Tulay Hatîmogûllari: Jin dê jiyanê û pêşeroja demokratik ava bikin
Tulay Hatîmogûllarî di civîna 25'ê Mijdarê de ji koma jinan a parlementoyê ya partiya xwe re axivî û got, "Jin dê jiyanê û pêşeroja demokratik ava bikin. Em careke din dibêjin; Em ê jiyaneke bê tundî ava bikin û xwedî li aştiyê derbikevin.”
Enqere – Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari di komcivîna partiya xwe ya li meclisê de geşedanên dawî nirxand. Bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî, hevşeredarên jin, Dayikên Aştiyê û saziyên jinan jî beşdarî civînê bûn. Ewil sînevîzyona ku qala têkoşîna jinan dike hat temaşekirin. Jinan dema sînevîzyon temaşe kirin “Jin jiyan azadî” berzkirin.
Piştî temaşekirina sînevîzyona Tulay Hatîmogullari axivî û 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan pîroz kir. Tulay Hatimogullari bi Erebî, Kurdî û Tirkî xêrhatina jinan kir û qala dîrok û wateya 25'ê Mijdarê kir. Tulay Hatîmogullari bi wesîleya 25'ê Mijdarê aktîvîsta TJA Berivan Kutlu ya ku rojên borî jiyana xwe ji dest da û hemû jinên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji destdanê bi bîr anî. Tulay Hatîmogllari 25'ê Mijdarê li jinên girtî yên siyasetmedar jî pîroz kir û xwest girtiyên siyasî yên jin ben berdan.
Komkujiya li dijî Elewiyan û qetilkirina jinan
Tulay Hatîmogullari komkujiya Elewiyan ku ji aliyê hikumeta demkî ya Şamê ve pêkhat şermezar kir û got: “Bi hezaran Elewî hatin kuştin. Bi hezaran jin hatin revandin.” Tulay Hatîmogullari destnîşan kir ku li Suriyeyê li dijî pêkhateyên cuda weke Elewî, Durzî û hemû pêkhateyan xetereya komkujî heye û got: “Ew ne bi tenê ne. Jin li hemû qadên jiyanê rastî tundiyê tên. Wezaretê Karên Navxweyî dibêje komkujiya jinan kêm bû ye. Lê mirinên bê guman ên jinan her ku diçe zêde dibe û nayê lêkolînkirin. Her roj jin têne kuştin. Rabia Naz, Narîn Guran û Rojîn Kabaîş. Hê jî mirina Rojîn Kabaîş nehatiyê ronîkirin. Em li vir careke din dibêjin mirina Rojîn Kabaîş ronî bikin û kujerên darizinînin. Heta mirina jinan bê rawestandin têkoşîna me wê bidome.”
‘Dewlet kujeran diparêze’
Tulay Hatîmogullari destnîşan kir ku dewlet jinan naparêze û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê dewlet demildest careke din vegere ser peymana Stenbolê. Dadgeh bi biryarên xwe rê li pêşya mirina jinan vêdike. Em ji vê re dibêjin edî bese. Paketa 11emîn a Dadgehê neynin meclise. Em ê li dijî vê paketê jî derbikevin. Weke her sal îsal jî jin di budçeya 2026an de tune ne. Em dibêjin jin bi serê xwe kirdeye. Em dibêjin çareserî avakirina Wezareteke Xweser a Jinan e. Keda jinan tune tê hesibandin. Li Dîlovasi jin û zarokên jiyana xwe ji dest danê mînakên berbiçav in. Tevî ruhsat ji bo paketkirinê danê wê febrîqê jî hilberînê dikin. Lê venêrtin nekirine. Em bang li rayedar û berpirsyaran dikin ku ji bo careke din bûyereke bi vî rengî rû nede berpirsyariya xwe bi cih bînin. Bang li darazê jî dikin ku berpirsyariya xwe li gor edalet û hiqûqê pêk bînin. Divê debara jinan bê zêdekirin. Ji cihên kar ku ne ewlene mudaxale divê be kirin. Ew pêşniyarên me jî ji aliyê AKPê û MHPê ve hatin red kirin. Em jî heta encam bigirin têkoşîna xwe bidomînin.”
Di 12,13 û 14'ê Kanûnê de dimeşin Enqereyê
Tulay Hatîmogullari da zanîn ku derbarê kampanyaya Nan û Aştî ya partiya wan de dê di 12,13 û 14'ê Kanûnê de dê li her derê li dijî xîzaniyê bimeşin Enqereyê û got: “Em ê bi berxwedanê bi serbikevin. Ji bo pêvajoya aştiyê civakî bibe divê sepana qeyûman bi dawî bibin. Divê hevşeredarên qeyûm tayinî şûna wan hatiyê kirin jî vêgerin karê xwe.”
‘Jin dê aştiyê ava bikin’
Tulay Hatîmogullari bal kişand ser şerê li Rojhilata Navîn û got: “Herî zêde jin ji şer bandor dibin. Ji bo vê yekê em aştiyê dixwazin. Em li vir bang dikin; Em ê aştiya vî welatî ava bikin. Jin dê jiyanê û pêşeroja demokratik ava bikin. Em careke din dibêjin; Em ê jiyaneke bê tundî ava bikin û xwedî li aştiyê derbikevin.”
‘Divê qanûnan rast bikin’
Tulay Hatîmogullari tekildarî hevdîtina komîsyonê ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re jî got: “Em ji endamên komîsyonê ku çûnê giravê re spas dikin. Ew hevdîtin heviya pêşeroja aştiyê ye. Demeke dirêj e gel li bende bû. Birêz Ocalan li ser tîfaqa Kurd û Tirk û ji bo pêkhatina çareseriya demokratik helwest nişan da. Birêz Ocalan li ser pirsgirêka Suriyeyê jî nirxandinên girîng kir. Birêz Ocalan perspektîfa çareseriyê nişan da. Bi vê serdanê re gaveke mezin di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de hat avetin. Merhaleyeke dîrokî hat derbaskirin. Ji bo pêşeroja gelen Tirkiyeyê divê ew pêvajo bi serbikeve. Ji bo wê jî divê desthilat û muxalefet xwedî li vê pêvajoyê derbikevin. Me dixwest hemû partiyên di komîsyonê de biçin giravê. Lê neçûn. Li ser vê yekê me rexneyên hewce dikir gotin. Çûyina giravê ji bo feydaya hemû gelan e. Pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke dîrokî ye û li pêşiya demokrasiyê asteng e. Divê hemû kes li gor wê polîtikayeke hilbijerin. Divê desthilat, muxalefet û dewlet berpirsyariya xwe pêk bînin. Sererastkirina qanûnên hewceyî pêk werin. Bendewariya me ew e ku komîsyon rapora xwe demildest binivisîne û derbasî merhaleya qanûnî bibe. Ji bo serkeftina pêvajoyê jî divê demildest sererastkirinên qanûnî pêk werin. Em ê aştiyê diyarî hemû jinên Rojhilata Navîn û cihanê bikin.”