Tara Hisên: Rojhilata Navîn ber bi nûbûnê ve diçe
Çalakvana siyasî Tara Hisên dibêje: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwedî pêşbînî û fikrê dîrokek sosyolojîk a Rojhilata Navîn, gelê Kurd û gelên herêmên din e.”

HÊRO ELÎ
Silêmanî – Di 27’ê Sibata 2025’an de, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û gelên Rojhilata Navîn û guhertina pergala siyasî ya li Tirkiyeyê, peyamek ji raya giştî re weşand. Di çarçoveya bangê de PKK’ê di navbera 5-7’ê Gulanê de 12’yemîn kongreya xwe li dar xist û biryara fesihkirinê da. Her wiha jin di pêvajoya aştiyê de ne tenê alîkar, pêşengên çareseriyan e jî. Her çiqas jin herî zêde ji şeran bi bandor dibin jî, di heman demê de xwedî hêza aştiyê ne û di pêvajoya aştiyê de xwedî rol in. Têkildarî vê mijarê çalakvana siyasî Tara Hisên ji ajansa me re axivî.
‘Rojhilata Navîn ber bi nûbûnê ve diçe, serkêşên wê jî Îsraîl û Emrîka ne’
Tara Hisên diyar kir ku Rojhilata Navîn ber bi nûbûnê ve diçe, serkêşên vê jî Îsraîl û Emrîka ne û wiha got: “TaraArmanca wan parastina rêya enerjiyê û mîsogerkirina rêya enerjiyê ye. Her wiha 100 sal di ser peymana Lozanê re derbas bû, piştî van 100 salan gelo gelê Kurd ber bi ku ve diçe, pêşerojek çawa bi dest dixe? Bibîrxistina van pirsan û nirxandina projeyên cûda û wan derfetên cûda ku ji bo gelê Kurd derketiye pêş. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwedî pêşbînî û fikrê dîroka sosyolojîk a Rojhilata Navîn, gelê Kurd û gelên herêmên din e. Her tim Rêber Abdullah Ocalan ji bo aştiyê însiyatîf girtiye. Her wiha di salên 1993, 1996, 1998, 2000’î de Rêber Abdullah Ocalan hewl daye ku çekan bêdeng bike û aştiyê bide destpêkirin, lê bersiveke erênî negirtiye. Bi taybetî di însiyatîfa 1998’an de, dewletê ne tenê bersîv neda, di heman demê de bi komploya neteweyî, girtin û tecrîdkirinê bersîv dan pêvajoya Rêber Abdullah Ocalan.”
‘Tevgera Azadîxwaza Gelê Kurd (PKK) bi neçarî şer bijart’
Tara Hisên da zanîn ku Tevgera Azadiya Gelê Kurd (PKK) bi neçarî şer bijartiye, şer beşek ji têkoşîna azadiya gelê Kurd e û wiha got: “Dikarim bêjim ku erkê xwe bicîh aniye. Ji ber gelê Kurd bi taybetî li Bakurê Kurdistanê di bin sifrê de bû, lê belê niha bi şer û xwîna şehîdan heye. Gelek kes hene me zûtir got wateya şer nemaye, lê belê nexêr heta ew dema ku zindîbûn çêbû û aqlek di nava Kurd de çêbû û êdî pêwîst dike bêne gel hev, ji ber vê yekê, niha gelê Kurd tê ba hev û li ser çarenûsa xwe nîqaş dikin. Niha em dikarin bêjin ger dewleta bersîva pêvajoya aştiyê bide, pêwîstiya me bi çek nabe, dikarin goftoguyên zagonî û têkoşîna siyasî û demokratîk bikin.”
‘Ger gelê Kurd xwe ji bo nexşeya dîzayna nû amade neke, dibe ku bibe Xezayek nû’
Tara Hisên destnîşan kir ku piştî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hewldana Dewlet Bahçelî dît, hêviyek ji bo aştiyê dît, tenê ne niyeta baş ji bo aştiyê bû, hêviyek biçûk ji bo aştiyê dîtiye û ev tişt got: “Di 27ê Sibata îsal ê de, bang li PKK û gelê Kurd kir ku piştgiriyê bidin pêşniyarên wî û her wiha banga fesihkirina PKK’ê û bêdengkirina çekan kir. Di 5-7’ê Gulanê de, PKK’ê kongreya xwe li dar xist û xwe fesih kir. Ya ku maye, bersîva dewleta Tirk e. Rêber Abdullah Ocalan hemû bijartek pêşkêşî gelê Kurd kir. Gelo di 100 salên bê de gelê Kurd, Tirk û gelên din ên herêmê dikarin bi çi awayî jiyana xwe birêve bibin û şer û qirkirinan bisekinînin. Ji ber wê Rêber Abdullah Ocalan ji bo wê gelek dixwîne. Ji ber ger gelê Kurd bi awayekê xwe amade neke ji bo nexşerêya dizayna nû, dibe ku her bajar û aliyek yê Kurdistanê bibe Xezayek.”
‘Ger dewleta Tirk bersîv nede, gelê Kurd û Rêber bê alternatîf namînin’
Tara Hisên di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Bê guman, dikare li ser bijarteka dewleta neteweyî nîqaş bên kirin û wekî lihevkirinek were dîtin. Ji ber vê yekê ez difikirim ku ew ne lihevkirinek e lê xurtkirina daxwazên gelê Kurd e, lê bi awayekî cûda ye. Her wiha Rêber beriya vê jî diyar kir ku dewlet netew nikarin pirgirêka gelê Kurd çareser bikin. Niha tê dîtin 22 dewletên Ereban hene, lê belê nekarîne xwedî li Xeza derkevin, ku hemwelatî tên qetilkirin û xak û zeviyên wan tên dagirkirin, ev jî ji bo gelê Kurd metirsiyê zêdetir dike. Ji ber wê, projeya Rêber û avakirina netewa demokratîk û civaka sosyalîst a komînal li gel gelên din li herêmê û gelê Başûrê Kurdistanê li gel Îraqê û pêşxistina wêneyek bi awayê Rojavayê Kurdistanê û Hikûmeta navendî û gelê Sûriyeyê de. Her wiha Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi heman awayî û pratîzekirina Îranê li gel gelên din ên Îranê.”
