Şewitandina çekan beyankirina niyeta aştiyê ye: Niha dora Tirkiyeyê ye
Rêvebera Kombûna Jinan a Zenûbiya Mizgîn Cotkar bal kişans ser merasîma şewitandina çekan a gerîlayên PKK’ê û got: “Niha dora Tirkiyeyê ye ku bi awayekî zagonî û destûrî gavê xwe ber bi pêvajoya aştiyê ve bavêje."

SÎLVA RL-IBRAHÎM
Reqa – Banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo aştî û civakek demokratîk ne ya yekem bû lê kesên ku aboriya xwe bi riya bazirganiya çekan û şer ava dikin, her dem astengî li pêşiya pêvajoya aştiyê derxistine. Banga dawî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bersiva Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) a ji bo banga wî ya ji bo bidawîanîna têkoşîna çekdarî, ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û avakirina civakek demokratîk a bi riya diyalog û rêbazên siyasî girîng e.
Derbarê pîvanên vê qonaxê, gavên ku ji aliyê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ve hatine avêtin û bandorên wan de, ajansa me hevpeyvînek bi Rêvebera Meclîsa Jinan a Zenûbiya Mizgîn Cotkar re kir.
'PKK baweriya xwe bi çareseriya siyasî tîne'
Mizgîn Cotkar di destpêka axaftina xwe de behsa gotina Abdullah Ocalan a; "Ji ber ku dijberê me baweriya xwe bi zimanê diyalog û aştiyê anî, me guleyek jî neteqand lê ji bo parastina têkoşîn, bîrdoziya, maf û gelê xwe, me çek hildan" kir û wiha got: "Rastî ew e ku yên hêza wan a leşkerî tuneye, nikarin bi têkoşîna ku didin û bîrdoziya ku ew qebûl dikin baweriya gel bi dest bixin. Ev ji bo cîhanê jî derbasdar e. Her kesê ku dixwaze hebûna xwe ji cîhanê re îsbat bike, divê xwedî pergala parastinê be. Di nava têkoşîna çekdarî a ku di gelek qonaxan re derbas bûye de, Rêber Ocalan her dem banga aştî û bidawîkirina şer kiriye. Banga herî dawî jî di 27'ê Sibatê de bû. Her dem hewl dide çareserkirina pirsgirêka Kurd bi riya diyalog û rêbazên siyasî be. Lê berjewendiyên siyasî û aborî yên welatên Rojhilata Navîn û cîhanê bi tevahî rê li ber avakirina aştiyê û baştirkirina zimanê ragihandinê bi riya diyalogê digrin."
Tiştên ku bûn sedem Tirkiye bersiva bangê bide
Mizgîn Cotkar bal kişand ser sedemên ku dewletê neçar kir bersiva banga Rêber Ocalan bide û wiha axivî: "Partiyek an dewletek ku 42 sal in li dijî tevgerek şer dike çawa dikare bersiva banga aştiyê bide? Rastî ew e ku Tirkiye di pirsgirêka Kurd de bi rêbazên dûr ên ku Rêber Ocalan pêşniyar dike, gihîştiye riyeke bêencam. Di van demên dawî de wan fêm kir ku pêşniyarên Rêber Ocalan çareseriya çêtirîn ji bo serkeftina pêvajoya aştiyê ne. Ew bi tevahî dizane ku pirsgirêk bi çekan nayê çareserkirin, aştî tenê riya çareseriyê ye. Ji ber vê yekê, wî xwest vê însiyatîfê bike rastî. Banga Rêber Ocalan piştî salan ji tecrîda giran, ji bo me û tevgerê surprîz bû. Ev bang gavek ber bi çareseriyê ve bû."
'Bersiv û şewitandina çekan beşek ji pêvajoya aştiyê ye'
Mizgîn Cotkar têkildarî bersiva PKK'ê ya ji bo banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo dawîanîna têkoşîna çekdarî, wiha got: "Ev gav pabendbûna nû ya Rêber Ocalan û partiyê ya bi pêvajoya aştiyê nîşan dide. Ev nayê wê wateyê ku civak dê bêparastin bimîne. Berovajî vê, ew ê ji parastina bingehîn sûdê bigre, ango civak dê bi hişmendiya rewşenbîrî bibe xwedî mekanîzmaya parastinê û maf dê bi zagonî û destûrî bikevin bin temînatê. Ferqeke mezin di navbera radestkirina çekan û şewitandina wan de heye. Radestkirina çekan ji bo her aliyek tê wateya teslîmbûnê lê PKK'ê çekên xwe radest nekir şewitandin. Ev jî tê wateya bidawîbûna serdema bikaranîna çekan û pêşxistina zimanê diyalogê ji bo aştiyê. Rêber Ocalan gavê xwe ya dîrokî ber bi aştiyê ve avêtiye, niha dora Tirkiyeyê ye ku bi awayekî zagonî û destûrî gavê xwe ber bi pêvajoya aştiyê ve bavêje."
'Ezmûna Rêveberiya Xweser mînaka sepandina modela şaristaniya demokratîk e'
Mizgîn Cotkar tekez kir ku tevî kêmasiyên xwe, Rêveberiya Xweser modeleke zindî ye di pêkanîna manîfestoya şaristaniya demokratîk de û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi hemû cudahî û cihêrengiya xwe, bi hev re dijîn û xwe birêve dibin. Şandeyên biyanî yên ku serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin, heyraniya xwe ji bo vê ezmûnê diyar dikin û wê weke sîstemek ji bo çareserkirina pirsgirêkên civak û gel dibînin. Em bang li hemû jinan dikin ku di felsefeya Rêber Ocalan de xwe kûrtir bikin da ku xwe, civakên xwe û axa xwe biparêzin. Jin dikarin di avakirina civakek azad û demokratîk de roleke pêşeng bilîzin."