‘Beşdariya siyasetê ya jinan ji bo Iraqek demokratîk bingehîn e’
Parlamentera berê Dr. Nada El-Cibûrî diyar kir ku pêvajoya siyasî li Iraqê bi pirsgirêkên gendelî re rûbirû dimîne û got ku ji ber vê yekê beşdariya jinan ji bo avakirina Iraqek demokratîk û hevgirtî, stûnên bingehîn in.

RECAA HEMÎD REŞÎD
Iraq – Beşdariya jinan a di çalakiyên siyasî de yek ji nîşaneyên herî berbiçav ên pêşketina demokratîk û domdar a di civakan de ye. Tevî gelek pirsgirêkên civakî û siyasî, jinên Iraqî di warên siyasî de, bi taybetî di parlamentoyê de, di îspatkirina hebûna xwe de serketî bûne. Lê temsîla jinan di şaxên rêveberiyê de di binê asta xwestî de dimîne, ku ev yek valahiyek di pêkanîna destûrê û pêkanîna polîtîkayên ku derfetên wekhev garantî dikin de, nîşan dide.
Sedemên pejirandin û vekişîna ji hilbijartinên Iraqê
Parlamentera berê Dr. Nada El-Cibûrî derbarê sedemên vekişîna xwe ya ji hilbijartinan a piştî namzetbûnê de wiha got: “Ez behsa dîroka namzetiya xwe ji sala 2005'an vir ve dikim. Dema ku beşdarî hilbijartinên parlementoya neteweyî ya Iraqê bûm û di du rûniştinên parlementoyê yên 2005 û 2010'an de bi ser ketim. Lê di du rûniştinên paşîn de ne bi şans bûm. Dema ku ez beşek ji Partiya Pêşketinê bûm, bûm namzet û hê jî pêşengek di wê de me. Min baweriya xwe bi xebata demokratîk û pêvajoya hilbijartinê anî. Ev beşek ji bawerî û têgehên me yên li ser ewlehî û aştiya navneteweyî ye. Bi rêya karê min wek şêwirmend ku bi ewlehî û aştiyê ve mijûl in, her wiha di çarçoveya biryara 1325 a Konseya Ewlekariyê de, ez bi rêya bloka siyasî (Teqaddom) ji bo hilbijartinan hatim namzetkirin da ku di nav namzetên hilbijartinên pêş de bim."
Ji kampanyayên kolanan dest pêkir
Neda El-Cibûrî diyar kir ku dest bi kampanyaya xwe ya kolanan kiriye da ku kontûrên kampanyaya hilbijartinê destnîşan bike û wiha got: "Me pêşî dest bi kampanyayên meydanî kir, piştre jî em derbasî kampanyayên dîjîtal bûn. Piştî bîst salên xebatê, min dît ku kampanyayên dîjîtal îro roleke mezin dilîzin. Min li ser deverên ku berê lê xebitîbû û hebûneke wê ya rastîn hebû, bi taybetî di nav elîta xwendewar a hevkarên xwe de, lêkolînek berfireh kir. Ev koma elît ji rewşenbîr, kesayetên medyayê, hunermend û pisporên bijîşkî, her wiha profesorên zanîngehê û berpirsên payebilind ên hikûmetê pêk dihat. Ew hemû ji ber namzetiya min bi coş bûn û piştgirî û dengên xwe ji bo min piştrast kirin.”
Neda El-Cibûrî li Bexdayê ye û serokatiya Rêxistina Jin û Pêşeroja Iraqê dike ku wek rêxistineke civaka sivîl kar dike. Ew her wiha beşek ji Tora Jinên Iraqê û torên din ên wek Jin Ji Bo Aştiyê ye.
Zehmetiyên di hilbijartinan de û kirîna dengan
Neda El-Cibûrî tekez kir ku di dema hilbijartinê de, ji rewşa ku li ser erdê pê re rûbirû maye matmayî bûye û wiha axivî: “Herêm pir westiyabûn, êşa di hundirê malan de pir mezin bû û daxwazên ku ji hêla niştecihan ve dihatin pêşkêşkirin, dijwar bûn ku werin bicihanîn. Di heman demê de bi awayekî zelal kêmbûna baweriyê di navbera hilbijêr û namzetan de û windabûna baweriyê di pêvajoya hilbijartinê de dihat dîtin. Ez matmayî bûm dema ku di nav civakên herêmî de behsa kirîna dengan zêde bû, ev yek jî bû sedem ku biçim deverên dûrtir. Namzetan bi pereyan dengê gelê dikrîn ji bo ku di hilbijartinan de biserkevin. Kesên ku ji nêz ve min nas dikirin wê dengê xwe bidana min, lê yên din dengên wan hatibûn kirîn.”
Bikaranîna hewldan û çavkaniyan ji bo berjewendiya civaka sivîl
Neda el-Cibûrî li gor vîzyona xwe ya derbarê bikaranîna çavkaniyên ji bo civaka sivîl, got ku “Min bi baldarî li ser fonên ku dê di vê kampanyayê de werin xerckirin, hem ji aliyê min ve û hem jî bi piştgiriya bloka siyasî, fikirî. Ji ber ku ez serokatiya Rêxistina Jinên Iraqî û Pêşerojê dikim, ku rêxistineke civaka sivîl e, min biryar da ku van çavkanî û hewldanan ji bo xizmeta xebata civaka sivîl bikar bînim, bi berdewamkirina bernameyên rêxistinê, çavdêriya projeyan û raporan, û xebata di qada civaka sivîl de. Wek bijîşkek pispor, ez bi zanistî û pratîkî difikirim û nikarim demê li ser şerekî ku encama wî dibe ku bi kirîna dengan were destnîşankirin winda bikim, ne ji ber qelsiya bernameya min an nebûna piştgiriya gel. Windakirin di vê rewşê de nayê wê wateyê ku ez bêkalîte bûm, lê ji ber nebûna xebatê li gorî pîvanên adil e.”
