yên ku li dijî civaka Êzîdî û civakên din ji nû ve hildiberîne. Her wiha hedefgirtina jinan a bi awayekî pergalî û hewldanên tunekirina nasname û hebûna wan jî, didome.
‘Zêdetirî 7 hezar jin rastî van binpêkirinan hatin’
Suad Heso, balkişand ser yek ji rûpelên herî bi xwîn ên dîroka hemdem a herêmê ya komkojiya di sala 2014’an de li dijî Êzidiyan hat pêkanîn jî. Suad balkişand ser sûcên ku rasterast jinan hedef digrin û wiha pê de çû: "Ev komkujî ne kiryarên tundiyê yên bêserûber bûn, projeyekî qirkirinê ya berfireh ku armanc dikir pêkhateya Êzidî ji kokên wê yên dîrokî rake, nasnameya wê ya çandî û olî tune bike û hebûna wê ya kevnar di erdnîgariya herêmê de jê bibe. Di encamê de bi hezaran jinên Êzidî tenê ji ber nasnameya xwe ya olî rastî revandin, kolekirin, îşkence û qetilkirin. Ev yek sûcê qirkirinê û sûcên li dijî mirovahiyê ye. Zêdetirî 7 hezar jin rastî van binpêkirinan hatin. Bêdengiya civaka navneteweyî û nekarîna wê ya eşkere ya hesabpirsîna sûcdaran, birînên kûr hiştin.”
Herêmên di bin dagirkiriyê de êş dikşînin
Suad Heso, diyar kir rewşa heyî ya li Sûriyeyê û bi taybetî jî li herêmên ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve hatine dagirkirin, nîşanên pir xeternak ên dubarekirina heman senaryoyên qirkirinê hildigre. Suad Heso, axaftina xwe wiha domand: “Binpêkirinên heyî yên mîna hedefgirtina sivîlan û sepandina polîtîkayên dûrxistin û tirsandinê ya li ser bingeha nasname û aydiyetê, hemû sînorên ku di qanûnên navneteweyî û peymanên mirovî de hatine destnîşankirin, derbas dike. Jin û zarok ji bo van binpêkirinan bedêla herî giran didin û rastî tundiya fîzîkî, derûnî û civakî ya piralî tên. Ev yek, berhema zîhniyetek tundrew e ku pirrengiyê înkar dike ye. Ev zîhniyet beriya niha rêya komkujiyên li Şengal û Efrînê vekir û niha bi amûr û rêbazên cûda dîsa derdikeve holê.”
‘Bêdengî hevkarî ye’
Suad Heso, diyar kir bêdengiya navneteweyî ya berdewam û nêzîkatiya bijartî ya li hember binpêkirinên giran ên li dijî pêkhateyên bingehîn ên nifûsa Sûriyeyê tên kirin, çanda bêcezatiyê xurt dike û rê li ber zêdebûna tundiya rêxistinkirî û komkujiyan vedike. Suad Heso di berdewama axaftina xwe de rêveberiya demkî ji valahiya ewlehiyê ya bi zanebûn, berpirsyar girt û got: "Êrîşên li ser dêr û mizgeftan, binpêkirinek eşkere ya li dijî cihên pîroz e. Ev yek ji bo belavkirina tirsê û kaosê ya di nava gel de û ji bo hilweşandina tevna civakî ya bi rêya gotinên nefretê, hewldanek bipergalî ye.”
Suad Heso, destnîşan kir ku ev pêkanînan binpêkirinên li dijî goristan û sembolên olî-çandî jî dihewîne û got ku ev yek "zîhniyetek vederkirinê ku mafê jiyanê û hebûna kesên din nas nake ye û armanc dike ku bi rêya tundî û terorê rastiyek ferz bike.”
‘Avakirina welatek biewle û adil’
Suad Heso, destnîşan kir ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê li hember her cûre binpêkirin û êrîşan li ber xwe bide û dê li dijî hewldanên ku aramî û jiyanê hedef digirin "yekgirtî" be. Suad Heso, wiha domand: “Şoreşa Rojava ev 14 sal in di parastina hevgirtina civakî û pirrengiya çandî-olî de modelek pêşketî pêşkêş kiriye. Gelên herêmê karîne nasnameyên xwe yên cûda biparêzin, hikûmetek li ser bingeha hevkarî, edalet û demokrasiyê ava bikin. Ev yek jî ji bo hemû kesên li welatekî bi ewle û dadperwer digerin, mînakek mezin e.”
‘Colanî jê berpirsyar e’
Suad Heso, da zanîn ku li Sûriyeyê di qada ewlehî û edaletê de tu pêşketinek şênber nehatiye jiyîn û wiha pê de çû: “Sûc bêceza dimînin, peymanên îmzekirî nayên bicîhanîn, kaosa berdewam didome û derbarê parastina komên tên hedefgirtin de tu mîsogerkirinek nîne.”
Suad Heso, peyamek ji Ehmed El-Şera re şand û diyar kir rasterast berpirsyariya bidawîkirina rewşa bêewlehiyê û mîsogerkirina hesabdayîna sûcdaran e û wiha bang kir ku dawî li gotinên nefretê yên ku civakê bêtir perçe dikin bê anîn: “Hikûmeta demkî li dijî Hatem Ebû Şekra yê ku bi qetilkirina Şehîd Hevrîn Xelef tê tawanbarkirin, tu tedbîrên qanûnî negirtiye. Di şûna wê de, di nava rêveberiya demkî de ji bo wî erkek bilind tayîn kiriye."
‘Em Sûriyeyek ji bo hemû kesan ava bikin’
Endama Rêveberiya Meclîsa Jinan a Mala Êzîdî Suad Heso, banga avakirina Sûriyeyek kir ku hemû pêkhateyan di nav xwe de bigire û vegera bi ewle û bi rûmet a kesên koçber mîsoger bike. Suad Heso, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Bi hezaran penaber hîn di serma de di bin şert û mercên mirovî yên pir dijwar de dijîn. Lewma, divê rêxistinên mafên mirovan û Neteweyên Yekbûyî û hemû saziyên navneteweyî, berpirsyariyên xwe yên qanûnî û ehlaqî bigrin ser xwe û ji bo ku binpêkirinan rawestînin, darizandina sûcdaran û mîsogerkirina vegera bi rûmet û bi ewle ya kesên koçber, bikevin nava liv û tevgerê. Mîsogerkirina edaletê û parastina cihêrengiyê yekane, rêya pêşîgirtina dubarebûna senaryoyên qirkirinê yên berê li herêmê hatine jiyîn e. Her wiha yekane rêya avakirina Sûriyeyê ya li ser bingeha aştî û rûmeta mirovan e jî.”