Evîn Mihemed: Sûriye hewceyî pêkanîna Peymana 10’ê Adarê ye
Hevseroka Partiya Sûriya Pêşerojê Evîn Mihemed diyar kir ku pêwîst e destûreke nû ku mafên hemû pêkhateyan û jinan mîsoger bike, bê nivîsandin û got ku Sûriye hewceyî pêkanîna Peymana 10’ê Adarê ye.
RONÎDA HACÎ
Hesekê – Sûriye û herêm bi giştî di qonaxeke hesas û dijwar re derbas dibe. Qonaxek diyarkirina çarenûsê tê pênasekirin. Hevseroka Partiya Sûriya Pêşerojê Evîn Mihemed bi riya ajansa me, geşedanên siyasî şîrove kir.
‘Rejîm hat guhertin lê polîtîka, îşkence û înkar wekî xwe man’
Evîn Mihemed piştrast kir ku 8’ê Kanûnê ji aliyê gelê Sûriyeyê ve wekî dawiya zilm û zordariyê hatiye dîtin, lê ew ji binpêkirin û dûrxistinên di rêveberiya nû de matmayî mane û wiha domand: “8’ê Kanûnê salvegera hilweşîna rejîma Baasê ye, rejîma despotîk û zordar ku gelê Sûriyeyê bi dehan salan êş jê kişand. Gelê Sûriyeyê piştî hilweşîna rêjîma Baasê hêviya çêtirîn dikir û em hêvî dikin ku Rêveberiya Demkî ji xeletiyên ku rejîma berê bi polîtîkayên xwe yên tepeserkirin û dûrxistinê kiriye, dûr bisekine. Lê mixabin siyaseta binpêkirinên ku li dijî gelê Sûriyeyê pêk tê, ne çareserkirin û ne guhdarkirina êşa gelê Sûriyeyê dewam dike.”
‘Peymana 10’ê Adarê riya xelasiya ji krîzê ya Sûriyeyê ye’’
Evîn tekez kir ku peymana 10’ê Adarê tekane rêya derketina Sûriyeyê ji krîzê ye û wiha axaftina xwe dewam kir :”Gelê Sûriyeyê ji çend pêkhateyan pêk tê; pirrengî û nenavendîbûn pêwîst in. Em hêvî dikin ku rêveberiya veguhêz van rastiyan li ber çavan bigire û fêm bike ku berjewendiya gelê Sûriyeyê di bicîhanîna peymana 10’ê Adarê de ye, ku ew tekane rêya derketina Sûriyeyê ya ji vê krîzê ye.”
‘Sûriyeke nû bi hebûn û rola jinan dê were avakirin’
Evîn Mihemed bal kişand ser rola jinan a ji destpêka şoreşê heta hilweşîna rejîma Baasê û got ku gelê Sûriyeyê ji bo welêt pir hewcedarê destûreke nû ye. Evîn da zanîn ku ev zîhniyeta dûrxistinê êdî nayê qebûlkirin, gelê ku şîrîniya azadî û demokrasiyê tam kiriye, nikare di serdema zilmê de bijî û wiha got: “Sûriye pêdivî bi destûreke nû heye ku ji aliyê hemû Sûriyan ve bê cudahî were nivîsandin. Divê rol û hebûna jinan di nivîsandina destûra nû de jî were hesibandin, ji ber ku jin beşdarî gihîştina Sûriyeyê ya vê qonaxê bûn û heya ku jin tê de nebin, Sûriyeyeke nû nayê avakirin.”
‘Gel di qonaxek pêşveçûnê de ye’
Evîn diyar kir ku salek di ser hatina Rêveberiya Demkî re derbas bûye û li ser erdê tiştek erênî nedîtiye. Evîn ragihand ku berovajî vê, li hundirê Sûriyeyê komkujî û binpêkirin dîtine ku ji berê jî tirsnaktir in û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Me siyasetek dûrxistinê, redkirina guhdarkirina yên din, redkirina nêrînên cuda û axaftina nefretê dît. Bi vê siyasetê, em negihîştine Sûriyeya ku gelê Sûriyeyê dixwaze. Gel di qonaxek pêşveçûnê de ye û ji ber vê yekê wan ev siyaset bi tevahî qebûl nekiriye.”