Li Lubnanê hilbijartinên şaredariyan cara seyemîn hatin taloqkirin

Jinên ku bertek nîşanî taloqkirina hilbijartinên şaredariyan ên li Lubnanê dan, wiha gotin: "Em taloqkirina hilbijartinên şaredariyê red dikin, ji ber ku ev di asteke mezin de bandorê li ser namzediya jinan û hilbijartinên giştî dike."

SUZAN EBU SAÎD

Beyrûd- Rêxistinên mafên mirovan û bi taybetî jî jin dixwazin di şaredariyan de qanûnek ku pêkanîna wekheviya zayendî pêşbînî dike bê derxistin, Bloka Parlamenter û Meclisa Nûneran di rûniştina 25'ê Nîsanê de biryar dan ku li pey hev cara seyemîn dema erka şaredariyan û konseyên hilbijartinan bê dirêjkirin. Tê pêşbînîkirin ku hilbijartinên şaredariyan di Gulana 2024’an de pêk werin, ji ber nakokiyên li ser sînorê Başûr diqewimin, hilbijartin taloqî Gulana 2025’an hat kirin. Ev rewş di nava ciwan û jinan de bû sedema şikestina xeyelan, jinên ji pêkhateyên cuda ev biryar ji ajansa me re nirxandin

'Şer hincet tê nîşandan’

Endezyar Soha Mneimneh, li ser mijarê got: "Em bi hinceta li Başûr şer heye, hê jî di meclisên şaredariyan de qeyrana ku çîna siyasî di hikûmetê de ye dijîn. Hilbijartinên şaredariyan nayên kirin û ev ne rast e. Ji bo ku rûyê nû, kesên jêhatî neyên meclisên şaredariyan hilbijartin cara sêyemîn hatin taloqkirin. Taloqkirina hilbijartinên şaredariyan, bandorê li ser hilbijartinên parlamentoyê jî dike.

Rêjeya jinan ji sedî 5 e

Soha Mneimneh, bal kişand ku taloqkirina hilbijartinên şaredariyan bandorê li ser nûnertiya jinan dike û wiha got: “Niha di meclisên şaredariyan de rêjeya nûnertiya jinan tenê ji sedî 5 e û di meclisên şaredariyan de kategoriya nûnertiya ciwanan nêzî ji sedî 5 e. Dema taloqkirin çêdibe, kesên gihîştî ji karên siyasî, şaredarî û xwecihî dûr dikevin. Li derveyî saziyên dewletê, riyên cuda yên xebatê dihilbijêrin.”

Taloqkirina hilbijartinan bandorê li ser jiyana wê kir

Aktîvîsya siyasî û fîzyoterapîst Fadîa Al-Awer jî wiha got: "Min xwest beşdarî hilbijartinan bibim, ji ber ku di vê warî de yekbûna jinan gelek girîng e. Min xwe amade dikir ku bi bernameyek xebatê ya xizmeta gel bike beşdarî hilbijartinan bibim lê vê derengmayînê tenê bandorê li armancên min ên têkildarî hilbijartinê nekir. Bandorê li ser malbat, şêwaza jiyana min, karê min, perwerdeya min û şert û mercên jiyana min a profesyonel jî dike.”

'Em taloqkirina hilbijartinan red dikin'

Endama Şaredariya Qubayê ya Herêma Baabda ya Walîtiya Çiyayê Lubnanê Sanaa Rafeh jî wiha got: "Partiyên ku kotaya jinan napejirînin hene lewma di hilbijartinan de wê jin bi bandor bibin. Em taloqkirina hilbijartinên şaredariyê red dikin, ji ber ku ev di asteke mezin de bandorê li ser namzediya jinan û hilbijartinên giştî dike. Ji bo perwerdekirina jinan a ji bo gihandina pozîsyonên biryargirtinê gelek komele hene. Gelek jin di mijara namzedbûna meclisa şaredariyê de bi daxwaz in lê paşxistina hilbijartinan zirarê dide îmaja wan a raya giştî. Weke jin di navendên biryargirtinê de ferasetek serwer a mêr ku divê em bişkînin heye. Jin di wê kapasîteyê de ne ku di her qadê de hebûna xwe misoger bikin û xwe îsbat bikin.”

'Çima hilbijartin tên paşxistin?'

Endama Şaredariya Hammana ya Herêma Baabda û namzeda serdema nû Rudaîna Makarem jî bertek nîşanî biryarê da û wiha got: “Di qada pêşketina herêmî de jin xwedî rolên girîng in. Em weke tevgera sivîl û şoreşgerên 17’ê Cotmehê li dijî bi hincetên cuda taloqkirina hilbijartinên şaredariyan in. Taloqkirina hilbijartinan wê bandorê li parlamentoyê jî bike. Divê şaredarî di van şert û mercên zehmet de xizmetên xwe bi awayekî baş bimeşînin.”