‘Xeza di navbera planên dagirkeriyê û hevkariya desthilatdaran de ye’
Sekretera Giştî ya Komîteya Mafên Jinan a Lubnanî Hadîce El-Hûseynî, destnîşan kir ku Xeza di navbera planên dagirkeriyê û hevkariya desthilatdaran de ye û got ku pêwîst e xwediyên rasteqîn ên erd û mafan bên temsîlkirin.

AMAL MUHAMMED
Beyrûd – Di demeke ku şerê li dijî Xezayê didome de, her roj di qada navneteweyî de şopên planên siyasî yên nû eşkere dibe. Ev plan ne mîna çareseriyên adilane, mîna amûrên ji bo ji nû ve şêwekirina rastiya Filistînê ku wê berjewendiyên hêzên mezin biparêzin, tê pêşkêşkirin.
Di navbera daxuyaniyên Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê Donald Trump ên li ser agirbestê û avakirina rêveberiyek nû û xwe negihandina lîdertiya Îsraîlê ya ji bo bidestxistina armancên xwe yên leşkerî û siyasî de, pirsên bingehîn ên wiha tên rojevê; cewhera van hewildanan ji bo berjewandiya kî ye? û gelo ew ê bi rastî jî çareseriyek siyasî mîsoger bikin an ne?
Sekretera Giştî ya Komîteya Mafên Jinan a Lubnanî û endama Komîteya Rêveber a Sendîkayên Karker û Karmendên Lubnanî Hadîce El-Hûseynî, têkildarî vê mijarê pirsên ajansa me bersivand.
*Gelo piştî şerê zêdetirê 700 rojan, pêşniyara rêveberiya nû ya Trump, wê çawa vê rêveberiyê ava bike?
Ev planên Trump ên di demeke ku ji ber li hemberî komkujî û binpêkirinên li Xezayê helwestek zelal pêşkêş kir, piştî ku zextên cîhanî lê hatin kirin derkêt holê. Di heman demê de bi pêvajoyekî ku Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu jî di gelek mijarên siyasî û leşkerî de neserkeftî bû, hevdem bû.
Planên ku di bin van şert û mercan de hatin pêşkêşkirin, di rastiyê de ne navneteweyî ne; hewildanek takekesî ku armanc dike berjewendiyên Trump û Netanyahu biparêze ne. Herdu jî bi sûcdariyên navneteweyî yên mîna sûcên şer û gendeliyê re rû bi rû ne. Ji ber ku şer li gor berjewendiya Îsraîlê bi encam nebû û hevgirtina navneteweyî ya ji bo doza Filistînê zêde bû, Trump van planan di bin navê "piştgiriyê" de pêşkêş bike. Lê belê, ev hewildan bi tu awayî îradeya civaka navneteweyî nîşan nadin.
*Gelo ev plan çareseriyek siyasî ye an dagirkeriyê ji nû ve ava dike?
Planên takekesî yên bi vî awayî, nikarin wek çareseriyek siyasî ya rasteqîn werin qebûlkirin. Ew ne berjewendiyên Filistînê diparêze û ne jî pîvanên bingehîn ên aştiyê pêk tîne. Bi rastî, ev plan ne mîsogerkirina edaletê ye, armanc dike ku dagirkeriya Îsraîlê rizgar bike û berjewendiyên wê bike bin ewlehiyê. Divê hemû kesên ku li çareseriyek rasteqîn digerin, destpêkê bi edaletê destpê bikin. Di rastiyê de ev plan armanc dikin ku dagirkeriyê bi şêwazek nû ji nû ve hilberînin, rewa bikin û nasname û doza Filistînê jêbin.
Li gorî daneyên heyî, rêveberiya Xezayê wê li gorî planê radestî aliyên Emerîkî, Ewropî û Ereb bê kirin. Lê belê, ev avahî bi tevahî Filistîniyan ji tevgerên Fetih û Hamasê veder dike. Ev yek jî, dewama dagirkeriyê ya di bin maskeyek cûda de ye. Ji ber ku tu madeyek planê, behsa pêşeroja Filistînê an jî mafên gel nake.
