Hêvîdar Xalid: Kongreya PKK'ê girîngiyeke dîrokî hildigre
Rojnamevan Hêvîdar Xalid destnîşan kir ku banga ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kiriye, xizmetê ji bo hemû gelan dike û got ku lidarxistina kongreya Tevgera Rizgariya Kurdistan xwedî girîngiyek dîrokî ye."

SÎLVA EL-IBRAHÎM
Hesekê – Tevgera Rizgariya Kurdistanê di navbera 5-7'ê Gulanê de 12'emîn kongreya xwe li dar xist. Biryarên hatine girtin, nîşaneya gavek girîng bûn. Bandora xwe ne tenê li ser pirsgirêka Kurd, li ser gelek pirsgirêkên aloz ên ku welatên Rojhilata Navîn pê re rûbirû ne jî, kir.
Rojnamevan Hêvîdar Xalid girîngiya biryarên kongreyê û bandorên wê yên li ser herêmê, ji ajansa me re şîrove kir.
'Banga Aştî û Civaka Demokratîk wek bangeke dîrokî tê binavkirin'
Hêvîdar Xalid da zanîn ku kongreya 12'emîn a PKK'ê li ser banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye lidarxistin û wiha pê de çû: "Ev kongre ji hêla aktîvîst û siyasetmedaran ve wek gavek dîrokî hat pênasekirin. Banga ji bo Aştî û Civaka Demokratîk di nava pêşketinên ku li Rojhiata Navîn tên jiyîn de, hat. Li herêmê piştî şerê ku di nav Hemas û hêzên Îsraîlê de li Xezayê destpê kir, piştre ev şer derbasî başûrê Lubnanê jî bû, her wiha li Sûriyeyê jî bi hilweşîna rêjîma Baasê re gelek geşedan rû dan. Her çiqas dewleta Tirk hewl dabe di siyasetek dûrî pêşketin û guhertinên li herêmê diqewimin de bijî ji, xeteriyên van guherînan li ser dewletê jî heye."
'Kongreya PKK'ê girîngiyek dîrokî û demkî hildigre'
Hêvîdar Xalid bal kişand ser girîngiya Partiya Karkerên Kurdistanê û wiha got: "Armanca hemû însiyatîf û hewlên ji aliyê dewletên rojavayî, Emrîkî û Rûsan ve hatine destpêkirin, parastina berjewendiyên xwe yên li herêmê bûn û dûrî xizmetên civakê bûn. Damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê wek bersivek ji bo girtina siyasî ya doza Kurdan di forumên navnetewî de, her wiha bersivek ji bo siyaseta înkarê ku dewleta tirk ser gelê Kurd dimeşand, hat. PKK'ê di têkoşîna xwe ya zêdeyî 50 salan ji aliyê siyasî, leşkerî û çandî ve hewlên mezin ji bo nasnameya Kurd û hemû gelê bindest bi dest bixe, da."
'Divê niha dewleta Tirk gavan bavêje'
Hêvîdar Xalid da zanîn ku biryarên fesihkirina PKK'ê û derbasbûna pêvajoyek nû ya têkoşînê, gavek girîng û dîrokî ye. Hêvîdar Xalid wiha pêl da gotinên xwe: "Ev biryar niyetên partiyê ji bo aştî û demokrasiyê nîşan dide. PKK'ê gavên dîrokî ji bo aştiyê avêtin, niha jî dora dewleta Tirk e ku bersîvê bide. Ji bo serkeftina vê qonaxê divê gelek gavan bavêje. Di nav de mîsogerkirina şert û mercên siyasî û avahiya zagonî ji bo kadro û çalakvanên PKK'ê jî heye. Tevger, rêxistin û partiyên demokratîk ên jinan di pêşngiya vê qonaxê de ber bi ewlehiyê ve, li gor nexşerêya Tevgera Rizgariya Kurdistanê ya ji bo ‘Neteweyek Demokratîk’ roleke girîng dilîzin. Divê dewleta Tirk wek dewletek demokratîk bijî û şer û pevçûnan dawî bike”.
'Fesihkirina PKK'ê destpêkek nû ji mirovahiyê re ye'
Gelek alî biryardariya tevgerê ya danîna çekan û pejirandina diyalogê li şûna têkoşîna çekdarî wek "Paşvekişandin an teslîmbûn" dibînin. Derbarê rastiya vê yekê de, Hêvîdar Xalid wiha got: "Partiya Karkerên Kurdistanê di demekê de hate damezrandin ku Kurd ji ber etnîsîteya xwe rastî binpêkirin û hedefgirtinê, her wiha polîtîkayên zordarî û înkarê dihatin. Ev partî ji bo wan mîna 'ronahiyek' bû. Ev qonax û ev biryarên çarenûsaz destpêka serdemeke nû ne, vê carê ji bo hemû gelan, ne tenê ji bo gelê Kurd. Ruhê vê kongreyê û biryarên wê, destpêka serdemeke nû ji bo hemû gelan nîşan didin û peyamên girîng hildigre. Ev destpêkek e ku têkoşîneke siyasî, dîplomatîk û yasayî ya mezintir hewce dike."