Peyamek ji bo partiyên siyasî û girîngiya avahiyên jinan
Nada El-Cibûrî derbarê peyama ku dixwaze bighîne dengdêran de wiha dibêje: “Ez bi pêşengên hejmarek partiyan re axivîm. Pêwîst e ji bo her partiyekê, bal were kişandin ser avakirina avahiyek navxweyî ya bihêz. Her çend dibe ku hin partiyan di organîzekirina avahiyên xwe yên navxweyî de pêşketin bi dest xistine jî, pêdivî bi sekreteryayên giştî yên zelal heye ku jin bi kêmî ve sêyeka endamên partiyê bi awayekî domdar temsîl bikin. Divê jin roleke serkirdayetiya çalak bilîzin, herî kêm bi dayîna cihê cîgira serokê partiyê ji jinekê re ku bikaribe vê cihê bigire. Divê jin jî werin hêzdarkirin da ku şiyanên xwe pêşve bibin û divê di xebata siyasî û beşdarbûna jiyana demokratîk û hilbijartinê de werin perwerdekirin.”
Rexneyên li ser hin namzedên bê şert û merc
Nada El-Cibûrî destnîşan kir ku di dema namzedkirinê de, wê hebûna jinan û ciwanan di nav namzetan de dîtiye û wiha dewamî da gotinên xwe: “Ev di prensîbê de ne xelet e, lê ezmûn li ku ye? Ev parlemento ye, ne meqamek îdarî ye an destpêka rêyeke kariyerê ye. Namzetkirina jin,n ciwan di destpêka kariyera wan de bê ezmûna siyasî an yasadanînê ya têrker, windakirina hewildan, pere û demê ye. Peyama min a duyem ji bo Parlamentoya Iraqê ye, Berpirsyariyên sereke yên parlamenterekî qanûndanîn û çavdêrî ne, ne çêkirina rêyan, avakirina dibistanan, an belavkirina parên xwarinê ji bo komên lawaz. Em dibînin ku parlamenter dixwazin jeneratorên elektrîkê bînin da ku dengan qezenc bikin. Ev kêmasiyek mezin a avahîsaziyê heye û divê bê serarastkirin. Ji ber vê ji beşdarbûna di vê cureyên kampanyaya hilbijartinê de nerazî me û ne bawer im ku rola min wek namzetek divê pêşkêşkirina xizmetên takekesî be ji bo bidestxistina dengan.”
Nebûna tedbîrên li dijî gendeliyê û bandora wê li ser xebata siyasî
Neda El-Cibûrî balkişand ser nebûna tedbîrên li dijî gendeliyê û wiha vegot: “Nebûna van tedbîran bandor li ser saziyên leşkerî û sivîl jî kiriye ku hê jî hewceyê reformên radîkal in, ne tenê ji bo şerê li dijî gendeliyê, lê ji bo zêdekirina şefafiyeta darayî û bicîhanîna prensîbên rêveberiya baş. Ez hê jî di qada siyasî de dixebitim û xwe wek siyasetmedarek dibînim. Karê min li ser du dosyayên sereke disekine. Ya yekem siyaseta jinan e, ku yek ji cureyên siyasetê yên herî nazik û dijwar e. Dosyaya duyemîn siyaseta derve ye, ku pir girîng û hesas e, taybet di ronahiya guhertinên bilez ên jeopolîtîk ên ku herêm di sala borî de ji pevçûn, şer û hevpeymaniyên nû şahidî kiriye. Divê her kes baweriya xwe bi siyaseta jinan bîne, taybet di civakekê de ku amarên herî dawî yên Wezareta Plansaziyê nîşan didin ku jin nîvê wê pêk tînin. Polîtîkayên dewletê bi perspektîfek yekalî nayên avakirin.”
Nûnertiya jinan di parlemento û desthilatiya rêveber de
Neda El-Cibûrî tekez kir ku jinên Iraqî ji çaryeka nûnertiya siyasî û parlemanî ya welêt zêdetir temsîl dikin û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Ev serkeftin bi saya hewldanên wan ên berdewam pêk hatiye. Lê di nav dezgeha cîbicîkirinê de valahiyek eşkare heye. Ne tenê behsa hejmara wezîrên jin dikim, lê behsa cihên serokatiyê yên girîng ên wek dekanên zanîngehan, serokên ajansan, rêvebirên nexweşxaneyan û balyozan dikim. Divê nameyeke fermî ji aliyê Komîsyona Ragihandin û Medyayê ve were şandin, ku ji hemû dezgehên medyayê bixwaze ku piştgiriyê bidin beşdariya siyasî ya jinan di hilbijartinên pêş de. Ji ber ku medya roleke girîng di bihêzkirina jinan û balkişandina ser beşdariyên wan di jiyana siyasî de dilîze.”