Feleknas Uca aqubeta jinên Efrînê pirsî
Sucên TSK û komên çeteyên girêdayî wê li hemberî jinên Efrînê didin meşandin di rojeva parlemana Tirkiyê de ne.
Enqere - Dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê her cure sûcên şer ên wekî îşkence, revandin, tecawiz û qirkirina etnîkî li ser welatiyên herêmê û tayîbetî jî jinan didomîne. Parlamentera HDP'yê ya Êlihê Feleknas Uca, ji bo ku sûcên şer ên di raporên Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê de werin lêkolînkirin, pêşnûmepirsek pêşkêşî parlamentoya Tirk kir.
Di pêşnûmepirsa Feleknas Uca de van xalan cîh girt: "Piştî êrişên artêşa Tirk û komên çekdar ên ku piştgiriya wan dike di 20'ê Çileya 2018'an de dest pê kir, her roj li trajediyên mirovahiyê li kantona Efrînê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku di 18'ê Adarê de ket bin kontrola komên çekdar, zêde dibin. Li gorî raporên Neteweyên Yekbûyî (NY) heta niha li bajêr ku veguheriye navenda talan, xespkirin, destavêtin û paqijiya etnîk, zêdetirî hezar jin hatine revandin. Çarenûsa piraniya jinên hatine revandin ne diyar e. Li gorî saziyên sivîl ên Efrînê di navbera 18'ê Adara 2018 û 25'ê Cotmeha 2021'an de li bajêr 84 jin hatine qetilkirin. Ji wan jinan 6 kesan dawî li jiyana xwe aniye, li dijî 71 jinan jî êrişên zayendî pêk hatine. Komeleya Mafên Mirovan a Efrînê ragihand ku êrişên li dijî Efrînê ji aliyê artêşa Tirk û komên destekê didin wan ve li dijî jinan dewam dikin û ji roja destpêkirina êrişên li dijî Efrînê ve sûcên şer bê navber dewam dikin.”
Ev pir ji Wezîrê Karêderve hatin pirsîn:
“*Ji 2018'an ve li Efrînê jin hatin revandin û windakirin? Çarenûsa jinên ku bi destê komên ku Tirkiye piştgiriya wan dike hatine zindanîkirin, çi ne?
*Polîtîkayeke we ya ji bo pêşîgirtina li qetilkirina jinan û kiryarên li derveyî mirovahiyê yên li Efrînê heye?
*Ji bo peydakirin û vegerandina jin û keçên ku ji aliyê komên çekdar ve hatine revandin, hûn tiştekî dikin?
*Li ser sûcên li dijî jinan û sûcên şer ên zêdetirî 3 sal e dewam dikin û di raporên navneteweyî de jî cih digirin, lêpirsîneke bibandor tê meşandin? Li hemberî berpirsyaran tu gaveke hiqûqî hatiye avêtin? Heke nehatibe kirin, sedem çi ye? Tu xebatek dê bê kirin?
*Têkildarî darizandina kesên ku li Efrînê sûcên wekî talan, revandin û îşkenceyê dikin, xebateke we heye?”