'Jin di vê pêvajoyê de bingeha rêveberiyê ne'
Hêvîdar Xalid di berdewama gotinên xwe de destnîşan kir ku felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girîngiyê dide azadiya jinan û wiha pêl da gotinên xwe: "Rêber Abdullah Ocalan azadiya jinan kir bingeha rizgariya netewan û jiyaneke bi rûmet. Cihek mezin li ser bingeha prensîba ku divê jin azad bibin, da têkoşîna jinan. Ji damezrandina partiyê ve gelek jinên Kurd ne tenê warê leşkerî di warên cûrbicûr beşdarî vîzyona partiyê bûne û wan destanên qehremanî û fedakariyê ji bo doza Kurd nivîsandine. Di vê qonaxa dîrokî de jin bi roleke mezin dilîzin da ku hewlên bi bandor bidin û bigihîjin hemû aliyan û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dest bixin, da ku ew bikaribe qonaxê ber bi ewlehiyê ve bibe."
'Doza Kurd di afirandina hevsengiyê de li herêmê rolek dilîze'
Hêvîdar Xalid tekez kir ku doza Kurd di afirandina hevsengiyê li herêmê de rolek dilîze û got: "Vegerandina têkiliyên Kurd-Tirkiye dê bibe alîkar ku ewlehî û aramiya herêmê pêk were. Projeya Neteweya Demokratîk di demên dawî de navdar bûye. Piştî ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo şoreşa xwe ji ramanên Rêber Ocalan îlham girtin, li ser bingeha modela Neteweya Demokratîk bi beşdariya hemû pêkhateyan û pêşengiya jinên Sûriyeyê rêveberiyeke xweser a demokratîk ava kirin. Ev yek nîşan dide ku modela Rêveberiya Xweser di danasîna projeya Neteweya Demokratîk de roleke sereke lîstiye."
Hêvîdar Xalid destnîşan kir ku gelê Xezayê mexdûrên şerekî wêranker in û got ku “Banga Abdullah Ocalan dê bibe alîkar ku êşên wan bi dawî bibin û aştî pêk were. Aliyên navneteweyî nikarin çareseriyên rastîn ji bo krîzên ku her ku diçe girantir dibin bibînin û tenê Abdullah Ocalan pêşniyar, raman û projeyek pêşkêş kiriye ku dê bibe çareseriya radîkal ji bo hemû krîzan."
'Feraseta dewlet-netew têk çûye'
Hêvîdar Xalid diyar kir ku rêjîmên netewperest bi lez hilweşiyan, wek li Sûriyeyê rêjîma Baas a ku li ser zilimê hatibû avakirin di nav çend seatan de hate hilweşandin û wiha dewam kir: "Gel bi têra xwe haydar bûye ku ew in yên ku dikarin çarenûsa xwe diyar bikin. Rêjîmên netewperest li ser hesabê gel û bêgunehan dijîn û desthiladariya xwe didomînin. Lê ev zihniyeta dewleta neteweyî têk çûye û her kes li modelek digere ku wan têr bike."
Dixwazin ku di pêkanîna aştiyê de rolek bilîzin
Tevgera Rizgariya Kurdistanê bang li hemû aliyan kir ku di vê qonaxa hesas û dîrokî de rola xwe bilîzin. Ji ber vê, divê di hemû astan de tevî rêxistinên mafên mirovan û jinan û hêzên herêmî rola xwe di bidestxistina azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de bilîzin. Hêvîdar Xalid banga hewldanên hevgirtî kir da ku aştî bibe rastî û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Avakirina aştiyê û rizgarkirina gelan ji bandorên wêranî û pevçûnê berpirsiyariya her kesî ye. Jin dê ji serkeftina banga Aştiyê gelek sûd bigrin. Mafên jinan li Tûnis, Iraq, Sûdan, Yemen û gelek welatên din kêm dibin. Jin bi binpêkirin û polîtîkayên ku hebûna wan hedef digirin re rûbirû dimînin. Çareserkirina pirsgirêka Kurd dê çareserkirina pirsgirêkên jinan bibe."