Besî Şamarî: Platformên NY bûne cihê rawakirina tawanên hegemonyayê
Di Civîna Giştî ya Komîteya NY’yê ku cara 80’yan e tê lidarxistin de, ji emîrê Qetarê, heta Erdogan û Colanî û nûnerên Îslama siyasî û neo-faşîzm, kesên beşdar bûn, binpêkirina mafên mirovan û sûcên dewletan nehatin lêpirsînkirin.

ŞEHLA MUHAMMEDÎ
Navenda Nûçeyan – Di rojên borî de bi beşdariya lîderên cîhanê 80’yemîn Civîna Giştî ya Komîteya NY’ê hat lidarxistin. Di civînê de tenê lêpirsînnekirina dewletên zextê sînordar nebû, di heman demê de di bin navê qaşo hikumeta demkî de Muhammed Colanî ku sûc dike, ji bo êrîşkarên nû derbikevin ser dikê bû firsendek.
Endama Platforma Demokratîk a Jinan Besî Şamarî, di nirxandina ji ajansa me re diyar kir ku pergala kapîtalîst krîzek pergalî dijî û pirsa ‘Gel wê bibe temaşevan, an jî bertek nîşan bide’ anî rojevê.
Besî Şamarî diyar kir ku bilindbûna DAIŞ’ê, piştî ku Trump weke serokê DYE’yê hat hilbijartin çêbûye rastgir û faşîzm derketine ser dikê û got: “Roja me ya îro, taybetmendiya herî diyarker a dîrokê bilindbûna rastgiriyê ye. Ji 2018’an ve Avusturya, Belçîka, Danîmarka, Fînlandiya, Îtalya, Macaristan, Polonya û Slovakya di nav de 8 welatên YE’yê rastgir, nijadperestî û partiyên dijminên biyaniyan hikumet xistin destên xwe. Bi hilbijartina Donald Trum weke serokê DYE’ re, me dît ku popîlîstek nû, rastgirên ku nijadperestî, dijminên biyaniyan veguherandin fenomenek kûrewî. Ji 1930’yan heta niha, dinya nebûbû şahidê rasgiriyek di vê astê de. Ev bilindbûn bixwaze nexwaze faşîzmê bi bîr dixe û têkiliya ji dîrokê ve heta niiha careke din tîne rojevê.”
‘Maskeya pergala rêveberiya dinyayê ket’
Di rojên ku civîna 80’yemîn a Komîteya Giştî ya NY’ê hat lidarxistin de, maskeya rêveberiya dinyayê ket. Dijminatiya mirovahiyê, jin û xwezayê, nêzîkatiyên kapîtlîzm û neolîberalizmê li hemberî gelan derketin holê. Belkî ev dawiya sererastiya navenda Emerîkayê û destpêka rabûna gelan be.
Trump ne tenê diyardeyek siyasî, neynika krîzên kûr a şaristaniya Rojava û hilweşîna împaratoriya DYE’yê ye. Destpêkê bi dirûşma ‘Destpêk Emerîka’ derket ser dikê lê belê tişta me dîtiya ne mezinahî ye, lewaziya çêker a hêzeke ku bi paş dikeve ye. Şerên bazirganî, her dem hilberandina dijmin, biçûkxistina mutefîkan, binpêkirina hiqûqa navneteweyî, nîşan dan ku DYE ji bo parastina cihê xwe, razî bûye ku bingehên xwe jî hilweşîne.
Planên li ser Rojhilata Navîn
Besî Şamarî bal kişand ser planên Trump ên li ser Filistînê û wiha got: “Îro êdî parvekirina xenîmetê di rojevê de ye. Trump, weke nûnerê pergala dinyayê ya dijminê mirovahiyê, hewl dide sînorên nû xêz bike, nexşeyên jeopolîtîk û siyasî, bi taybetî li gel riyên gihandina enerjiyê, li Rojhilata Navîn dîzayn bike.
Netanyahu, bi zexta Trump qaşo plana 21 bend a bidawîkirina şerê Xezayê erê kir. Di rojên pêşiya me de, welatên Ereb ji bo Hamas planê qebûl bike wê bixe bin zextê. Ev plana ku bi şêwirmendiya Tony Blair û Jared Kushner hatiye amadekirin, di hevdîtinên bi Trump û DYE’yê re hatin kirin de ji aliyê hemû welatên Ereb û misilman ve hat destekkirin. Di heman demê de reda Hamasê, bi taybetî Qeter û Misir di destpêkê de di nêz de van welatan wê bi tenetî û dûrxistinê were mehkumkirin.”