Bertekên li dijî fikra "herêmên taybet ên ji bo projeyên veberhênanê"
Trump, mîna emlaqfiroş xwe mîna xwediyê cîhanê dibîne diaxive û biryar dide ku li ku derê veberhênanê bike. Lê belê, Xeza warê mirovên ku bi darê zorê ji seranserê Filistînê hatine koçberkirin e.
Trump, armanc dike ku bi van projeyan re Xezayê vala bike û li şûna wê herêmên veberhênanê ava bike. Li gorî wî, wê bibe "bihuşta Rojhilat". Lê belê pirs ev e: Bihuşta kê? Gelo ev bihuşt wê li ser cenazeyên gelê Xezayê were avakirin? Gelo ger ev rê ji derxistina dagirkeran û ji nû ve avakirina herêmê derbas dibe, wê xizmeta kê bike? Ev hewldana xweşikkirina dagirkeriya aborî ye, lê li pişt xwe ji bo gelê Xezayê gelek sînorkirinên pêşerojê dihewîne.
*Gelo hevkariya lîderên Ereb a bi Rojava re tê çi wateyê?
Li vir yê sûcdar ne gelên Ereb e, lîderên wan e. Ev lîderên tenê hewl didin qoltixên xwe biparêzin û piraniya wan îradeya gel temsîl nakin. Ev lîder, ji amûrên ku metînkarî ji bo misogerkirina berjewendiyên xwe bikar tîne, wêdetir nîne. Her çend piştgiriya gel a ji bo doza Filistînê dem bi dem tê ziman jî, naghîje asta ku tê xwestin.
Gelê Filistînê li dijî van planan e. Ji ber ku ev plan, pêşeroja wan mîsoger nake. Berovajî, armanc dike ku berxwedanê bêçek bike, binesaziyê hilweşîne û nerazîbûnên li dijî pêkanînên nemirovane asteng bike.
Navê li pişt plan: Tony Blair
Plan, ji aliyê Tony Blair ve tê rêvebirin. Tony Blair, yek ji mîmarên Şerê Iraqê ye û Serokwezîrê berê yê Brîtanyayê ku hinceta "çekên îmhayê ya girseyî" şer da destpêkirin e. Ev yek jî bêbaweriya plan nîşan dide.
Niyeta vê planê, ne ji nû ve avakirina Xezayê û ne jî pêkanîna edaletê ya ji bo mexdûran e. Her çiqas komên berxwedanê yên Filistînî planê qebûl bikin jî, "çîroka zarokên kevir diavêjin" dê tevahiya nifşan bidome. Ji ber ku maf, heta ku kesên wê biparêzin hebe, winda nabe.
Filistîn: Dozek gel û sembolek aydiyeta neteweyî ye
Meseleya Filistînê, lêgerîna gel a ji bo edaletê ye. Rejîma dagirker a Îsraîlê, hebûnek çêkirî ya ji aliyê biyaniyên ku tenê li pey berjewendiyên xwe digerin ve hatî afirandin e. Ew kes aştiyek rasteqîn naxwazin, hewl didin teslîmbûna gel bi darê zorê bidin qebûlkirin. Di heman demê de vê yekê bi hevkariya hinek lîderên Ereb dikin.
Gelê Filistînê û bi taybetî jî jin, mexdûrên herî mezin ên van planan e. Jinên ku barê windakirin, sirgûn û êşê hildigrin, ji masayên danûstandinê tên vederkirin. Lê belê, yên herî zêde bi bandor dibin jî jin in. Her wiha, di nava planê de ne têkildarî jinan û ne jî kesên ku ji ber şer nikarin bixebitin de, xalek jî tuneya. Tu pergalek ku wan biparêze nayê pêşbinîkirin.”