‘Gelê Kurd ji bo avakirina civakeke demokratîk dixebite’
Tara Hisên îşaret bi wê yekê kir ku ger gelê Kurd ji bo avakirina pergal û civakek demokratîk bixebite, em dikarin bêjin ku pêşerojek aram, aştî û bê tundî heye. Ji ber vê yekê pêvajoya aştiyê û bersîva PKK’ê bi kongreyê, pêngaveke ku piştî 10 salan hemwelatiyên me yên başûrê Kurdistanê têbighên. Ger dewleta Tirkiyê bersîv nede, ez difikirim ku gelê Kurd û rêber Abdullah Ocalan bê alternatîf namîne. Yê ku parçe bibe û kaos rû bide dewleta Tirkiyê ye. Gelê Kurd dikare bijartek û alternatîfên din bikar bîne.”
‘Aştî ji şer zehmettir e’
Tara Hisên wiha got: “Biryarên kongreya PKK’ê biryarên girîng in. Gelek biryar di kongreyê de hatine girtin hîn nehatine ragihandin û em nizanin, ji ber negihaye ber destê medyayê. Ez di wê baweriyê de me biryarên gelek girîng çarenûsazî tê de ye. Ji ber wê her hewldana Rêber Abdullah Ocalan cesaretek gelek mezin e, bê guman nerazîbûn hene, gef hebûn ku PKK kongreyê li dar nexe, ji ber wê li gorî min aştî ji şer zehmettir e. Gelê Kurd her tim ji şer re amade ye, lê belê her tim di danûstandin û peymanan de kêm û kurtasî hebû. Ji ber vê yekê, gelê Kurd û rêber û tevgera wî xwedî têgihîştinek kûr û bîrek dîrokî ya girîng in. Gavên wan gavên baldar û stratejîk in ku çarenûsa gelê Kurd û gelên din ên herêmê diyar dikin. Ji ber vê yekê, demokratîkkirina pergalê, guhertinên di destûrê de, rakirina xalên terorê û berdana girtiyên siyasî yên ku ji ber piştgiriya Tevgera Azadiya Kurdistanê kirine hatine girtin.”
‘Biryarên kongreya PKK’ê’
Tara Hisên amaje bi wê yekê kir ku ger hêzek tevgera azadiyê tune be û feraseta înkarkirina kar li Tirkiyeyê bimîne, wê tevgereke din a çekdarî wê derkeve holê û got: “Ji ber ku mirov bi xwezayî li hember hebûnê berxwedêr in û Kurd di vî warî de xwedî ezmûn in. Ji ber wê biryara Kongreya PKK’ê bê guman şerte, yek ji şertan azadiya rêber Abdullah Ocalan e ku bi awayek azad bikare pêvajoyê birê ve bibe. Ger dewlet gavên şênber navêje, PKK dê çekan daneyne, wê demê jî hemû gelê cîhanê û netewên yekbûyî şahidiya wê rastiyê dike ku kî aştîxwaz e û kî li ku ne li gel pêvajoya aştiyê ye.”
‘Zexta ku pêvajoya aştiyê bi ser nekeve heye’
Tara Hisên anî ziman ku ji bo pêşîgirtina serketina pêvajoya aştiyê zext heye û wiha got: “Li gorî min hin rayedar ne razî ne an jî li Tirkiyeyê li ser pêvajoya aştiyê dabeşbûn hene. Her wiha li welatên herêmê cudahiyên nêrînan hene. Berdewamiya êrîşan hewla ji bo ku pêvajoya aştiyê biser nekeve ye. Gelek hewldanên ku pêvoje neçe serî hene. Îhtîmala bûyerên mezintir heye, ji ber ku di salên dawî de ezmûnek heye ku her gava pêvajoya aştiyê derket pêş, derbe û bûyerên din çêbûn da ku pêşî li serketina pêvajoya aştiyê bigirin. Ji ber vê yekê, heta ku pêvajoya aştiyê negihe serî, dê êrîş, terorîzm berdewam bikin. Lê ya girîng ew e ku gelê Kurd, partiyên siyasî û bi taybetî jin, di avakirina siyaseta demokratîk de pêşengtiyê bikin da ku pêşî li hemû astengî û zextên ku li ser vê pêvajoyê derdikevin bigirin.”
‘Hebûna jinan bi xwe hebûnek aştiyane ye’
Tara Hisên di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Hebûna jinan hebûneke aştiyane ye. Em dizanin ku qirkirin, şer û wêrankirina jîngehê ne bi destê jinan e, hemû bi destê mêrên serdest e. Di vê qonaxê de, em wek gelê Kurd hewcedariya me bi jinên hişyar û rêxistinkirî heye. Jinên hişyar, îrade û rêxistinkirî yên li her çar aliyên Kurdistanê bêyî cudahîya rewşenbîrî û siyasî divê bi hev re têkoşînek hevbeş bikin. Rêber Abdullah Ocalan di peyama xwe de diyar kir ku baweriya wî bi jinan heye û rola wan a bandoreker divê di pêvajoyê de hebe û divê jin pêşengtiyê ji bo pêşxistin û serxistina vê pêvajoyê bikin.”