‘Mafên civakî hatin paşguhkirin’
Besî Şamarî da zanîn ku rewşa gelên ku di bin zextê de ne di civîna NY’ê de bi temamî hatiye paşguhkirin û wiha domand: “Nûnerên neo-faşîzm û îslama siyasî, ji Emîrên Qeterê, heta Erdogan û Colanî ku beşdarî Komîteya Giştî ya NY’ê bûne, binpêkirinên mafên mirovan û sûcên dewletê nehatin lêpirsînkirin. Trump kêfxweşiya xwe ya hevdîtina bi Colanî û Erdogan re anî ziman lê belê têkildarî li Sûriyeyê revandina bi hezarana mirovan, qetilkirina Elewiyan, êrîşên li ser Rojava û komkujiyên piştî hilweşîna rejîma Baasê hatin kirin tu tişt negot. Tirkiye, binpêkirina mafên siyasî û hemwelatiyan , mijulkirina pêvajoya aştiyê, li Sûriyeyê dagirkirina herêman û êrîşên hewayî, bêyî were lêpirsînkirin, didomîne.”
‘Gavên ji bo Îranê hatin avêtin’
Besî Şamarî bal kişand ser zextên li dijî Îranê û got: “Îranê, bi şîrketên nukleerê yên dewleta Rusyayê re, ji bo avakirina 4 santralên nukleerê peyman îmze kir. Hilberîna 5000 megavat enerjiya nukleerê tê îdiakirin. Ev darbeyek din e li ser xezîneya gel. Divê Îran civakê bifikire. Tevî xwedî uranyuma 460 kîlo dewlemend dike û bi milyonan dolar xerc dike, çima hê kehrebeya xwe bi xwe hilnaberîne? Di civîna NY’ê de, li ser bernameya Nukleerê ya Îranê zextên navneteweyî domiyan. Welatên Ewropayê ji bo pêkanînên xwe yên di 2015’an de careke din pêk bînin ‘mekanîzmaya xwe ya yek’ xistin dewrê. Rûsya û Çîn her çendî daxwaza 6 mehan a taloqkirinê bikin jî encam negirtin. Îran weke pêlîstika pergala sermayayê bi tenê ye û bi awayekî biçûkxistî beşdarî vê civînê bûye. Di hundir de jî gefên vala li Îsraîl û DYE’yê dixwe. Di heman demê de li girtîgehan înfaz û zextên civaka sivîl didomîne.”
‘Hewl didin sûcên xwe veşêrin’
Besî Şamarî anî ziman ku barizganiya çekan, dewlemendkirina nukleerê û baregehên leşkerî zêde dibin û mafên civaka sivîl hatine paşguhkirin. Dewletên li herêmê der barê binpêkirina mafên civakî û şexsî de tu lêpirsîn nekirin û got: “Tirkiye, Îran, Colanî wêneyên Xezayê nîşan dan, şerê 12 rojan û êrîşên Sûriyeyê derxistin pêş, bi vê yekê veşartina sûcên xwe domandin. Jixwe tenê di nava 9 mehan de li Îranê hejmara îşkence û darvekirinan 1000 derbas kir. Girtiyên weke Somaye Raşîdî û Cemîle di nava hefteyek de, ji ber îşkence û astengiya tedawiyê mirin. Ev tablo careke din nîşan dide ku dinyayê bala xwe daye ser sermaye û qezencê.”
‘Şerê li Sûdan û Kongoyê tabloya felaketê ye’
Besî Şamarî di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Pirsgirêka Filistîn û plana çareseriyê ya du dewletan, jixwe amûra veşartinê ya plana yekkirin û ya hêzên herêmê û sûcên hegomonyaya kûrewî ye. Jixwe li herêmê gelek şer didomin. Ne dewlet ne jî medya behs nakin. Şerê li Sûdan û Kongoyê felaket e. Li Sûdanê ji sedî 80’ê nexweşxane ji xizmetê derketine, 20 milyon kes ji cihên xwe bûne, ji sedî 90’ê gel birçî ne, ji 2023’an ve heta niha 15 milyon zarok nikarin biçin dibistanê. Ev şer ne tenê di pevçûnên di nava du generalan de, di dema mêtingeriya Îngilîz de, civaka Sûdanê encama parçebûna nijadî û qebîleyî ye. Ev mîrasên ku weke civaka navendî û aliyan de hatiye cudakirin, tabloya îro ya hilweşîner ava kiriye.”