"Dem dema mîsogerkirina hebûnê ye"

Hevseroka Yekîtiya Rewşenbîran ya herêma Firatê Felek Yusif pêvajoya ku Bakûr û Rojhilatê Sûriyê derbas dibe nirxand. Felek Yusif diyar kir ku dem dema misogerkirina statû û hebûna gelên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê ye.

 

BEYDA OSMAN

Kobanê- Li ser erdîngariya Bakûr û Rojhilatê Sûriyê ku pêkhateyên wê di bin sîwana Rêveberiya Xweser ya Demokratîk û hêzên QSD`ê de dijîn, gelek hêzên navdewletî û herêmî jî lihevkirinên eşkere û veşartî plan dikin. Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê di pêvajoyeke wisa re derbas dibe ku her hêzek dixwaze li ser tunekirina şoreşa 19’ê Tîrmehê hebûna xwe mayînde bike. Hevseroka Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Firatê Felek Yusif, êrîş, gef û lihevkirinên li ser Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê analîz kir û nirxandinên xwe bi ajansa me re parve kir.

"Me di nava aloziyan de pergala xwe ava kir"

Felek Yusif di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser qonaxên derbas bûne û wiha got: "Destpêka şoreşa Sûriyeyê li dijî rêjimeke desthilatdar ya ku li ser bingeha yek ol, yek ziman, yek al bû. Ji bo vê jî gel rabûn serhildanê û bihara gelan destpêkir. Ber bi guhertineke demokratîk ku her kes bi çand û nasnemeya xwe jiyîn ve çû. Pergaleke komînal hat avakirin û gel xwe bi xwe birêve dibir. Lê dema ku Rêveberiya Xweser ava bû êrîşên dewleta Tirk a hovane bi armanca xwe ku Rêveberiya Xweser têk bibe zêde bûn. Bi navê Artêşa Azad, Cebhet El-Nûsra û Çeteyên DAIŞ`ê êrîşên bajarê me kirin, lê bi berxwedaniya Kobanê û gelên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê DAIŞ’ê têk birin.”

"Jinan pêşengî kir û şoreş bi ser ket"

Felek Yusif bal kişand ser rol û pêşengiya jin ya di nava şoreşa 19’ê Tîrmehê de û wiha axivî: "Em weke gelê Kurd dixwazin xwe bi xwe birêve bibin. Dewleta Tirk û hêzên hegomanîk bi destek dabûn ku çeteyên DAIŞ'ê irojeya Neteweya Demokratîk têk bibin. Lê bi berxwedanî û berdêlên giran ne tenê gelê Rojava gelên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê jî bi tevahî ji DAIŞ’ê hatin rizgarkirin. Bajarên ku hatin rizgarkirin meclîsa xwe avakirin. Ji ber ku şoreş Rojava bi pêşengtiya jinan bû. Di şoreşê de tişta herî girîng rola jin bû, ev yek bû sedema serkeftin û bi destxistina destkeftiyan.”

“Bêdengbûna hêzên hegomanîk eşkere dike ku sozdayînek heye”

Felek Yusif di nava nirxandinên xwe de behsa bêdengiya hêzên garantor kir û wiha got: "Hinek hêz bieşkere êrîşê me dikin, lê gelek hêz bi rengekî veşartî dijminahiya me dikin. Amerîqa daxuyanî dide ku ew e dev jî QSD'ê bernede, lê li aliyê din jî dev ji dewleta Tirk jî bernade. Hêzên Rus dixwazin QSD'ê bixe bin pergala rejîma Baas e. Rojane dewleta Tirk kesên sivîl ên li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê bi balafirên bê mirov hedef digre û zarok, jin û ciwan tên qetilkirin. Bêdengbûna hêzên hegomanîk eşkere dike ku sozdayînek heye. Em wek gelê Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê xwedî biryarin. Divê saziyên parastina mafên mirovan bi wijdanî û exlaqî bi erka xwe rabin. Ji xwe peymana Lozanê gihişt dawiyê, dê nexşeyeke nû were ava kirin, di wê nexşeya ku were ava kirin de divê em xwedî kedên şehîdên xwe derbikevin û di vê nexşeyê de dîroka xwe diyar bikin.”