Rêveberiya Xweser û rêveberiya demkî hevdîtin kir: Gavekî erênî ye
Berdevka şandeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku çûbû Şamê Meriyem Ibrahîm serdana wan a yekem wek gaveke girîng ê ber bi pêkanîna hêviyên gelê Sûriyeyê û mîsogerkirina ewlehiya welêt binav kir.

NÛR EL-EHMED
Reqa – Di çarçoveya hewldanên berdewam de, ji bo bicihanîna şertên peymana 10'ê Adarê ku di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û rêveberiya demkî ya Sûriyeyê de hatibû îmzekirin, şandeyek ji Rêveberiya Xweser di 31'ê Gulanê de derbasî Şamê bû da ku bi rayedarên wê re bicivin û û li ser pêkanîna bendan bixebitin.
Şande ji kesayetên payebilind ên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk dihat. Endama , Serokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif, endama Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Sozdar Hecî, her wiha hevseroka Desteya Karûbarên Civakî û Kedkaran a di Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de Meriyem Ibrahîm pêk hat.
Meriyem Ibrahîm jî berdevka axaftina li ser navê komîteyê bû. Civîn bi gelek nîqaş, bend û xalan ve ji her du aliyan ve dewlemend bû. Derbarê encamên vê civînê û lihevkirinê berdevka komîteyê Meriyem Ibrahîm ji me re axivî.
Armanca civînê avakirina aştî û ewlehiya li herêmê bû
Meriyem Ibrahîm derbarê serdana Şamê re û bendên ku hatine nîqaşkirin de diyar kir ku serdan piştî çend hewldanên wan yên bi rêveberiya demkî ya li Şamê re pêk hatiye û wiha got: “Ev yek di medyayê de û bi taybetî li kolana Sûriyeyê jî xuya bû. Serdana me ya yekem erênî ye û dê dîwarek baweriyê di navbera me de ava bike. Di nav geşedanên ku li Sûriyeyê rû dane de, ev serdan ji bo bicihanîna bendên peymana 10'ê Adarê pêk hat. Armanca wê, bidawîkirina şerê mezhebî yê di nava pêkhateyan de çêbûyî ye. Her wiha rawestandina destwerdanên biyanî ku ewlehî û aramiya Sûriyeyê têk dibin. Encama civînê ew bû ku her du alî di demek nêz de bendên peymanê ser erdê pêk bînin."
Gelek xal girêdayî çarenûsa gel hatin pêşniyarkirin
Meriyem Ibrahîm bal kişand ser girîngtirîn bendên ku hatine nîqaşkirin û wiha got: "Di civînê de xala yekbûna axa Sûriyeyê, vegera bi ewle ya koçberan, pêkanîna pêvajoya ezmûnên xwendevan bi awayek ewle hatin nîqaşkirin. Her wiha xalên ku li ser hatine erêkirin jî li gor berjewendiyên gelê Sûriyeyê bûn. Girîngiya pêşengiya vê pêvajoya hesas ber bi ewlehî û aramiyê ve dê xeyalên gelê Sûriyeyê pêk bîne. Ji ber ku milet 14 salan temenê şer dide û ji mafê wan ku çarenûsa pêşeroja xwe bi destê xwe diyar bikin. Ev yekem car e ku gelê Sûriyeyê li hev dicivin û derbarê pêşeroja Sûriyeyê û destûra wê de biryar didin. Ev bûyerek dîrokî ye û divê bê dewamkirin."
‘Di civînê de jinê rolek sereke lîst û hebûna xwe temsîl kir’
Meriyem Ibrahîm balkişand ser rola jinan a di vê diyalogê de û wiha axivî: "Hebûna jinan di komîteyê de şandeyê bi pirrengiya xwe cuda kir, ji ber ku beşdar di astên siyasî, civakî û leşkerî yên herêmê de wek kesayetên berbiçav têne hesibandin. Ev yek wek xalek girîng ji dîroka têkoşîna jinan di salên şoreşê de, ji şerê li dijî DAIŞê bigire heya rûbirûbûna êrîşên derve, ji bilî edaleta ku ji hêla rêveberiya xweser ve bi qanûnî ji jinan re hatî dayîn, ku bi peymana civakî tê temsîlkirin. Ev di pêkhateya şandeyê de jî diyar bû. Jinan piştî salan ji piştguhkirina rola wan a dîplomatîk û siyasî di dîroka Sûriyeyê de, dest bi lîstina roleke girîng kirine. Ji ber vê ew heq dikin ku beşdar bibin û xwe temsîl bikin."
'Berê xwe bidin nîqaş û diyalogan'
Derbarê armancên wan ên ji bo van serdanan û danûstandinên diyalogan de, Meriyem Ibrahîm wiha got: "Di serdanên bê de ji bo bilindkirina çend xalan derbarê rola jinan, hebûna wan di destûra bingehîn a Sûriyeyê de û li berçav girtina rastiya hemû beşên civaka Sûriyeyê da ku daxwazên Sûriyeyiyan bêyî dûrxistin, bêalîkirin an jî cudakarî werin bicihanîn, nîqaş bikin. Em bang li hemû komên çekdar dikin ku li nasnameya xwe ya Sûrî vegerin û dev ji şer û komkujiyan berdin, berê xwe bidin nîqaş û diyalogan."
'Heqê gelên Sûriyeyê heye ku di ewlehî û aştiyê de bijîn'
Berdevka şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku serdana Şamê kiribû Meriyem Ibrahîm di dawiyê de bang li gelên Sûriyeyê kir û wiha got: “Bila bibin yek, hişyar bin û piştgiriyê bidin diyalogê wek rêbazek çareserkirina aloziyê û hemû tevlîheviyên ku dikarin Sûriyeyê ber bi şerên nû ve bibin redkirin. Gelên Sûriyeyê ji xwînrijandina ku ev 14 sal in didome westiyaye û ew heq dikin ku di ewlehî û aştiyê de bijîn."