‘Binpêkirinên hêzên Îsraîlê agirbestê vala derdixin’
Hêzên Îsraîlê binpêkirina agirbesta li Zîvala Xezayê didomînin. Li herêmên Rojhilat ên bajarê Xezayê hilweşîna avahiyan, gulebaran didomin û bênavber dengê çekan tê.
RAFÎF ÎSLÎM
Xeza – Di dema dawî de li Zîvala Xezayê, di dema pêkanîna qonaxa yekem a lihevkirina agirbestê ku di Cotmeha borî de hatibû îmzekirin, ji aliyê hêzên Îsraîlê ve gelek caran hat binpêkirin.
Bi van binpêkirinan hêzên Îsraîlê, hemû bangên navneteweyî yên ji bo rawestandina êrîşan ji nedîtî ve tên, ev yek jî fikarên cidî yên bandorên li ser gelê li bajar û di nava dorpêçê de dijî zêdetir dike.
‘Hewldanên ji bo valaderxistina agirbestê’
Lêkolînera siyasî ya bajarê Xeza Dana Habûb, têkildarî binpêkirinan nirxandin kir û da zanîn ku ev ne bûyerên teknîk û bi serê xwe ne, berovajî wê nêzîkatiya li hemberî agirbesta li Zîvala Xezayê nîşan didin û got: “Bi vê nêzikatiyê hewl didin naveroka agirbestê vala derxin, li hemberî civaka navneteweyî, tenê hewl didin bi şeklî bidomînin. Ji îlana agirbestê ve heta niha, li qadê çarçoveyek pêkanînê hatiye avakirin, yek ji hêmanên herî girîng jî plana ku weke ‘Xeta Zer’ tê zanîn e. Li gorî peymanên ku hatine ragihandin û nehatine ragihandin, ev xet bi destpêkirina qonaxa duyem re divê xalên bicihbûna hêzên Îsraîlê, bibûya xala paşvekişandinê. Armanca bingehîn, vegera qismî ya sivîlan, bi wan re kêmkirina têkiliyên leşkerî û lihevkirin ji bo pêkanîna asta mirovî vekirina qadê bû.”
Binpêkirinên hene
Dana Habûb diyar kir ku Xeta Zer ne têgînek ku tenê bi zimanê medyayê tê bikaranîn e û got: “Di pêkanîna qonaxên lihevkirinê de, piştevanî bingehîn e lê belê pirsgirêk ew e ku divê Îsraîl di wê xetê de mutabaqatan pêk bîne. Raporên qadê yên pêbawer, nîşan didin ku hêzên Îsraîlê Xeta Zer derbas kirine. Berfirehkirina vê xetê û bi riya bicihkirina amûrên leşkerî, tê wateya ku vegerîne herêma qedexe ya leşkerî û astengkirina sivîlan ji vê qadê. Binpêkirina xeta zer, ne tenê pirsgirêk e, bi êrîşên hewayî ku bi hinceta ewlehiyê tên kirin, bi şev û roj li ser Xezayê bale-afirên keşfê, bi taybetî sînordarkirinên ketina malzemeyên alîkariya mirovî, sotemenî û astengkirina vegera kesên ji cihên xwe bûne jî tê wateya binpêkirinan. Ev rewş nîşan dide ku Îsraîlê agirbestê wek nêzikatiyek taktîkî girtiye dest. Heta agirbest, ji hedefan re xizmetê bike, tê parastin, dema tê fikirîn ku maliyeta navneteweyî kêm e tê binpêkirin.”
‘Lihevkirin xwe dispêre niyeta baş û mekanîzmayên pêkanînê’
Dana Habûb bal kişand ser bandora binpêkirinan, da zanîn ku ev yek gelek xeter e û wiha got: “Her lihevkirin ne tenê metnên nivîskî ye, xwe dispêre niyeta baş û mekanîzmayên pêkanînê. Dema Xeta Zer tê binpêkirin û êrîş didomin, lihevkirin bi awayekî siyasî dibe çarçoveyek şikestî ku neyê avakirin. Ev jî di başkirina demkî de, çûyîna ber bi agirbesta mayînde ve zor dike û bi taybetî navbeynkarên weke Misir û Qeterê di astekê de dixe zoriyê. Ji ber kêrhatiyên muzakereyê yên van welatan hene lê belê rêbazên pêkanîna mueyîdekirinê nîn e.”
Dana Habûb îfade kir ku sekna navneteweyî bi temamî tune nayê hesibandin lê belê bi qasî pêwist ne bi bandor e û got: “Daxuyaniyên şermezarkirina di aliyê pêkanîna hiqûqa mirovî ya navneteweyî de, beyanên fikarê yên ku ji Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê tên hene. Lê belê li qadê mekanîzmayek bi bandor an jî li gorî madeyên agirbestê û di navbera desteka siyasî, leşkerî de girêdanek vekirî nayê dîtin. Dema lihevkirin hat binpêkirin divê tedbîrên ku zoriyê li Îsraîlê bikin, berpirsyariya xwe bi cih bîne bikevin meriyetê.”
‘Bedela wê sivîl didin’
Dana Habûb destnîşan kir ku sivîlên li Xezayê bedelên herî giran didin û got: “Binpêkirin, tê wateya ku tirs û bêbawerî bidome. Di xwegihandina xwarin û dermanan de zorî bê jiyîn, derengxistina vegera kesên ji cihên xwe bûne û zexta derûnî bi taybetî li ser jin û zarokan. Mirov di heman demê de di nava şer û aştiyê de asê mane, nayê pêşbînîkirin ku dê di rojên pêş de çi çêbibe û li bendê ne ku qonaxa duyem bê destpêkirin. Jinûveavakirin, tenê bi ketina malzemeyên înşaetê ve ne girêdayî ye û divê ev bi temînata ewlehî û siyasî destpê bike. Heta Xeta Zer were binpêkirin û rewşa ewlehiyê baş nebe wê bexşvan teredutê bikin. Dê projeyên mezin nekevin meriyetê û tiştên li Xezayê hatine kirin wê negihîjin asta rast a başkirinê.”
Dana Habûb di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Tişta ku niha tê jiyîn, bi awayekî demkî rêveberina jiyana sivîlên li Zîvala Xezayê ye. Ne lihevkirinek rast a agirbestê ye ku weke di medyayê de tê pêşkêşkirin. Qonaxa duyem ku weke firsenda pêkanîna hevsengiya jiyana sivîl a aram, ji ber şertên heyî rûbirûyî xeteriyên cidî ne û ev jî bi temamî girêdayî rewşa li qadê ye.”